Ronesans (firansî renaissance/ italî rinascita)

Siddik BOZARSLAN

Maneya gotina Ronesansê, ji nû ve zayîn e ku ev li Ewrupayê rastê pêvajoya sedsala 15an tê û li hemî Ewrupayê belav dibe. Ronesans, li ser vê bingehê ava bû û geş bû:

Cîhana ku em lê dijîn, ercîyayê lêkolînê ye. Însên, hebûneke bi hêz e û bi vê hêza xwe dikare gelek serfîrazîyan bi dest bixe. Însên, divê timî di nav hewildanê da be û ev karekî birûmet e. Heqîqet ango rastî, tişteke xweş e û girêdayê vê rastîyê ye. Cîhana ku em lê dijîn, hew qas derekî balkêş e ku ne pêwist e em li cîhanên dî bigerin.

Wê demê li Ewrupayê cîyên herî dewlemend û pêşketî, cîyên dewletên bajarî yên biçûk wek Floransa, Venedik (Îtalya), Britanya, Fransa, Portekiz, Hollanda bûne û bazirganên van deran jî jibo zayîn û pêşketina Ronesansê piştgirî dane nivîskar, ronakbîr û sen´etkaran û wan parastine.. Bi awayeka dî ji wan ra pêşevatîyê kirine.

Burkhard ku li ser Ronesansê lêkolîn kirîye, ew; ”Ronesans, kifşkirina însên e” dibêje û neheq jî nîne. Di Serdema Navîn da li Ewrupayê zêde qedrê însên nedihatin girtin. Dadgehên Engizisyonê (yên dêran/ kilîseyan) bi sedan, hezaran û dehhezaran kesên bêguneh kuştine. Keşeyan, di muqabilê menfeet û bertîlan da gunehên însên efû kirine, heta li bihiştê (cenetê) jibo kesan cî firotine. Bi gotineka dî, wê demê, mantik û esasên însanî wenda bûbûn. Lê çîn û tebeqeyên dewlemend çêbûne ku wan sen´etkaran û ronakbîran parastine. Bi tabîreka dî, wan ji bizava Ronesansê ra rêbirîyê kirine. Bi taybetî bi karanîna matbaayê ku bûye wesîleya çapkirina kitêb û tiştên nivîskî û ev jî bûye alîkarîyeka mezin da ku kitêbên ronakbîran zêde belav bibin û bên xwendin.

Ronesans ku li Îtalyayê despêkir, di demeke kurt da li seranserê Ewrupayê belav bû. Ew li Fransayê di warê sen´et (çand) da, li Almanyayê di warê resim û tabloyên olî (dînî) da, li Britanyayê di warê edebiyatê da û li Spanyayê di warê resim û edebîyatê da geş bû. Wê demê li Îtalyayê sen´etkarên navdar wek Leonardo da Vinci (1452- 1519, ew hem heykeltraş, hem mîmar û hem edebiyatnas bû); Mikelanj (1475- 1564); Rafael (1483- 1520, ressam) mirov dikare bijmêre. Li Îtalyayê di bizava Ronesansê da afirandinên (eserên) edîbên yunanî û romayî wek Tacitus, Sophokles, Domosten, Platon, Çîçeron û Virgil careke dî derketin meydanê. Nivîskar û kesên fikirî wek Machiavelli, Ariosto (1474- 1535) û Tasso (1544- 1595) bi eserên xwe navdar in.

Felsefeya nivîskar, filozof, dîrokzan û siyasetmedarê navdar Niccolo Machiavelli   (3. 5. 1469 Florens İtalya- 21.6. 1527 Florens İtalya), bûye politika hemî dewletên cîhanê ku menfeeta dewletan û rêvebirên wan di pêşîya her tiştî da ne. Wek em pê dizanin Machiavelli, bi kitêba xwe ya meşhûr ”Qral- Hukumdar” tê naskirin.  Loma dezgah û sazîyên navdewletî ango navneteweyî jî di vê çarçoveyê da divê werin nirxandin. Divê ez bidim nîşandan ku N. Machiavelli  jibo Leonardo da Vinci, Aristoteles, Platon, Dante Alighleri, Erasmus av Rotterdam bûye wek idolek. Gelek balkêş e ku fikrên N. Machiavelli  li Îtalyayê hem jibo Benito Mussolini ku li Italyayê wek bavê faşizmê tê qebûlkirin û hem jibo Antonio Gramsci ku mîmarê partiya komunist li Îtalyayê tê naskirin, dibe rêbir (rêber). Bi tabîreka dî hem Mussolini û hem Gramsci, wî ji xwe ra wek ideologek û idolekî rênîşandanê dîtine û di wê çarçoveyê da xebatên xwe yên siyasi afirandine.

Li Fransayê geşbûna edebiyat û fikrî ji Îtalyayê xurttur bû.  Ronsard (1525- 1585), Montaigne (1533- 1592, kitêba wî ”Ceribandinan” li cîhanê meşhur e), Rabelais (1495- 1555) wek çend navdarên fikrî tên naskirin. Pierre Loscot, Koşka Louvre çêkirîye û Koşka Tuileries jî Jean Bullant çêkirîye ku wek du mîmarên navdar tên jimartin. Li Almanyayê zêdetir guhertin di dîn da çêbû. Li wir di bizava humanizmê da navdarên wek Erasmus (1467- 1536), Röklen (1452- 1522 û Luther (1483- 1546) tên naskirin. Li Britanyayê di warê şanoyê da (tiyatroyê) yê ku zêde bi eserên xwe ve tê naskirin Şekspir (1564- 1610) e. Li Spanyayê jî Cervantes (1547-1616) wek nivîskarê meşhur ê Donkişotê tê naskirin. Kopernik (1473- 1543) jî li Polonyayê navdar e ku gotiye dinya li derdora rojê digere.

Wek encam mirov dikare bêje ku, dîtina Skolastik (dîtina Dêrê-Kilîseyê) hilweşîya; bi tabîreka dî otoriteya dêrê û keşeyan hilweşîya û di şûna (dewsa) wan da fikrê zanînê (pozitif) bûn serdest û ev jî bi xwe ra Bizava Reformê da despêkirin. Geşbûnî di teknikê û îlmê da xurt bû û ev bû semedê zanebûna dîtina cîhanî di derbarê ilmê, se´netê û edebîyatê da. Faktora însên li Ewrupayê ber bi pêşve çû û însên êdî xwedî li mafê xwe derdiketin. Ev jî bû semedê pêşevatîya kargêrîya Ewrupayê ku bi her awayî geş û xurt bibe.

Ji alîyê gelek ronakbîran ve tê gotin ku Michel de Montaigne (1533-1592), filozofêkî navdar e û mohra xwe li duwayîya Renesansê jibo Fransayê xistîye; loma min xwest piçek zêde behsa wî bikim. Ew bi kitêba xwe ya bi navê Ceribandinan nav daye.

Sainte- Beuve îddîa dike ku navdarên wek La Bruyère, Montescquieu û Jean-Jacques Rousseau; pê îftîxarê kirine ku Montaigne texlîd bikin û wek wî tiştan biafirînin.  Ez dixwazim çend navdarên ku di derbarê Montaigne da hin tiştan gotine, dîtinên wan bi kurtayî li jêr rêz bikim:

Grimm: “Montaigne, ew zilamekî wek Xweda (ê) ye, di nav tarîtîya sedsala XVI. da bi tena serê xwe şewqa ronahîyê ya zindî û paqij çirisandîye; encax di dema me da, dema rastî û fikrê felsefî ketin cîyê bawerîyên- vala (batil) û paşverûtîyê, hat têgihîştin.

Lanson: “Montaigne, ragihandîye ku Ronesansa Fransayê tevav bûye û serdema klasik despêkirîye.”

Pascal: ”Hemî tiştên ku min di Ceribandinan da dîtiye, ez wan ne di Montaigne da, lê di xwe da dibînim.”

Jibo min jî Kitêba Ceribandinan, baxçeyeke gelek xweşik e. Tê da gelek darên fêkîyan hene. Digel wan daran, têra xwe gul û çîçekên tewratewir ên xweşik jî hene. Carna, ez dema diwestim û naxwazim tiştek bixwînim ango binivîsim; ez diçim nav vî baxçeyê xweşik û digerim.  Geh hin gul û çîçekan bihn dikim ku bihnên wan yek ji yekê xweştir in; geh li bin darên fêkîyan radiwestim, bêhna xwe berdidim, li wan mêweyên xweş dinêrim û yên dilê min diçin´ê, tam dikim û piştî bêhnvedanê careke dî  vedigerim nav karên xwe yên nivîsîn û xwendinê. Loma ez dixwazim nifşên me yên nû, bi taybetî xort û keçên kurd vê kitêba hêja peyda bikin û timî li ber xwe daynin. Ez bawer dikim ku ev kitêb bi gelek zimanan heye û ya li ber min, tirkî ye. (Michel de Montaigne, Denemeler, Türkçesi Sebahattin Eyuboğlu, Cem Y. İstanbul)

Lê divê berîya kitêba ceribandinan ez behsa Mem û Zîna Ehmedê Xanî yê nemir û behsa du cildên Kitêba Baxçê Zimên bikim ku Seydayê M. Emîn Bozarslan nivîsîye. Jibo min ev sê kitêb jî jibo her kurdên ku bi xwendin û nivîsînê mijul dibin, divê li ber xwe peyda bikin. Di beşeka dî da ez li ser Mem û Zînê rawestîyame, loma li vir ne hewce ye ku dubare bikim. Tenê divê bidim xuyakirin ku jibo hemî kurdên neteweevîn û kurdevîn, Mem û Zîn, Kitêbeka Muqaddes were qebûlkirin û li gora wê qîmeta wê bê girtin. Hem Mem û Zîn û hem du cildên Baxçê Zimên, jibo me sê baxçeyên cuda yên darên fêkîyan û gul û çîçekan in ku divê mirov car carna li nav wan bigere, bîhna xwe berde û ji wan fêdeyan werbigre ku ez jî welê dikim. (M. E. Bozarslan, Baxçê Zimên C. 1 W. Deng, 2008 Amed 596 rûpel, C. 2, 758 rûpel)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir