Roja Jinên Cîhanê pîroz be!

Roja tekoşîna mafê jinên hemû cîhanê. Îro li seranserê cîhanê û li her çar beşê Kurdistanê, bi egera 8`ê Adarê Roja Jinan, çalakîyên cûr bi cûr tên li darxistin, bi rêya medîa, pêşandan, civîn, meşîn, daxwîyanî, belavok û afîşan ev roj tê pîrozkirin û rewşa jinan bi hûrgilî tê aşkerekirin.

Newekhevîya jin û mêr, di kûrahîya dîroka mirovahîyê de derketîye holê; bi derketin û geşbûna çînan, ol û dewletên ku li ser asasê serwerîya mêran û parastina çînên serwer avabûn, jin jî wek milkê mêr û sinifê dudoya di qanûnan de bi cîh kirin.

Di dîroka mirovahîyê de, ne tenê jin bû bende û kole, di qonax û serdemên cuda û şêweyên cûr bi cûr de wek çîn û gelê bindest, mêr û milet jî bûn kole, keda wan hat xwarin, welatê wan hat talankirin û hatin eciqandin.

Lê di mercê koletîya çîn û welatan de jî jin bêtir hat eciqandin. Em nikarin vêya wek qedera mirovahîyê yan a jinê bibînin.

Bi pêşveçûn û guhertina têkilîyên aborî re rewşa çînan jî hat guhertin, loma vêya îzafî di rewşa jinê de jî guhertinên baştir çêkir. Tevlî ku li welatên aborîya wan pêşde çûye, rewşa jinan jî baştir e; lê welatên xizan û yên wek Kurdistanê hîn mêtingeh in, rewşa jinan gelek xerab e.

Hîna îro li bajarokê Başûrê Kurdistan li Kelar`ê jinekê xwe şewitand! Carna jî mêr yan malbat wan dişewitînin dibên; `jinê xwe şewitand.`

Lê mîna ku li hemû cîhanê tekoşîna mafê wekhevîya jinê ya bi mêr re dajo, li Kurdistanê jî berdewam e.

Destpêka tekoşîna jinan ya ji bo wekhevîya bi mêr re û bi vê armancê xwe bi rêxistinkirin, di sedsala 18 an li Brîtanya destpêdike. Pêşî hiek jinên dewlemen û karmend komeleyek femînîst di damezirînin. Helbet beşek ji van jinan neyartîya hemû mêran ji xwe re dikin armanc, lê cîhanê bi giranî femînîzm wek tekoşîna jinan ya bi mêran re xwedîyê yek mafî be belav dibe.

Lê tekoşîna çîna karker ya di sedsala 19 an de, daxwaza mafê jinên karker û wekhevîya her du cinsan jî wek armanc dide pêşîya xwe. Loma dest bi rêxistinkirina jinên karker di komele, sandîka û partîyên sîyasî de tê kirin.

Di 8 Adara 1857 an de D. Y. Amerîka li bajarê New York`ê 40 hezar karkerên jin yên raçandinê, ji bo mafê 8 saet kar û başkirina mercên kar ketin grevê. Ji bo ku polîsan êrîşî karkeran kir û di kargehê de asêkir û bi derxistina provakatoran ya şewatê re 129 karkir jiyana xwe wendakir. Ji wê rojê û pê de fîtîla tekoşîna mafê jinan hat vêxistin.

Di konferansa jinên sosyalîst yên navneteweyî ya Enternasyonala 2. ku 1910 an li Kopenhag`ê pêkhat, bi pêşnîyara Clara Zetkîn, ji bo bîranîna jinên ku di şewatê de mirin, roja 8`ê Adarê, wek “Roja Jinên Kedkar” hat pejirandin.

Di Rûniştina Giştî ya Yekîtîya Netewan (16 Kanûn 1977) de, biryar hat dan ku 8 Adarê wek “Roja Jinên Cîhanê” bêt pîrozkirin.

Bi mêtina keda jinê ya cîhana sermîyandar re, ji bo destxistina mafê keda xwe û wekhevîya bi mêr re, tekoşîna jinê jî destpêkir û li welatên sermîyandarîya geşbûyî ya lîberal gelek maf bi destxist.

Lê li wan welatan jî di gelek waran de, di navbêna jin û mêran de newekhevî berdewam dike: di warê aborî, şêdet û tecawiz, mûçeyê kêm, rêvebirî û polîtîka, bijartin û hilbijartin û hwd newekhevî heye.

Tew li welatên di warê aborî de şûndemayî, monarşîst, totalîter, teokratîk û antî demokratîk û hela welatekî mîna Kurdistanê di vê serdemê de hîna jî mêtingeh e, rewşa jinan nêzî mîna ya serdema navîn xerab e.

Li van welatan bi gelemperî jin malê mêr û yê malbatê tê qebûlkirin. Jin namûsa mêr e. Gava jin lekê bîne ser namûsa mêr; ya poz û guhê wê tê jêkirin, yan jî tê ricimandin û kujtin. Gava jin bi ya mêr neke, yan li gorî mêr şaşîyekê bike, lêdanê dixwe.

Jin ji mîrat û mulkîyetê bêpar e. Bi qelen û berdêlî tê dan. Di zewacê de gelek carî ne xwedîyê bijartinê ye; bav dikere wê di emrekî biçûk de, bi mêrekî navosere yan kal re bizewicîne.

Keç, bê biryara bav, nikare biçe dibistanê. Nabe xwedîyê kar û meslekekî ku hukum li mêr bike, yan mêr rûmetê bidê.

Li hinek deverên Efrîqa, Asya û Kurdistanê, bi egerên suneta dînî, keç tên sunetkirin.

Li Kurdistana Başûr ya azad jî li nav civatê de hîna bi giranî rewşa tade û zulma li ser jinê berdewam e. Hêvîya hemû Kurdan ew e ku li Başûrê Kurdistanê çi bi qanûnan û çi bi rêvabirîya desthilatê jina Kurd bêtir bête parastin. Çimkî li Başûr, ji bo rizgarîya Kurdistan çi tekoşîna ku ket ser milê jinan texsîr nekir û gelekî tehb û tade kişand.

Li her çar perçê Kurdistanê roj tuneye ku ji ber rewşa xerab ku jin têde ye, ji ber xizanî, tade, bawerî, urf û edetên şaş jinek neyê kuştin, yan ew xwe nekuje û neşewitîne.

Ji ber serdestîya dewletên mêtinkar, teokratîk û faşîst li ser gelê Kurd û welatê wî Kurdistan, bûye egerê şûndemayîn, bêqanûnî, bêrêxistinî, bêsazî û dezgehên parastinê, xerabî, xizanî, nezanî û eciqandina civata Kurd bi tevayî. Loma jina Kurd hêsîrê hêsîra ye. Jina Kurd him di warê netewî, him di yê çînî, him di yê cinsî û him jî di yê dînî de tê eciqandin. Vêya jî rewşa jina Kûrd, ji yên welatê serbixwe gelekî xeraptir û dijwartir dike. Heta gelê Kurd li welatê xwe nebe xwedîyê desthilatî û dewleta xwe, wê vê rewşa dijwar berdewam bike.

Nîvê civatê jin e. Di civatekê de jin ne azad be, mêr jî ne azad e. Civata ku jin lê ne azad be, ew civat, di warê aborî, demokrasî, sîaysî, kulturî, perwerdeyî, tenduristî û zanîyarî jî bi pêş nakeve. Jina ne azad, nikare zarokên tendurist, zane û jêhatî bigehîne.

Heger mer bixwaze di jîyana civatî û malanî de azad, şad û serfiraz be, divê rê li ber azadî û perwerdehîya jinê veke û mafê wê yê wekhevîya bi xwe re biparêze.

Divê jin jî heta ku jê tê feraxetê ji mafê xwe neke û tekoşîna mafê xwe bide. Ji bo pêşketin, perwerdehî û rêvebirîyê jin, zorê bide xwe û bêtir kar bike.
08-03-2014

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *