Salvegera Referandûma Kurdistanê û mêvanîya RİA TAZA

Ne demek dirêje, sê sal derbasbû ser pêvajoya referandûmê de, me gelek ba û bahoz dîtin, me gelek êş û tengasî dîtin me gelek birîn û xencerên bi jahr di pişte xwe de dît. Lê, Dost û Dijmînê me dîtin kuEm tu carî li hemberî çawsorîya dijmînê hov, serê xwe na tewînîn!

Ew coşî, kelecanî, kefxweşî û şahidbûna dîrokê, hê jî di kûraya dilê min/me de, bi germaya hişmedîyek netewî hêvîyên min/me xurt dike, zîndû dike!

Referandûm encamdayîna biryar û vîna gelê Kurd e! Referandûm kilîda serxwebûnê, tapûyê Kurdistanê ye. Referandom biryara gelê Kurd e ji bo dahatû û desthilatdarîya xwe, bi dengekî berz gotîye BELÊ! Referandûm belgeyek dîrokîye  ku di heman deman de, meşrû û biryarek katîye. Tu hêz, tu kes nikare wê meşrûtîyetê ji holê rake. Referandûm bi encamên deng dayînê %92.7 hatîye pesandin. Li gor biryarên destûra bingehîn ev encamên meşrû nîşanî dost û dijmînê gelê Kurd daye. Divê hemû hêz û alîyên sîyasî rêz li encamên referandûmê bigirin û pêkbînin.

Piştî  têkçûna desthilatdarîya Saddam Huseyin, du rê li ber rêvebirîya sîyasî ya başûrê Kurdistan hebûn: Rêya yekem, divêt gelê Kurd hemû rîskan bigirta û serxwebûna xwe, desthilatdarîya xwe îlan bikira.  Lê mixabin naqokîyên hundur û yên derva bi serê xwe problembûn. Lê ya herî girîng nîzama dinê û  welatên desthilatdar,  xwedî biryar tu rê nedidan ku  Kurd bi serê xwe biryar bigirin û ji projeyên wan re astengî dernexin. Desthilatdarê dinê ji gelê Kurd, şirîkatîyek demkî dixwestin û li gor wî tevdigerîyan. Lê di dema pêvajoya destûra bingehîn de alîyê Kurd berjewendîyên xwe li ser wan ferz kir, mecbûr man statuya federalî qebûl bikin. Hemû alî li gor berjewendîyên xwe tevdigerîyan. Encam li gor biryardayînê û seknê derket holê.

Rîya duyem, ji bo parve kirina desthilatdarîyêk destûrî , şirîkatîya  federalî hat qebûl kirin. Li gor biryarên destûra bingehîn divê di nav du salan de  ew  deverên dervayî  îdara hukumeta Kurdistanê mabûn li gor maddeyê 140 bihatia çareser kirin. Lê mixabin Baxda û şirîkên xwe maddeya 140 cîhbicîh nekirin, rê li ber çareserîyê girtin, û problemên nû ava kirin.

Piştî du salan şûnde, li gor biryara destûra bingegîn pêvajoya REFERANDÛMê dest pê kir. Lê belê nîzama dijî gelê Kurd, dewletên dagirker û welatên Ewropayî astengî derxistin, problemên sîyasî û darayî roj bi roj zêde kirin. Tirk, Ereb û Ecem li gor peymana Sadabatê li dijî gelê Kurd kemîn û îtîfaqên dizî pêk anîn. Ji bo berjewendîyên gelê Kurd têk biçe cardin dest bi dek û dolaban kirin.

Neyarên gelê Kurd hewldan ku, li Kurdistanê, bi alîkarîya partî û rêxistinên  hevalbendên xwe naqokîyên îdarî û civakî geş bikin. Pêvajoya dewletbûnê têk bibin.  Lê belê rêvebirîya Kurdistanê bi şêweyek çêkir û aqilyane wan probleman îdare kirin.

Li başûrê Kurdistanê, li dîyaspora, li bakûr, rojhilat û rojevayê Kurdistanê daxwaz û hêvîyên referandûmê gihîşti bû astek bilind. Bandora daxwazên civatê li ser partî û rêvebirîya Kurdistanê tesîrek mezin çêdikir.  Dîrok, ev erkê pîroz  li ser hukumeta Kurdistanê û birêz Serok Mesud Barzanî ferz kiribû. Divêt rojekî zûtirîn wê rola xwe bicîh banînan.

Weke hûn jî baş dizanin, di bin biryara referandûmê de imzeyên 32 partîyên Başûrê Kurdistanê  heye. Ev biryar bi şêweyek hevpar û yek dengî  hat girtin. Di arşîvan de daxuyanî û nûçeyên wê demê gelek hene. Di destpêkê de hemû partî alîyên sîyasî şirîkê wê biryarê bûn. Lê mixabin di nav demê de hinek partîyên di bin bandora Îranê de dest bi xirabî û astengîyan kirin. Xwestin di bin navê “bihara Ereban” de li Kurdistanê alozî û qeyranên sîyasî pêk bînin. Nebîyên Baasîyan û yên ittihat Terakîyan bi hevra ji rewşê xwestin wezîfekî bigirin lê belê hukumeta Kurdistanê bi şêweyek aqilane wê pêvajoyê îdare kir. 

Berîya destpêka şerê DAİŞê hukumeta Kurdistanê li ser sînorên başûrê Kurdistanê dest bi amadekarîya hewldanên xwe parastinê kir. Bi taybetî  jî, li  cihê stratejîk û ew dewerên naqokî lê zêdebûn dest bi kolandina mewzîyan kir. Lê mixabin weke hemû deman cardin xêrnexwaz û xulamên dagirkeran li dijî hewldanên parastinê dest bi propagandayên reş kirin. Alîger û çepên Tirkan, Erebên nijadperest bi şêweyek sîstematîk mobîlîze kirin û li dijî hukumeta Kurdistanê tevgerîyan.

Li gor xwendin û nêrîna min DAİŞ organîzasyonek navnetewî û operasyonele! Di destê xwedîyê xwede kilîda alozî û hilweşandinê ye. Bi taybetî ew dewletên kurdistan di nav xwe par kirinê xwedîyê DAİŞê ne. Şerê DAİŞê, şerê li dijî dagirkeran û li  dijî nîzama dijî gelê Kurd e. DAİŞ bi çek û alavên pêşketî û giran hatibû amade kirin. Di demek kin de, ji 72 welatan “şervan”, kûjer û makînayên mirinê li heremê kom kirin. Bi deh hejaran kûjer bi rîya asmanî û ya erdê, di bin kontrola dewletên dagirker de şandin qada “cîhadê”. Kurdistan di dema  Moxolan de, di dema Timûr leng de, di dema Îskenderê Makonî de, di dema Bîzansî û Romayan de, di dema Selçûkî, Fethên îslamî û dema Osmanî de cardin bûbû qada “cîhadê”.

Biryar û encamên referandomê tenê bi başûrê Kurdistanê û hukumeta kurdistanê ve negirêdaye. Ev biryar û encamên referandomê hemû beşên Kurdistanê û diaspora Kurd girê dide. Ev biryar, ji bo qedera Kurdistana mezin rolekî dîrokî bi cîh tîne. Referandom bi qasî tapûyê Kurdistanê ye, ewqas jî mîsongerîya dewleta Kurdistanê ye. Divê em bi asoyek zelal, kûr û dirêj li ser mijarê rawestin, bi nîrxînin û encamên erenî jê bigirin.  Li hemû beşên Kurdistanê gelê Kurd bi têkoşîn û berxwedanek mezin gav bi gav xebatek nistimanperwerî pêkanîye. Referandûm encam û morkirina hemû xebat û keda şêhîdên Kurdistanê ye.

Ev tapûyê me bi dest xistîye, encam û keda têkoşîna sed salên dawîyê ye. 25 îlonê 2017 an ji bo gelê Kurdistanê rojekî pîroz û dîrokîye. 25 Îlonê berbanga dewletbûna Kudistana mezine… 25 îlonê ked, xebat, hewldan û berdewamîya têkoşîna şehîdên Kurdistanê ye.

25 îlonê encamê û berdewamîya, berxwedan û serhildanên hemû beşên Kurdistanê yê. Wêneya meşa ji Mahabadê heta Sovyetê ye, wêneya şoreşa îlonê ye, wêneya şoreşa gulanê ye. Wêneya têkoşîn û Wêneya  jenosaîd, komkujî, qetlîma, şewitandin û hilweşandina Kurdistanê ye. Wêneya Halapçe û ENFALê ye. Encamên xebata tevgera netewî ye.

Rast e, referandûm kilîda serxwebûnê, mîsongerîya tapûyê Kurdistanê ye. Lê bi pêkhatina referandûmê pêvajoya dewletbûnê û serxwebûnê destpêkirîye. Sinif sîyasî divê bi asoyek zelal dest bi damezrandina “mala Kurdî” bike.  Bi odeyek (xurfeyek) em azad nabin, divê awahîyek mezin, qesrek bi navê Kurdistana mezin bê damezrandin ku xwedîtî li gelê Kurd ( Bakûr, Başûr, Rojhilat,Rojeva û Diaspora) bike. Îro temsîlîyet xeta netewî û serkêşîya damezrandina Mala Kurdî di sutîyê Birêz Mesûd Barzanî de ye. Hêvîdarim rayadarên Başûr û Serok Mesûd Barzanî ne tenê ji bo Başûr ji bo hemû beşên Kurdistanê û ji bo Kurdên derva-diaspora sîyasetek aktîf û guncav bi rêve bibin. Ev hêvîya hemû Kurdên dilsoz û dewletxwazane ye. Divê em baş bizanibin, statuya herî xirab û lawaz ji bê statuyê û tunebûnê çêtire! Hêwîdarim baregeha Kurdistanê wê rê li ber derîyên xerê veke û bi sîyasetek nûjen hevîyên gelê Kurd xurt bike…. 25 îlonê 2020 AMED

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *