“Şark İstiklal Mahkemesi”(Dadgeha Serxwebûnê ya Rojhilat)

Siddik BOZARSLAN                                                                 

Hin Encamên Bizava Şêx Seîd û

“Şark İstiklal Mahkemesi”(Dadgeha Serxwebûnê ya Rojhilat)

Li gora lîsteya Mehkema İstiklalê ya Dîyarbekrê, di Bizava Şêx Seîd da jimareya kesên ku hatine dadgehkirin 4986 e. Di derbarê 435 kesan da cezayê îdamê (kuştinê) hatîye dayîn. Ji ber ku 105 kes ji wê lîsteyê wefat kirine (mirine), ew ji dosya dozê hatine derxistin. Doza 33 kesan jî şandine ”Dîwan-i Harb”ê û loma wan ji dosya giştî veqetandine. Di vê lîsteya giştî da jimareya 83 jinebî û yêtîm tune ku ew zarûkên serhildêrên Koçanê (Koç Uşağı) bûne û ew bêyî ku werin dadgehkirin, jibo surgûnê şandine Kayseriyê.

Pir pir balkêş e ku rojek berîya biryara surguna van malbatan, yanê roja 26.12.1926an wek Serokê Mahkemeyê Ali Saip, di celseyek (runiştin) da biryara îdamê jibo 159 kesan di carek da dide ku ew bi ”Koçan Tedibi Davası” hatîye binavkirin û di dosya 670 numroyê da lê hatîye nihêrtin. Yanê ewil, zilamên van malbatan bi mirinê tên sucdarkirin û ev ceza di heman rojê da tê înfazkirin û rojtira dî yanê di 27.12.1926an da  biryara surgunê derdikeve!

Van mahkemeyan hewqas taybet (xisûsî) bûne ku endamên wan, ji bilî M. Kemal, TBMM jî di nav da li hemberî tu kesî, parti, hukumet, dezgeh û wd. berpirsîyar nebûne û hesab nedidan tu kesî ango tu derî. Bi tabîreka dî, van mahkemeyan û endamên wan hemî, tenê girêdayî M. Kemal bûne. Biryarên van mahkemeyan qethî bûne û hema bi lez u bez diketin heyatê. Têkilîyên van mahkemeyan bi du awayan, ango rêyan pêk hatine. Yek, serokê mahkemeyê bi şifreke dizî û taybetî bi serokwezîr ra dikaribûye têkilî dayne. Du, Alî Saîp tenê xwedîyê şîfreyeke taybet bûye û girêdayî M: Kemal bûye û têkilî pê ra danîye. Bi gotineka dî, di nav endamên mahkemeyê da A. Saip, wek sîya (hun dikarin wek yaver jî bi nav bikin) M. Kemal bûye; li ser serê mahkemeyê û loma serokên mahkemeyê jî di nav da hemî endam mecbûr bûne ango ji tirsa, dîtin û raya wî li ber çav girtine.

Em vê portreyê dikarin ji devê Eşref Edip bibîhîsin ku ew di demên cuda da li mahkemeyên Stanbolê, Ankarayê û Xarpêtê (Elaziz) hatîye mahkemekirin. Ew jibo endamên heyeta mahkemeya Ankarayê weha dibêje:

”Bi awayeke resmî yaverê Mistefa Kemal Paşa di nav heyetê da tunebû, lê di mahkemeyê da xwedîyê meqamekî girîng bû, wek demên li mahkemeyên kapitulasyonan beşdarîya sefaretan (konsolxaneyan) di nav heyetê da bûn.”

Di derbarê heyetên ”Şark Îstiklal Mahkemelerî”yê da jî E. Edip weha dibêje:

”… Wê demê Mahkemeyên Îstiklalê, di destê yekî wek Ali Saîpê bextreş da bû ku ew wek qesabekî bû.”

Xwedîyê rojnameya ”Cumhuriyetçi Vatan”ê Ahmet Emin Yalman ku di dadgeha ”Şark İstiklal Mahkemesi” ya Elazizê- Xarpêtê- da hatîye dadgehkirin; di derbarê van dadgehan da gotîye:

”Dadgeha ihtilalê – şoreş, derbe- yê tirsê bû ku bi qefle qefle cezayê kuştinê dane û bêyî ku ji kesekî bipirsin ango bişêwirin û hesab bidin, wan cezayan anîne şûnê (infaz kirine)…”

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir