ROJIN “Ji nû ve:Yeniden“

Rojîn bi deng û kesanîya xwe ya bi hêz e. Ew carna bi dengê xwe yê dilsotîn ji lûtkeya çiyayekî diherike nav dilê me.  Rojîn bi vegotina bêhempa ya melodîyên dilcoş di beşa muzîkê de xwediyê cihekî taybet e. Ew li dû navbereke dirêj bi stranên xwe yên nipînû derket pêşberî muzîkhezan.

Albuma “Ji Nû Ve” ku di heman demê de Rojin bi xwe hilberînera albumê ye. Ev album ji şirketa wê ya nû derdikeve. “Ji Nû Ve”  şeşemîn albuma hunermend e. Album bi hevkariya Ewropa Muzîk hatiye amadekirin, di albumê de bi tirkî, îngilîzî, çerkezî, kurmancî, soranî û zazakî 15 stran û 2 remîx hene. Awaz û gotinên 8 stranan yên Rojînê ne. Di pêvajoya amadekirina albumê de 40 hunermend bi 52 enstrumanên ji hev cuda beşdarî xebatên albumê bûn. Album bi hevkarîya 7 aranjoran hat amadekirin, di her stranê de giyaneke taybet a vokalê û dengê bi rengeke taybet hat bikaranîn. Strana navdar ya ku jêre klîp jî hatiye çêkirin “Deli Eylül“ „Îlona Dîn“ a Hüsnü Arıkan e.

 FAB_5078 (979 x 1469)Ji Rojînê albumeke Ji bo Jinan

Rojîn bi heterkirina (israrkirin) bi kurdî û tirkî strandinê, bi kesanîya xwe ya lêpirsîneriyê û bi terza xwe nûjen muzîkê kiriye yekreng û bi vê taybetmendiya xwe  ji salên 90î vir ve xwedîyê şêwaza xwe ya taybet e. Rojîn li gel stranên xwe yên bi şêwaza etno-popê di albuma xwe ya „Ji Nû Ve“ de bi şêwazên nû jî deng vedide; wehşeta Roboskîyê bi tengezarî û hestyariya hemû dayikên dilxemgîn distirê.

Di Albumê de DAIŞ Jî Heye

Rojîn di albuma xwe de wehşetî û hovîtiya DAIŞê ku xwîna hemû dinyayê dicemidîne bi hestyarî û çavê jinan vedibêje. Rojîn xwe wezîfedar dibîne ku firotina jinan a wekî malekî li bazaran û wehşeta serjêkirinê bigîhijîne dinyaya şareza. Bi vê mebestê strana xwe ya ku tê wateya şerm, hem bi kurdî (şerm) hem jî bi îngilîzî (Shame) distirê..

Ji Bo Bîranîna Hani Meralê…

Rojîn di vê berhema xwe de bala muzîkhezan dikşîne ser xemsariyeke me ya din; kuştin û qetilkirina jinan. Li Bedlîsê di 22yê hezîrana 2010an de jina bi navê Meral Güner ji alîyê mêrê xwe yê jê veqetyayê bi derbeya 9 kêran hat kuştin. Hawar û bangewazîyên Meralê ku çend xulek berî kuştina xwe qîriyabû û bûbû mijara kurtefîlma „Hanî Meral“ bi vegotina Rojînê ya bêhempa digîhîje muzîkhezan.

Berhema 400 Salî

Di albuma „Ji Nû Ve“ de surprîzeke din jî strana „Mahabad“ê ye. Ev stran straneke gelêrî ya kurdên Iranê ye û bi veguherînên gotinên xwe ji 400 salî vir ve tê stirîn.

“Ji Nû Ve :Yeniden”  di sibata 2015an de di hemû marketên muzîkê û platformên dijîtal de cihê xwe girt.

_0094773 (1330 x 1995)Di Derheqê Rojînê de

Rojîn di lîteratura muzîkê ya Tirkîyeyê de wekî hunermenda yekem ya bi kurdî albumeke single derxistiye û di albumê de helbesteke kurdî gotiye, cihê xwe girt.

Rojîn heta niha beşdarî gelek festîwalên navneteweyî bûye, gelek caran xelat wergirtiye, bi performansa xwe ya li ser dikê ji aliyê pisporên muzîkê ve hatiye ecibandin. Rojîn perwerdeya xwe li Zaningeha Hacetepeyê li Konservatura Dewletê ya Enqereyê di beşa şanoyê de temam kir. Rojîn di pêvajoya şanogerîya xwe de li Şanoyên Dewletê di 25 listikên şanoyê de lîst lê ji ber ku Rêveberîya Şanoyên Dewletê destûr neda wê ku di filmeke kurdî de rol bigire ji karê xwe yê şanoyê îstîfa kir. Hunermend di heman zanîngehê de perwerdeya muzîkê ji wergirt. Rojîn li gel albumên xwe bi muzîkên filman û bi çalakiyên xwe yên projeyên civatî jî balê dikşîne ser xwe. Rojîn di sala nû de bi fîrmaya xwe ya nû ya mûzîkê û bi stranên xwe yên nû serencama xwe ya muzîkê didomîne…

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *