Rizgarîya ŞINGAL û rewşa KURDAN!

Gava me bihîst ku herêm û bajarê Şingalê ji alî terorîstên Îslamî ve hatîye dagîrkirin, hemû mêrên ku hêsîr kirine kuştine û keç û jinên wan mîna serdema navîn ya koledarîyê bi ben û zincîran girêdane birine li mazatên Iraq û Sûrî firotine, du tişt hat hişê min:

Yek, `heta gelê Kurd li her çar perçên Kurdistanê nebe desthilat û xwedî dewlet, wê her tim di bin gefa qirkirin, talan, hêsîrtî û reva ji mirinê de be!`

Dudo, `vê carê, mîna hemû Kurdan, birayên me Kurdên Ezîdî ne bêxwedî ne; Serokekî mîna Mesûd Berzanî û artêşa Pêşmergeyên Kurdistan heye; wê pêşmerge warê wan rizgar bike û heyfa wan hilîne!`

Lê çi mixabin hin hêzên tarî, bi devê kesên Kurd, xwestin pêşmerge û rola wî ya qahreman biçûk bixin, wî wek revok û tirsonek rêbidin!

Helebet peşmergeyên ciwan bi giranî bê tecrûbe bûn û çekên ku distê wan de sivik bûn û bêhazirî hatin zevtkirin, pêşî li cîhna bû egera şikestin û bi şûnde vekişînê.

Ma li Kobanî yek tişt nebû: zêdetirî 380 gundî bêyî ku fîşekek bê teqandin, YPG gel jê vala kir û bi şûnde vekişîya!..

Tevlî van helwestên xerab û proganda reşkirinê ya li hember pêşmerge û PDK, Serok Mesûd Berzanî, Amerîkî jî razî kir, ji hêza YPG û gelê Kobanî re alîkarîya leşkerî ya ezmanî û bejayî bi rêkir.

Serokê Gelê Kurd Berzanî got: “Ez ji wer e du hezar pêşmerge bişînim!” Wan got: “Na, tenê çekên giran û sed û pêncî kes bi wan re bes e!” Ev jî nêt û rewşa wan dide rêdan!..

Ev sê roj in ku gund û bajarokên derdora Şingal ji alî pêşmergeyên qahreman ve ji dijminê gelê Kurd, terorîstên Îslamî tên paqişkirin.

Îro jî pênc hezar Pêşmergeyên Zêrevanî, bi serperişta Serok Mesûd Berzanî û rêvebirên PDK berê xwe dane navçeya Şingalê û der û dorê wê kontrol kirine!

Xwezî meriv îro karîba behsa yekîtîya hêza artêşa Kurdistan û serwerîya Hukumeta Kurdistan li ser hemû xak û partîyên Kurdistan bikira.

Mixabin hîna yekparetîya hêz, dezgeh û rêvebirîya herêmê tune ye. Rizgarkirina Celewle û Sadîye bû qada propaganda û pêşandana serekên YNK!

Hêza pêşmerge ku bi YNK ve girêdayî, ji dêvla alîkarî ji birayên xwe yê pêşmerge bixwazin, Celewle û Sadîye bi alîkarîya milîsên Îran û Şîayên Iraqê ji DÎIŞ`ê rizgar kirin. Tevlî ku hejmarek mezin ji pêşmergeyên xwe şehîd û birîndar dan, ew navçe radestî çeteyên Îran û Îraq kirin! Li wan navçeyan, malên ahlîyan ku ji ber talana DÎIŞê filitîbû, vê carê milîsên Ereb talan kirin!

Cîyê xemgînîyê ye, hîna reqabeta serwerîya partîyan, firseta reşkirina hevdû û hevkarîya bi neyarên Kurd û Kurdistan re, di nava hêz û partîyên Kurd de heye! Vê rewşa, derîyê metirsî û gumanên felaket û birînên netewî li pêş gelê Kurd vekirî dihêle!

Lê ya herî zêde kêfa meriv tîne ev e ku serokekî mîna Mesûd Barzanî welathez û kurdperwer hey e. Bawerîya gelê Kurd û hemû dostên gelê Kurd pê hey e. Çimkî ew xwedîyê gotin û biryara xwe ye. Çimkî ew berjewendîyê gelê xwe di ser her tiştî re digire û li dijî nakokîyên nava Kurd û li dijî birakujîyê ye.

Serok Mesûd Berzanî dixwaze, her biryar û tevgera netewî û sîyasî, bi rêya biryarên demokratîk yên endamên encûmenê, hukumet û qanûnên fermî bi cîh bike û ya rast jî ev e.

Hêvî ew e ku hemû hêzên çekdar, divê li gor regezên artêşa netewî û wezareta hukmî ya destûrî û qanûnî bi rêxistin bibin.

Çênabe ku li welatekî demokratîk tu sazî, dezgeh, hêz an çekdarên ji dervî rêvebirî û kontrola îradeya gel meclîsê û hukûmetê hebe.

Gelê Kurd tevlî hêz û Serokê xwe Mesûd Berzanî, bi hemû cîhanê da îspatkirin ku karin welatê xwe ji terorîst û mêtinkaran biparêzin, xwe bi awakî demokratîk bi rê ve bibin; li hûrgel û cemaetên nava xwe, li gor regezên demokrasîyê xwedî derkevin; di hemû hevpeymanîyên Neteweyên Yekbûyî yê li berjewendîya hemû mirovahîyê de bi awakî çalak cîh bigirin! 22-12-2014

Ez rizgarkirina Şingalê li gelê Kurd pîroz dikim!

Xidir ÛSO

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *