Danasîna Mem û Zînê / Îstîare

Sıddık Bozarslan

Yek ji awayên mubalexeya di şibandinê da jî,emanetgirtina hin peyvikan e jibo hin maneyên dî, ku ji vî awayî ra bi Erebî tê gotin ”îstîare”. Ev awa jî di edebîyata klasik da gelek mequl bûye. Xanî jî di ”Mem û Zîn”ê da ev awa pirr bi kar anîye. Lê li vir em dê tenê numûneyek nîşan bidin û qîma xwe bi vî qasî bînin.

Di serê beşê 43´yan da, ku di wî beşî da qala leystina Mîr û Memê bi setrencê tê kirin, Xanî li ser hilatina Rojê weha nivîsîye:

”Fermandarê leşkerê peya û siwarên ku ji wan ra tê gotin stêr

Serokê hemî hilatîyên ber bi jor û hemî avabûyîyên ber bi jêr   

Ew sultanê ser textê tebeqeya asîmanê çaran

dema ku hilat ji alîyê rojhilat, wek serdaran”   

Wek ku dixuye, Xanî li vir stêr kirine ”leşker”, Roj jî kirîye ”fermandar” û ”serok” û ”sultan”; yanî ev peyvik bi emanetî jibo stêran û û jibo Rojê bi kar anîne. Bi peyveka dî, stêr şibandine leşkerek, Roj jî şibandîye fermandar û serok û sultanek. Jixwe îstîare jî di eslê xwe da şibandin e; lê ne şibandineka adetî ye, şibandineka pirr bilind e û di wê da şibandin digîje tepelê.

Di şibandina adetî da hem şibandî û hem pêşibandî tên gotin yan tên nivîsîn, peyvikeka şibandinê ya wek ”wek” yan ”mîn” jî di navbera wan da tê karanîn; Mesela evîndarek bêje ”yara min wek xezalek e”, ev dibe şibandina adetî. Lê belê di îstîareyê da şibandî û peyvika şibandinê nayên gotin yan nivîsîn; tenê pêşibandî tê gotin yan nivîsîn û peyvikeka wisa jî tê karanîn ku guhdar yan xwendevan bi alîkarîya wê, şibandinê fam dike. Mesela, eger evîndarek bêje ”xezaleka min heye, bi min ra dikene”, ev dibe îstîare. Wek ku dixuye, qala keçek yan yarek nekirîye, peyvikeka wek ”wek” û ”mîna” jî bi kar nanîye; lê ji ber ku qala kena xezala xwe kirîye, mirov fam dike ku mexseda wî ji wê xezalê yara wî ye.

Xanî jî di wan malikên jorîn da negotîye ”Roja wek fermandarek” yan ”Roja wek serokek” yan jî ”Roja wek sultanek”; lê belê rasta-rast ji Rojê ra gotîye ”fermandar” û ”serok” û ”sultan”. Lê ji ber ku qala stêran, hilatî û avabûyîyan û asîmanê çaran kirîye, mirov fam dike ku mexseda wî Roj e. Wek ku me got, di ”Mem û Zîn”ê da numûneyên weha gelek hene.

İlk yorum yapan olun

Bir yanıt bırakın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.


*