Romanek Epîstemolojîk ”ÇÎROKA BAHARÊ”

Lokman Polat

Ev nav, navê romana kurdê nivîskar Yucel Muhtar Kazaz ê ji bajarê Bedlîsê ye. Herçiqas navê pirtûkê ”Çîroka Baharê” be jî pirtûk pirtûka çîrokan nîn e, roman e. Peyva bahar bi kurdî bihar e. Ji xwe ev peyv peyveke kurdî ye, tirk vê peyva kurdî weke bahar bikar tînin.

Nivîskarê romanê Yucel Muhtar Kazaz e. Roman di nav weşanên ”Doz”ê de li Stenbolê derketiye û 320 rûpel e. Li dawiya pirtûkê çend wêneyên bajarê Bedlîsê yên dema berê, dema kevn a dîrokî hene. Di berga romanê de wêneyên Bedlîsa kevn û jineka çekdar hene. Jinik naşibe jineka kurd, dişibe jineke biyanî ango weka jineka çekdar a Tamîlîyan e. Li alî paş berga pirtûkê jî çend gotinên Azad Sagniç û Baran Zeydanlîoglu yên derbarê pirtûkê de hene.

Dema ez berhemeke edebî a kurdekî nivîskar ku bi tirkî dinivîse dixwînim, heger ez berhemê biecibînim, di dawiya xwendinê de dibêjim; ”Xwezî ev berhem bi kurdî bihata nivîsîn û herweha berhemeke aîdê wêjeya kurdî bana û di nav refên pirtûkên kurdî de cihê xwe bigirta.” Romana Yucel Muhtar Kazaz yek ji wan romanane ku xwezî bi kurdî bana. Digel ku derbarê vê romanê de hinek rexneyê min hene jî, roman romaneke serketiye, baş e û hêjayê xwendinê ye. Herdu romanên Azad Sagniç jî ku naverokên wan balkêş in, bi tirkî ne, xwezî ew jî bi kurdî bana.

Romana ”Çîroka Baharê” ya bi tirkî romaneke bajarê qedîm Bedlîsê ye. Lê qada romanê û bûyerên ku di naveroka romanê de pêk tîn, cîhana romanê netenê Bedlîs e, digel wê Serhed e, deşta Mûşê ye, Varto ye û herêma Dêrsimê ye. Roman weke belge romanek û herweha weke romaneke epîstemolojîk e. Agahdarî û dîmenên dema sed, sedûpêncî sal berê radixe ber çavên xwendevanan. Di nav kurdan de tê gotin :”Jiyana her kurdekî dikare bibe roman.” Ez li vê gotinê vê jî zêde bikim. Dîroka her bajarek, navçeyek kurdan dikare weke belgeromanên dîrokî û hunerî were nivîsîn, were afirandin.

Di nav gel de dihatin gotin, li Bedlîsê piranî kurd û bi hindikayî ermenî hene. Tirk/tirkmen weke hejmar li bajarên kurdan pir hindik in. Ew jî piraniya wan ne wek ahaliyê runiştvan, weke karmendên dewleta dagirker, leşker û polîs in li bajarên kurdan hene.

Di romanê de nakokiyên olî ku dibe sedemên xirabiyan tê rave kirin. Ermenî du zarokên kurd dikujin. Kurd li pey tolhildanê gelek ermenî qetil dikin. Malbateke ku jinên wan Ermenî ne lê ji ber tirsa kuştinê bûne misilman, herî pir dijayetiya ol û mezhebên din dik in. Kurdên sunî dijayetiya kurdên Alewî dikin. Keçeka bi nave Nasîbe didine yekî Vartoyî, keçikê dizewicînin, lê paşê pê dihesin ku zava Dêrsimî ye, Alewî ye, diçin bizorê keça xwe ji mala mêrê wê tînin û dikine axurê, dixwazin wê bikujin. Cahiltî, nezanî û korfamiya olî, însanan dixe halekî nebaş.

Lehenga romanê ku navê xwe daye romanê Bihar e. Bihar keça Şero ye. Şero yan Şêro.. Heger şewqe bidî ser tîpa E yê bikî Ê şero dibe şêro. Kurdî zimanekî weha dewlemend e ku herfek/tîpek were guhertin peyv dikare bibe peyvek din û maneya peyvê were guhertin. Bihara keça Şero di nav hewladanê de ye û dixwaze keçika ku kirine axurê û tu sucekî wê tune xilas bike. Ew dibêje ”Ma sucê keçikê çi ye. Malbat ew zewicandiye daye yekî Alewî. Çima keçikê tawanbar dikin.”

Bavê Nasîbeyê ker û ehmeqekî dera hanê ye. Hem keça xwe wî bi xwe daye mêr û hem jî dema pê dihese ku zavayê wî Alî Haydar Alewîye, wî tîne dike axurê û ji bo keçik nereve neçe cem mêrê xwe, di axurê de wê girê dide. Ev çi bavekî ehmeq, cahil û bêwijdan e.

Piştî demekê, keça wî ji hiş diçe, dîn dibe. Li ser dînîtiya wê, ji eqilê xwe çûyin û bêhişiya wê, malbata wê suc dixe stuyê mêrê wê, mêrik tawanbar dikin, dibêjin; ”Mêr nivîşt çêkiriye lewre jî ew dîn bûye.”

Ji bo fêmkirina dema Siltan Abdulhamîd, Îtihad Terakî û destpêka damezrandina Komara Tirkîyê, agahdariyên zanistî yên derbarê wê demê de jî ev roman berhemeke hêja ye.. Ev agahdarî û gelek agahdariyên din û herweha fikir, raman û dîtinên felsefî, rengekî epîstemolojîk dide romanê. Maneya epîstemolojiyê; zanîn e, felsefeya bîr, raman û zanînê ye. Peyveke grekî ye. ” ἐπιστήμη, epistēmē” yanî zanîn e, raman e. Di nav edebiyata cîhanê de cureyek wêjeya agahdarî an jî romanên agahdarî hene. Ev roman cure romanên ku bi zanînê ve mijûl dibin e. Di wan romanan de, digel hûnandina bûyer û serpêhatiyê leheng û fîguran, derbarê demê û rewşa civakê de agahdarî hene. Romanên epîstemolojîk xweza, çavkanî û çarçoveya zanînê, rastdariya epîstemolojîk, eqliyeta baweriyê û gelek mijarên din dinirxînin. Ev cure roman mirov dide fikrandin, teşwîqê lêgerînê, lêpirsînê dike û derbarê gelek mijaran de tişt fêr dibe. Ev hemû tişt di romana ”çîroka baharê” de hene. Û lewre jî min wê bi vî navî nav kir û nirxand. Di nav edebiyata cîhanê de, romaneke bi vî rengî, ango romana epîstemîk romana nivîskarê Îranî A. Şirvan Miandjî ya bi navê ”Zilamê Aromatîk” e. Di romanên epîstemîk de û herweha di romana ”Çîroka Baharê” de, nivîskarên romanên epîstemîk, bala xwendevanan dikşînin ser xeletiya baweriya kor, baweriyên ku nerastin, lê di nav xelkê de belav bûne û pê têne bawer kirin, rastiya ku her kes wekî rast dipejirîne, dibe ku ne rast be, û ya herî girîng jî, peyama ku divê mirov berî ku jê bawer bikin, pirs bikin, lêkolîn bikin û ceribandinê bikin dide xwendevanan.

Di romana ”Çîroka Baharê” de dema Siltan Abdulhamîd, şerê sala 1893 a di navbera dewleta Osmanî û Rusan de, rêxistina Îtîhad û Terakî tê qal kirin. Ev ravekirinên gelemperî û agahdariyên dema bihurî ya dîrokî naveroka romanê dike wek çavkaniya dema nêzîk a bûyerên ku di wê dema dîrokî de hatiye qewimandin. Serlehenga romanê navê wê Bihar e, ev Bihara ku navê xwe daye romanê, weke sembola keç û jinên kurd ên jîr e, jêhatî ye, bêtirs e, çalakvan e, leheng e. Lê ew jî însan e, dilê wê jî heye, hest û ruhê wê jî weke her keçika ciwan pêl dide. Dilê Biharê dikeve kurikê Ermenî. Kurik navê wî Nîkol e, lê ji bo ku bûye misilman navê wî kirine Nîhad. Malbata ku keça xwe ji cem mêrê Alewî anîne, kirine axurê û bûne sedemê dînîtiya wê, dê Biharê bidin Nîkolê Ermen?

Di esasê xwe de Nîkol nebûye misilman, ew li ser baweriya xwe a Îsewî ye, ango xirîstiyan e. Her çiqas navê wî kirine Nîhad jî ew xwe nemisilman, xwe Ermenî û Xirîstiyan dibîne. Ji xwe têkiliya wî bi çeteyên Ermeniyan re heye û ew bi dizî alîkariya çekdarên Ermenî dike.

Di romanê de, di dabeşa sernavê wê ”Varto” de agahdariyên derbarê Alewiyên Vartoyê de, şîroveyên gelemperî yên ku xwe wekî Alewiyên tirkmen dibînin û ji Mistefa Kemalê dîktatorê celadê Kurdan hez dikin (Nivîskar/vebêj ji bo M.Kemal nabêje diktator û celad, viya ez dibêjim) agahdariyên derbarê serokê rêxistina Azadî Xalid Begê Cibrî û eşîra Cibran de, Bînbaşî Kasimê xayin ku Şêx Saîdê nemir dabû girtin, serok û birêvebirê serhildan û berxwedana Koçgirî Alîşêr de agahdarî hene û ji alî vebêjê ve şîrove hatiye kirin. Herçiqas roman weke romaneke nîvbelgesel roman be jî, di esasê xwe de romaneke etîmîlojîk e.

Di romanê de tê qalkirin ku, dema kurdên Koçgirî serî hildidin, serhildan pêk tînin, kurdên Dêrsimê piştgirî nakin, dema serîhildana Şêx Saîd de jî kurdên Alewî yên herêma Dêrsimê û Vartoyê piştgirî nakin. Û paşê jî dora wan tê, Mistefa Kemalê ku Alewî jê hez dikin, dibe celadê wan. Bi fermana wî kurdên Alewî têne qetilkirin.

Di dema dîktatoriya Mistefa Kemal û Îsmet Înunu de gelek eşîr, gundî û malbatên kurd sirgûnî bajarên rojavayê Tirkiyê kirin. Dewlet û hukumata kemalîst a zilimkar, Kurdan sirgûnê bajarên Edîrneyê, Bursayê, Çanakaleyê, Balîkesîrê, Îzmîrê, Aydînê, Samsunê û hwd, kirin. Gelek kurd di rê de mirin, çûn ser heqiya xwe. Gelek kurd di wan bajaran de man û zarokên wan asîmîle bûn, xwe wek tirk dihesibînin. Malbata Biharê jî tê sirgûnkirin, lê Bihar, apê wê yê nexweş û Nasîba ku dîn bûye, xwe di goma Melle Mîrza de berşê didin, ew naçine sirgûnê.

Alî Haydarê Alewî ku ew jî yek ji lehengê sereke ê romanê ye li pey jina xwe digere, tê bajarê Bedlîsê. Nîkol dibîne û bi alîkariya wî diçe jina xwe Nasîbeyê dibîne. Û li cem wan dimîne. Nîkol ji Alî Haydar re dibêje ku ew û Bihar ji hevûdu hez dikin û dixwazin bi hevre herine Stenbolê.

Hevaltiya hersêyan, rêwîtiya wan a ji Serhedê heta Dêrsimê, bûyerên ku di rê de têne serê wan bi berferehî/teferuat hatiye qal kirin. Di rê de hem Alî Haydar û hem jî Nîkol birîndar dibin. Ji bo birîna Nîkolê Ermen giran e, ew paşê dimire. Çend çalakiyên  mêrkujî û leşkerkujiyê navê Biharê wek leqab weke nasnavê ”Roviya Reş” belav dibe û di nav xelkê de çalakiyên wê dibe wek efsane.

Di romanê de behsa serhildêrên çekdar ên Dêrsimê û şerê wan ê li hemberê artêşa dagirker a dewleta Kemalîst a tirk jî tê kirin. Piştî mirina Nîkol ku Biharê jê hez dikir, Bihar jî bo tolhildanê beşdarî çalakiyên serhildêrên çekdar ango şervanên Dêrsimê dibe û li hemberî artêşa dagirker a Komara Kemalîst şer dike. Bihar û Alî Haydar piştî demek di ser mirina Nîkol de derbas dibe, ew jî dikevin kemînê û tên kuştin.

Di romanê de behsa serîhildana eşîra Bûban ku eşîreke kurdên zaza ne tê kirin. Serîhildan û paşê sirgûna kesên, malbatên vê eşîrê bi berferehî tê qal kirin. Agahdariyên derbarê sirgûnê de rengekî etîmolojîk daye romanê û naveroka wê hîn pirtir dewlemend kiriye.

Di romanê de, evîna keçeka kurd û xortekî Ermen, zewaca Kurdekî Alewî û keçeka sunî a kurd, hevaltiya Ermeniyek û Alewiyekî kurd bi hunereke edebî, bi berferehî hatiye rave kirin. Zimanê wê jî ango tirkiya romannivîser ji tirkiya gelek nivîskarên tirk û ji tirkên/tirkmenên ku tirkî diaxifin baştir e.

Di ciyekî romanê de, behsa xirabîyên Îtihad Terakî, birêvebirê vê rêxistina faşîst û nîjadperest Enwer û Talat Paşa tê kirin û ji wir davêje Îsmet Înonu. Lê qet qala Mistefa Kemal û xirabiyê vî dîktatorê celadên Kurdan nake.

Di dema damezrandina Komara Tirkîyê de û hetanî sala 1938, li hemberî Kurdan çi xirabî, çi zilm û zordestî hatiye kirin hemû jî bi fermana M. Kemal hatiye kirin. Çi kirine M. Kemal û Î. Înonu bi hevre kirine..

Diyar e nivîskar ji zagona parastina M. Kemal tirsiya ye, loma li dijê Mistefa Kemal tiştek negotiye, rexne lê negirtiye.. Dema mijar herêma Dêrsimê be, divê mirov rexne li kurdên Alewî ên li Dêrsimê jî bigre. Piranîya kurdên Alewî ji celadên xwe, ango ji M. Kemal hez dikin, di malên xwe de wêneyên wî dadilqînin, hinekên wan jî dibêjin em tirkmen in ji Xorasanê hatine Dêrsimê..

Ez nivîskarê romanê nas nakim. Tenê dizanim ew kurd e û ji Bedlîsê ye. Helwesta wî a siyasî, fikir û ramanên wî ên îdeolojîk, polîtîk çine ez nizanim. Dibe ku ew jî weke hinek Çepên Tirkan û Kemalîstên Kurd, M. Kemal antî emperyalîst dibîne, yan jî weke Troçkîstan û Rizgarîciyan M. Kemal Bonapartîst dibîne, loma jî li hemberê feodalîzma kurd, feodalên kurd ewqas dijayetî dike, lê ji bo M.Kemal yek gotineke dijayetî bikar naynin û kirinên wî yên xirab dike stuyê Îtîhad Terakî û Îsmet Înonî. M. Kemal bi xwe Îtîhad Terakîcî bû, dijminê kurdan bû û bi fermanên wî artêşa dewleta wî, li hemberê kurdan zilm û zordarî kir, kurd kuşt in, hebûna kurdan înkar kirin.

Nivîskar bi devê Alî Haydarê Alewî ê Dêrsimî li hember şêx û axan gelek gotin dibêje, rexne li wan digre. Lênêrîna Alî Haydar a li kurdan û dîtinên wî yên ji bo doza netewa kurd dîtinên çepîtiya klasîk a Lenînîstan e, cih bi cih jî dîtinên kemalîstan e. Ji xwe ew ji bo Lenîn dibêje ”Westa” û gotinên wî pêşkêş dike. Weke ku di salên navbera 1975 û 1980yî de çepan digotin ”Lenîn gotiye ku…” Vebêj jî bi devê Nîkolê ermen û Alî Haydarê Alewî dibêje ”Westa gotiye ku…” Di dîtinên Lenîn de jî û di dîtin û gotinên ku vebêj bi devê Nîkol û Alî Haydar dide gotin de jî rastiya realîteya doza neteweya kurd û Kurdistanê tune. Di mentalîteya çepîtiya klasîk a beriya salên heştêyî de li dij axa, beg û şêxan helwest wergirtin hebû, li dijê Barzaniyan bi ser navê antî-feodalîzmê dijayetî hebû.

Di vê gotarê de pêwîst nake ez şaşîtiya dîtinên ”westa”yê ku ew dibêje û jê hevokan werdigre yekoyek binivîsim, lê ez vê bibêjim; Lênêrîna wî ”westa”yî ango lênêrîna Lenîn û partiya Bolşevîkan û siyaseta dewleta Sovyeta berê de gelek şaşî hebû. Lênêrîna wan a li kemalîstan, siyaseta wan a derveyî, dîtinên wan ên derbarê sosyalîzmê û kapîtalîzma dewletê, burokrasiyê,  dîtinên li ser navê riya nekapîtalîst de derbasbûtina sosyalîzmê, dewleta gel û hwd, piştgiriya wan a ji bo kemalîstan, li civînên enternasyonala komunîst de li hemberê serhildanên kurdan derketin, sirgûniya kurdên kafkasyayê û belavkirina wan a li nav komarên turkî de, bi kin û kurt ji dema Lenîn bigir hetanî dema Putîn zirara ku dewleta Rus daye kurdan li holê ye. Ev tişt êdî îro ji alî kurdên siyasî ên welatparêz û kurdperwer ve tê zanîn. Lewre jî hewce nake ku ez di vê gotara xwe a derbarê romanê de bi berferehî li ser vê mijarê bisekinim. Di nivîsên îdeolojîk, teorîk, polîtîk de, di nirxandinên siyasî de mirov dikare dîtinên çepên klasîk binirxîne, rexne bike.

Di romanê de digel ravekirina çîroka serpêhatiyên Bihar û Alî Haydar, di derbarê kurdan, ermeniyan, koçberên balkan, îtîhad û terakî, teşkîlatê mahsûsa, Enwer û Talat Paşa, Îsmet Înunî, pîr û seyidên Alewiyan û bi gelemperî rewşa dema siltanê Osmaniyan Siltan Abdulhamîd, damezrandina komara tirkan, bikaranîna programa nîjadperest a Îtîhad û Teraqî de agahdarî hene, lewre jî min vê romanê weke romaneke epîstemolojîk binav kir.

Roman hêjayê xwendinê ye. Weke min berê jî got, ez dubare bikim; Zimanê wî baş e, tirkiya wê ji tirkiya gelek nivîskarên tirk baştir e. Li hevûdu hunandin û ravekirina bûyeran, pevgirêdana beşan baş e, bi rêk û pêk e. Ji hêla ramanî ve dîtinên vebêj yên antî/feodal, hemberê şêx û axan ne tê de, dîtinên wî yên din baş in. Di naverokê de bi giranî ruhekî kurd û Kurdistanî tunebe jî, agahdariyên ji bo doza netewa kurd, zilm û zordariya li ser kurdan û dagirkeriya Osmanî û komara tirkiyê tê qal kirin, ev jî ji bo xortên kurd  û keçên ciwan ên kurd û herweha ji bo xwendevanên ku derbarê doza kurdan de zêde zanîn û agahdariya wan tunin, romaneke baş e. Ev şêwe roman ji bo ev cure xwendevanan weke çavkaniyek e. Xort û ciwanên kurd dikarin gelek tişt ji vê romanê fêr bibin, zanîna xwe pêşve bibin.

Dema ez romana yekem a nivîskarek kurd ê zimanê tirkî  yan jî kurdê nivîskar ku bi tirkî dinivîse dixwînim, heger biecibînim hem derbarê wê de gotarek danasînê û nirxandinê dinivîsim, romanê şîrove dikim û hem jî li benda romana wî a duyem im ku derbikeve bikirim û bixwînim. Kurdê nivîskar ê zimanê tirkî Yucel Muhtar Kazaz ji wan nivîskarên ku min romana wî a yekem eciband û ez li benda romana wî a duyem im. Bi hêviya ku rojeke Yucel Muhtar Kazazê kurdê nivîskar bibe nivîskarekî kurd. Ew jî weke nivîskarê kurd Îlhamî Sîdar û Suzan Samancî tercîha xwe bi kurdî nivîsînê bike û bi kurdî berhem biafrîne.

 

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *