Romana ‘Payîz an jî Ziyab’ a Suzan Samanciyê çap bû

Romana Suzan Samanciyê ya bi navê “Payîz an jî Ziyab” ji Weşanxaneya Avestayê derket.

Bi berhemên xwe yên di wêjeya Tirkî de cihekî taybet ê Suzan Samanciyê heye.

Suzan Samanciyê piştî sala 2015an dest bi nivîsandina zimanê xwe yê dayikê kir.

Samanci vê carê, bi romana xwe ya duyem a bi navê “Payîz an jî Ziyab”digihêje xwendevanên xwe.

Vê care mamosteyeke wêjeyê ku ji karê xwe hatiye avêtin, di hişmendiya xwe ya parçebûyî de dest bi rêwîtiyekê biefsûn dike. 

Di xewn û kabûsên wê, bîra wê ya bêbinî de tiştên ku difûrin rastîyê di xwe de dihewînin.

Têkilîya bav, dê û qîzê de sêqoziyeke ecêb heye.

Herwiha ev sêqozî bi pîvanên civakî û derûnî ebra xwe fireh dikin.

Ji bo ku xerabiya bavê xwe ji bîr bike xwe dispêre pirtûkan.

Netêrbûn, dilşikestin, tirs û weswese li ser guliyên darê xwe ditelînin.

Siya bavê wê her tim li hemberî wê ye û di dil û hişê wê de wekî sayîşeke zindî ye wê roja ku bavê wê ji Toroseke spî peya dibe.

Bavê wê ku wekî dûpişkekî di nava mêjiyê wê de vedide, derziya dûvê wî li ser milê wî ye û nobedariya wê dike.

Ji wan dîmenan qet nafilite, tê ber bavê xwe, “Li min binêre bavê xapînokê xwînxwar, ez bi qedera diya xwe re bijîm jî tu li ser qedera me hikûmdariyê bikî jî êdî ev dewran çû! Ez hatim ber bavê xwe sekinîm, min xwest ez dest bi qirikê, serê wî li diwêran bixim û bêjim: ‘Gidî kujerê kujer, heqê te kuştin e!’”

Hebûna wê dibe qurmên daran ku guliyên xwe wekî jineke dilovan ber bi asiman ve gêj dikin.

Ji porên diya wê behna Nebûlayê dihat û rondikên wê gava ku dihatin xwarê dû re li erdê vediguherîn incûyan.

Suzan Samanci kî ye?

Suzan Samanci  20ê Îlona 1962an li Amedê ji dayik bû.

Wê nivîskarî wekç pîşeya xwe ya sereke hilbijart. Yekemîn helbestên wê navbera salên 1985-1987an di kovara Sanat Olayê de hatin weşandin.

Pirtûka xwe ya yekem a çîrokan bi navê  “Şev Dihele û diçe – Eriyip Gidiyor Gece” çap kir.

Pirtûka çîrokan “Behna Gezoyê ji Hêlîn ê dihat- Reçine kokuyordu Helin” (Weşanên Can, 1993) hat  çapkirin.

Pirtûka wê ya sêyemîn a çîrokan “Çiyayên Bejî Berf Girt- Kiraç Daglar Kar Tuttu” (Weşanên Can, 1996) derket û bi vê berhemê sala 1997an di Pêşbirka Çîrokên Orhan Kemal de xelata duyemîn wergirt.

Di vê xelatê de her çend Sûzan Samancî bû yekem jî lê ji aliyê “Cemiyeta Rojnamegerên Edeneyê” ve nehat qebûlkirin.

Piştî vê xelatê Suzan Samancı biryar da ku beşdarî tu xelatan nebe.

Pirtûka wê ya kurteçîrokan “Suskunun Golgesinde- Siya Bêdengiyê de” (Îletişim Yayinlari, 2001) hat çapkirin.

Romana wê ya bi navê Korkun Irmgin’da “Di Robarê Tirsê de” di sala 2004an de ji nav weşanên “Metis”ê de derket, romana wê ya bi navê  “Halepçe’den Gelen Sevgili “Evîndarê Helebceyê” ji weşanxaneya Weşanên Sellê derket.

Di sala 2016an de romana wê ya bi navê “Koca Karinli Kent” (Bajarê zik mezin) ji aliyê Weşanên Ayrintiyê ve hat çapkirin.

Cara yekem sala 2015an bi zimanê dayikê nivîsî, pirtûka wê ya kurteçîrokan “Ew Jin û Mêrê Bi Maske” ji nav weşanên Avestayê derket.

Yekemîn romana Samancî ya bi Kurdî “Mirzayê Reben 2019” û pirtûka wê ya çîrokan “Çirokên Jinên Dîl Şikestî” jî ji aliyê Weşanên Avestayê ve 2021ane hatin çapkirin.

Çîrokên wê yên hilbijartî bi zimanê Fransî  li Swîsreyê bi navê “Berçem û Rojînê”  hatin çapkirin û çîroka wî ya bi navê “Du Dayîk” sala 1997an di kovara PENa navneteweyî de cih girt.

Herwiha ji aliyê Weşanxaneya Avesta ve Reçine Kokuyordu Hêlîn, bi navê “Bajarê Mirinê” ji bo Kurdî hat wergerandin û Sukunun Golgesinde, “Siya Bêdengiyê” ji aliyê Weşanxaneya Aramê ve hat çapkirin.

Suzan Samancı ji sala 1995 heta 2011an bê navber, di rojnameyên Demokrasî, Gundem, Ozgür Gundem û Tarafê de qunciknivîskar bû.

Di sala 2008an de li Cenevreyê bi cih bû û li Zanîngeha Bastionê ya Cenevreyê perwerdeya zimanê Fransî domand.

Endamê PENa Kurd û Tirk û endamê PENa Romand a Swîsreyê ye.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *