Balyozxaneya Amerîkayê paşeroja hêzên xwe yên li Iraqê eşkere kir

Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê bi daxuyaniyekê ragihand ku erka leÅŸkerî ya Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê li Iraqê dê bi dawî bibe û veguhere “hevpariyeke ewlehiyê ya dualî” ya asayîtir di navbera her du welatan de.

Di daxuyaniya ku îro roja DuÅŸemê, 18ê Tebaxê de hat belavkirin, hat tekezkirin ku ev guhertin nayê wateya bidawîbûna têkoşîna li dijî DAIŞê. Lê, “hewlên bi pêşengiya sivîlan dê di asta cîhanî de berdewam bikin.” Balyozxaneyê da zanîn ku hûrgiliyên operasyonel û leÅŸkerî dê ji aliyê Wezareta Parastinê ve werin eÅŸkerekirin.

Ev daxuyanî daxuyaniyên Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê, Hisên Elawî, temam dike. Elawî roja duh Yekşemê gotibû ku hikûmeta Iraqê bi biryar e dawî li erka hevpeymaniyê bîne û têkiliyên xwe yên ewlehiyê bi welatên endam re veguherîne hevkariyên parastinê yên dualî.

Elawî demjimêra pêvajoyê jî bi bîr xist û got, “Iraq û welatên hevpeymaniyê li hev kirine ku erka hevpeymaniyê di navbera salên 2025 û 2026an de bi dawî bibe.” Wî bi taybetî anî ziman ku “erka hevpeymaniyê li baregehên Bexda û Eyn Esedê dê di ÃŽlona bê (2025) de bi dawî bibe,” û ev yek dê “qonaxeke nû ya hevkariya ewlehiyê di warê şêwirmendî û bihêzkirina ÅŸiyanên hêzên Iraqî de” bide destpêkirin.

Şêwirmendê Serokwezîr tekezî li ser wê yekê kir ku ev pêngav di çarçoveya Peymana Çarçoveya Stratejîk a di navbera Iraq û Amerîkayê de ye, ku armanc dike têkiliyeke domdar û berfireh di hemû waran de, tevî ewlehiyê, ava bike. Elawî herweha diyar kir ku qonaxa duyemîn a bidawîkirina erka hevpeymaniyê dê di Îlona 2026an de biqede. (PK)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *