Şandeyeke Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi berpirsên Balyozxaneya Swêdê ya Şamê re civiya
Şandeya MSDyê ya ku ji Alîkarê Hevserokatiya Meclisê Elî Rehmûn û endamê ofîsa siyasî ya Tevgera Guhertina Demokratîk Ziyad Wetfa pêk tê bi berpirsa kar û barên Balyozxaneya Swêdê Jessica Svardstromê re hevdîtinek pêk anî.
Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li ser civînê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, di civînê de bipêşketinên li Sûriyeyê, bi taybetî jî rewşa Rojavayê Kurdistanê hatin nirxandin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Jessica Svardstromê derbarê pêvajoya diyalog û danûstandinên berdewam ên di navbera Meclisa Sûriyeya Demokratîk û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û rêveberiya Heyeta Tehrîr El Şamê de, her wiha têkilî û diyaloga bi Tirkiyeyê re agahî xwestiye.
“Sûriye bi bi metirsiyên mezin re rûbirû ye”
Di civînê de ÅŸandeya MSDyê destnîşan kir ku “Sûriye di qonaxeke veguhestinê re derbas dibe ku bi metirsiyên mezin re rûbirû ye, ev jî ji ber nebûna dîtineke zelal a birêvebiriya nû ya li Åžamê ji bo paÅŸerojê ye.
Her wiha pêwîstî bi pêşxistina mekanîzmayên kar heye ku bikaribe li gel guherînên siyasî, civakî û aborî yên ku welat tê re derbas dibe hevaheng be.”
Şandeyê tekezî li ser girîngiya avêtina gavên berbiçav kir ku dê alîkariya xurtkirina baweriyê di navbera aliyên cuda de bike.
Şandeyê diyar kir ku ji bo misogerkirina aramiyê pêwîst e hin mijarên têkildarî rêvebirî û rêxistina îdarî bên çareserkirin.
Her wiha şandeyê dilgiraniyên xwe yên derbarê hin biryar û meylên ku dikarin bandorê li sektorên girîng ên wekî saziyên leşkerî û karên giştî bikin anî zimên û destnîşan kir ku girîng e ev mijar bi awayekî wisa bên çareserkirin ku edaletê pêk bîne û yekîtiya saziyan biparêze.
“Destwerdanên Tirkiyeyê bandor li aramiyê dike”
Åžandeyê got, “Hin astengî hene ku têkildarî destêwerdanên derve ne, bi taybetî ji aliyê Tirkiyeyê ve ku rasterast bandorê li aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike.”
Her wiha hiÅŸyarî li ser propagandaya medyayî ya berdewam a hin aliyên girêdayî Tirkiyeyê hat dayîn ku “dixwazin bi rêya sefarberkirinê li dijî HSDyê ewlehiya herêmê têk bibin.”
Li gorî daxuyaniyê, Jessica Svardstromê tekezî li ser girîngiya diyalogê wekî rêbazeke bingehîn ji bo çareserkirina qeyrana Sûriyeyê kir û dilgiraniyên xwe yên derbarê metirsiyên ku gefê li aramiya welêt dikin, di nav de îhtimala vegera aloziyê li herêmên cuda anî zimên.
Svardstromê da zanîn ku Swêd dê bi rêya Parlamentoya Ewropayê piştgiriyê bide pirsgirêka Sûriyeyê û ev yek dê alîkariya xurtkirina hewlên ji bo bidestxistina aştî û aramiyê bike.
Rûdaw