Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê, (SANA) ragihand ku ew ê dest bi weşana bi zimanê Kurdî bike. Zimanê Kurdî dê li gel zimanên din ên biyanî yên wekî Îngilîzî, Frensî, Spanî û Tirkî jî li zimanên wê yên weşanê dê werin zêdekirin.
Plana nûjenkirinê û armancên pêşerojêÂ
Di çarçoveya vê nûjenkirinê de, SANAyê binesazî û alavên xwe bi tevahî nû kir, “beÅŸeke dîjîtal a nû” ava kir û yekîneyên nûçegihaniyê ji bo xebatên li hundir û derveyî Sûriyeyê damezrandin. Armanca ajansê ew e ku di nava 5 salên bê de bikeve pêşbirka ajansên herêmî û cîhanî.
Mehamid herweja eşkere kir ku arşîva ajansê ya ji sala 1965an ve bi awayekî dîjîtal hatiye parastin û plan heye ku di pêşerojê de ev arşîv weke çavkaniyeke dahatê ji bo aboneyan were pêşkêşkirin.


