Serok Mesûd Barzanî ji bo sala nû peyamek belav kir

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan,

Ez bi helkefta sala nû ya zayînî germtirîn pîrozbahî li welatiyên xoştivî yên Kurdistanê dikim. Pîrozbahiyê li malbatên serbilind yên şehîdan û pêşmergeyên qehreman dikim û hêviya xêr û xoşiyê bo wan dixwazim. Ez dixwazim di vê helkeftê de spasiya berxwedn û qurbanîdana gelê Kurdistanê bikim ku di qonaxên cur bi cur de rûbirûyî zorî û zehmetiyan bûn.

Spas bo Xwedayê mezin û canfîdabûna Pêşmerge û berxwedana xelkê, niha Herêma Kurdistanê ber bi geşbûn û reform û aramiyê ve gavan davêje.

Di vê rewşa aloz ya Iraqê de, me her dem daxwaza çareserkirina arîşeyan û jiyaneka serbilind bo hemû xelkê Iraqê kiriye. Me di dema borî de gelek caran hişyarî dabû ku Iraq ber bi serbejêriyê ve diçe, me her wiha gotibû ku eger pîvanên sivîl û Destûrê neyên bicîhanîn, paşeroja Iraqê dê metirsîdar be.

Em niha jî bi nîgeraniyek mezin alozî û rûdanên Iraqê dişopînin. Em di wê baweriyê de ne ku nabe aliyên Iraqî bihêlin welatê wan bibe meydana yekalîkirina nakokî û hevrikiyên hinek hêzên din.

Em bi her awayî piştevaniya daxwaziyên rewa yên xwepêşanderan dikin. Hêviya me ew e rewşa Iraqê aram bibe û her tişt bikeve ser rêka xwe ya rast. Em piştevaniya her hewl û çareseriyekî dikin ku bibe sebeba nehîştina aloziyan û bicîhatina dadperwerî û daxwaziyên xelkê. Em li dijî her hewlekî ne jî ku bibe sebeba lawazbûna demokrasiyê yan jî bibe tehdîd li ser maf û destkeftên pêkhateyan û gelê Kurdistanê. Ji ber ku sebeba serekî ya pirsgirêkên Iraqê, binpêkirina Destûrê û birêvebirina xelet û otorîter bûye.

Di warê piroseya siyasî ya Herêma Kurdistanê de jî, em piştevaniya bername û karên Serokatiya Herêma Kurdistanê, parlemento û hikûmeta Kurdistanê dikin bo birêvebirin û bicîhanîna reforman, ji ber ku xelkê Kurdistanê û piraniya aliyên siyasî vê yekê dixwazin. Em her wiha têkesî li ser bihêzkirina pîvanên pêkvejiyanê û kûrkirina wê çanda hêja ya gelê xwe dikin ku bûye sebeba biratî û aşitiyê di navbera pêkhateyên ayînî û netewî yên Kurdistanê de. Em vê pêkvejiyanê mîna reşka çavê xwe diparêzin.

Di dawiyê de ez hêvîdar im sala nû bibe sala xoşî û bexteweriyê bo hemû xelkê Kurdistanê û Iraqê û aşitiyeka giştgîr li navçeya me û cîhanê de bicîh were.”

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *