Rêveberiyên xwecihî û geşedana zimanê kurdî

Çar meh di ser hilbijartinên herêmî re derbas bûn. Şaredariyên ku ketine dest kurdan di gel hinek êriş û astengiyan jî dest bi xebatên xwe kirine. Ez serê pêşîn desteserkirina şaredariya Culemêrgê bi tundî şermezar dikim û pişgiriya xwe ji bo hevşaredarê girtî û hevşaredara ku meclîsa şaredariyê hilbijartiye diyar dikim. Me wekî rêveberên Komeleya Çand û Zimanê Kurdî ya li Rihayê serdana şaredariyên navçeyên Curnê Reş, Hewag, Wêranşar, Kaniya Xezalan û Xelfetiyê kir. Di rojên pêş de jî em ê serdana şaredariya Pirsûsê bikin. Me piştgirî û amadebûna xwe ji bo geşkirina xebatên çand û zimanê kurdî diyar kir. Hevşaredaran jî dan zanîn ku ew dixwazin di vî warî de xebatê bikin. Em hêvî dikin, di demeke kurt de xebatên ji bo geşkirina çand û zimanê kurdî dest pê bikin.

Ziman serê pêşîn li ser zar û devê mirovan geş dibe, bi geşedana hizir û raman, hest û dilînên wan re geş dibe. Ji ber vê yekê ziman jî wekî mirovan hêlîneke azad a dûredest dixwazin, anku hemû ziman dixwazin li qadekê serwer bin. Heke ji bêgavî bi zimanên din re bikevin berebazî û pêşbirkê jî divê xwedanê wan derfetan bikin ku di her qadê de hêz û şiyana xwe nîşan bidin, bi tu awayî rê li ber geşbûna wan neyê girtin. Ji bo vê yekê zimanek serê pêşîn dixwaze xwedan statû be û li ber dilê axêverên xwe şîrîn be, axêverên wî zimanî pê serberz û serfiraz bin. Mixabin kurdî li Bakur ji van derfetan bêpar e.

Rast e, mijara statûyê ne di destê rêveberiyên herêmî û xwecihî de ye, ji bo vê yekê têkoşîneke siyasî ya domdar pêwîst e. Lê dîsa jî şaredarî dikarin ji bo berz û bilindkirina prestîja zimanekî rê xweş bikin. Serê pêşîn dikarin hemû xebatên xwe qet nebe bikin duzimanî, di pratîkê zimanê kurdî bikin zimanekî fermî. Ji bo vê yekê di asta navendî de siyaset û plansaziyeke zimanî hewce ye. Beşa rêveberiyên herêmî ya partiyên li ser kar divê di warê xebatên parastin û bipêşvebirina zimanî de xwedanê mêjî û helwesteke zelal bin. Plansaziya xwe ya li gorî siyaseta xwe ya zimanî gav bi gav binivîsin û li hemû qadên desthilatiya xwe ya herêmî serwer û serdest bikin.

Ji bo rêvebirina xebatên çand û zimên di asta navendî de divê bernameyeke zelal hebe, li gorî vê bernameyê divê di nava şaredariyan de beşeke taybet ava bibe. Heke em bi awaekî din bibêjin, divê li gewrebajaran daîre, li bajar û navçeyan jî gerînendetî ji bo çand û zimanê kurdî werin avakirin. Helbet mijara parastin û geşkirina zimanî ne karê beşekê tenê ye, divê pêşî xebatkarên vê beşê, piştre jî hemû xebatkarên şaredariyê di warê zimanê kurdî de werin perwerdekirin, bi tenê zimanê herêmkî ne bes e, divê xebatkar hînî zimanê nivîskî bibin, hevserok di vî warî de pêşengiyê bikin.

Çarenûs û qedera zimanekî helwesta axêverên wî diyar dikin. Lê mixabin rêjeyeke pir zêde ya civaka kurd di warê parastin û pêşvebirina kurdî de sersar e. Gelek malbat bêyî ku xema wan be, zarokên xwe bi zimanê serdestan mezin dikin. Ev helwest û reftar ji bo dahatû û siberoja zimanê kurdî metirsîdar e. Lewre li dijî vê hişmendiya zimankuj pêdivî bi xebateke xurt a hişmendiya parastin û pêşvebirina zimanê kurdî heye. Şaredarî tevî saziyên dildar û dilsozên zimanê kurdî dikarin xebateke birêkûpêk û berfireh bimeşînin.

Ev kar kedeke zêde û pisporiyeke têr û tesel dixwaze. Lewre jî divê kesên ku vî karî bikin, şareza û têgihîştî bin. Her wiha divê ji hemû sazî û kesên ehlê kar sûd were wergirtin. Hemû hêz û dînamîkên herêmî pêwîst e bikevin nava kar û bi rengê meclisekê xebatan bimeşînin. Bi vî rengî şaredarî dikare bi hêsanî bikeve qadên cuda yên jiyanê û zimanê wan qadan bike kurdî.

Qadeke din a ku zimanan li ser pêyan digire û geş dike jî qada birêkûpêkkirin û teşedana zimanî  (corpus) ye. Bi van xebatan ziman li gorî mercên nû yên zimanî û jiyana civakê nû û nûjen dibe. Ev kar jî ji hêla kes û saziyên pispor ve tê kirin. Xweşbextane niha li gel bi sedan kesên ku di vî warî de xebatê dikin, gelek sazî û dezgeh jî hene. Şaredarî dikarin piştgiriya van kes û saziyan bikin, wan han bidin da ku hêz û şiyana xwe bigihînin hev, xebateke xurttir û têkûztir bimeşînin. Di vî warî de gava pêşîn divê diyarkirina têgihên têkildarî kar û barên şaredariyê ne. Di dema herî nêz de divê ji bo pêkanîna ferhenga têgihên têkildarî xebatên şaredariyan komek were avakirin û ew bi xebateke lezgîn û domdar vî karî pêk bîne. Ev têgih li hemû şaredariyan yekrû û hevgirtî bin. 

Wekî berdewama qada rêkûpêkkirin û xebatên yekgirtina zimanî, qadeke stratejîk jî qada hîndekarî û perwerdehiyê ye. Nemaze jî perwerdehî û hîndekariya ji bo zarokan. Her wekî çawa şaredariya gewrebajarê Stenbolê li gelek taxan kreş û pêşdibistan vekirin, şaredariyên kurdan jî dikarin li her taxê pêşdibistanên bi kurdî vekin. Bi vê mijarê re têkildar, saziyên ragihandinê û şaredarî dikarin bernameyeke perwerdehiya bi kurdî wekî pergala EBAyê ya Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê amade bikin û li ser televîzyonekê bidin weşandin.

Di vî warî de şaredarên kurd ne bêtecrûbe ne, lewre berî ku şaredarî werin desteserkirin, gelek kar dihatin kirin. Êdî pêwîst nake em qala wan tiştan bikin. Bo nimûne li Amedê di warê muzîk, şano û wêjeya kurdî de du heb saziyên akademîk hebûn. Her wiha li gelek bajaran ji bo zarokan pêşdibistan hatibûn vekirin. Dîsa xebatên muzîk û şanoyê bi giranî bûbûn kurdî. Her wiha xebatên tora civakî ya ragihandina şaredariyan bûbûn pirzimanî. Ji bilî van li gelek taxan malên perwerdehiyê hatibûn vekirin û li wan deran ciwan hem ji bo ezmûna zanîngehê amade dibûn, hem jî kurdî hîn dibûn. Her wiha mîhrîcan, konferans, komxebatên ji bo zimanê kurdî û pêşangehên pirtûkan hatin birêxistinkirin. Ev xebat hemû, digel hinek xebatên nû divê bi awayekî sîstematîk, bi reng û dirûvekî xweşiktir, bi helwesteke sivîl û demokratîk werin lidarxistin. 

Sami TAN

GD

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *