Gelê Kurd li Hollanda Newroz pîroz kir!

Newroz sembola serhildan, berxwedan û serxwebûnê ye!

Li gelek navendên Ewropa Kurd bi hestên Kurd û Kurdistanî her sal cejna Newrozê bi coş û şahî pîroz dikin.

Ev bi salan e ku li Hollanda paytextê Eyaleta Geldirland Arnhem, Kurdên her çar beşên Kurdistanê bi hev re Newrozê pîroz dikin.

Îsal jî bi amadekarîyên Komeleyên KOÇ-KAK, Narîn, Hêvî û Hîva li meydana Rijnhal`ê, Kurdên li vî bajarî û navçeyên wê, bi amadebûna girseyek Kurd, bi cil û bergên Kurdî û bi Alayên Kurdistanê Kurdên ji her çar perçeyên Kurdistanê NEWROZ`a gelê Kurd, sembola serhildan, raperîn, azadî û tekoşîna serxwebûna Kurdistanê, d bi merş, sitran û durişmên neteweyî û bi coşek mezin pîroz kirin.

Ev jî dide rêdan her ku diçe hestên netewî ji bo mirovên Kurd pêşde dikeve û xurttir dibe. Mirovên Kurd li her derê, doza rizgarî, azadî û serxwebûna gelê xwe dike!
20.03.2014

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *