Komkujîya Dêrsimê Rûçikê Komara Tirkîyê ye

M Baran Boskan

Bandora  şoreşa Fransa (1789-1799) bi derengî be jî li ser dewleta Osmanî jî xwe nîşan dida. Lê Osmanî xwedîyê rehekî taybet nebû; ji gelên pir cuda pêkhatibû. Malbata kiral bi xwe jî tevlihev bû , dayikên wan ji derveyê sînorê dewletê dihatin. Cudabûnîyên gelan, li gora dîn û mezheban derdiketin pêş. Piranîya desthilatdarîyê; him leşkerî û him brokrasîya rêvebirî; ji dîlgirtîyên axa û êlên navxweyî û ji zarokên sêwîyên şer û dîlgirtîyan ku di dibistanên taybet yên sêwîyan de, bi perwerdeya taybet ve hatibûn kedîkirin û  mezinkirin yanî ji kesên rehnediyar pêkdihatin. Lê van dibistanan, bi zimanê osmanî (ku ji tirkî û farisî û kurdî û erebîyek têkilhev pêkhatibû) dihatin perwerdekirin.

Di çaryeka sedsala 19an de, di nav dewleta Osmanî de jî lêgeryana netewayetî destpêkir. Lê di vê lêgerînê de, hêja rehekî taybet, zelal nexwîya bû. Tevî vê jî biryarek hat derxistin ku di hemî dezgehên dewleta Osmanî de, zimanê nivisînê û xebitandinê, bi Osmanî be. Ev bi zimanê tirkî hat bi navkirin.

Dema Komeleya Ittihat Terakî hat avakirin, armanc azadîya civakî, kêmkirina desthilatdarîya kiral bû. Lê kesên ku li rehê xwe, li nijada xwe digerîyan û nizanibûn çi ne û ji kune, tenê ziman û perwerdehîya osmanî zanibûn, xwe bi tirkbûnîyê ve kirin cilik. Ji ber ku him di desthilatdarîyê de xwurt bûn, rehekî ku hevbeş xwe pê bigirtana tunebû û pêwistîya wan bi avakirina neteweyekî hebû. Vana gurûba Jonturk avakirin û çêkirina neteweya Tirk, ji xwe re kirin armanc. Gurûba jonturk, xebata xwe bi asanî di nava dezgeyên Osmanî de pêşxistin û hêdî hêdî Komeleya Ittîhatî Terakî xistin destên xwe û ji xwe re kirin navenda xebata xwe, kesên ne wek wan û rehên wan diyar ji komelê dûrxistin.

Di polîtîkayên dawî ya sedsala 19an û destpêka sedsala 20an ya dewleta Osmanî de, xwedî bandor û berpirsîyar vê gurûba hanê ya rehnedîyar, yanî gurûba Jonturk e.Ev gurûb avakarê Komara Tirkîyê ye.

Ji ber vêye ku Komara Tirkîyê, him îdareya Osmanîyan red dike, lê li kiryarên wan yên dawî xwedî derdikeve û tu lekeyê jî nayne ser.

Xebata vê gurûba hanê, ji gelên busulman neteweyek bi navê Tirk ava bikin. Ji bona vê, her rê û rêbaz ji xwe re rewa dîtin. Di vê rêya hanê de kuştin, rûxandin, talankirin, wêrankirin her rê û rêbaz hatin sihêtî kirin.

Gelek ji van gelan, ji rehên xwe bi dûrketibûn, belav bûbûn. Gelên ku nebisilman, ji xwe ji hev de xistibûn, yên hatibûn kuştin, yên hatibûn derkirin û hinekên ku mabûn jî hatibûn bêdeng kirin.

Kurd, li ser axa xwe dijîya û bi piranî nehatibûn pişavtin. Ji ber vê jî li hember projeya avakirina neteweya Tirkbûnî metirsîdar bûn. Loma bi dijwarî û hovîtîyek mezin, hêrîşî kurdan kirin. Ev ji bona wan, rêya man û nemanê bû. Ev polîtîkaya hanê, heta roja îroyîn jî carcaran hinek siviktir, yan dijwartir, lê bê rawestan didome.

Di destpêka avakirina Komara Tirkîyê de, li hember serhildana Koçgirîyê, tevlî kuştin û talan û wêrankarîyê, hinek jî bi dekûdolaban û sozdayînê, nasîna maf û azadîyan ve buhurandin.Lê piştî lihevkirina Lozanê, polîtîka xwe bêtirs zelaltir û vekirîtir meşandin. Komara Tirkîyê, him bi Yekîtîya Sovyetê re têkilîyên xweş danîbûn û him ji serîde bi Ingilîzan re lihevhatî komar avakiribûn, Yanê ji alîyê derve ve, bi disthilatdarên cîhanî re cîyê xwe saxlem kiribûn û bi Peymana Lozanê, vê lihevkirina mohr kiribûn, ji derve tu tirsek wan nemabû.

Ji alîyek ve, vê polîtîkaya, ji dema şoreşa Şêx Seîd 1925an pê ve, li seranserê Kurdistanê, bê rawestan çi serhildanên Kurdî de û çi di bin navên serhildanên xeyalî de, heta 1938an, her sal her dem bi kuştin, qirkirin, talan û wêrankirin, şewitandin û kavilkirin û koçberkirinan ve hat domandin.

Ji alîyê din ve, bi destûrek nû ya nîjadperest, bi yasayên nû yên neteweyek nû, zimanekî nû, alfabayek nû, bi dîrokek xeyalî, bi guhertina cî û warên bi milyonan kesan, bi qedexekirina zimanên gelên jîndar û bi taybetî qedexekirina ziman, çand , dîrok û her haweyê hebûna kurdî, polîtîkayek nû hat meşandin. Yasayên  wek; Tedip û Tenkil, yasaya bicîkirinên bi zorê (Mecbûrî Îskan), Dadgehên taybet û hwd. Ev sîyasetek ku heta îro jî didome; yek al, yek netewe, yek ziman, yek dewlet, yek, yek, yek….. didome!

Kurdistan, di warê olî de, xwedî dîn û mezhebên cuda ye. Dêrsim, ji ber dînê navçeyê têkilîya wan bi Dewleta Osmanî re baş nebû. Dewleta Osmanî, wan pir diêşand. Komara Tirkîye, vê rewşa xweş bi karhanî. Loma herêma Dêrsimê bi zanatî hîşt dawîyê. Piştî bêdengkirina herêmên din yên Kurdistanê, bêyî ku tu serbuyerek taybet hebe, bi serhildanek xeyalî û provakasyonan dest bi  Komkujî û talan û wêrankirin û kavilkirina Dêrsimê kirin. Yên ji ber qirkirina wan filitîn, bi piranî koçber kirin, qîzên kurdan, ji evser û rêvebirên xwe re kirin xizmetkar û li nav malan belav kirin. Di ser de jî jibona pişavtinê, polîtîkayên pir taybet li vî herêmê meşandin. 05-05-2021

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir