Berpirsekî payebilind ê Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku di çarçoveya hewldanên ji bo dîtina çareseriyekê ji krîza Sûriyeyê re, tu têkiliyeke wan a rasterast bi Îsraîlê re nîne.
Çiya Kurd tekezî li ser pêşîniyên Rêveberiya Xweser kir û diyar kir ku armanca wan avakirina Sûriyeyeke demokratîk, nenavendî û berfireh e ku tê de mafên hemû welatiyên Sûriyeyê parastî bin. Wî herweha destnîşan kir ku naskirina destûrî ya Rêveberiya Xweser, biparvekirina wekhev a çavkaniyên welat û parastina pirrengiya çandî, ji bo aştiyeke mayînde bingehîn in.
Derbarê rêvebirina çavkaniyên xwezayî de, Çiya Kurd got ku Rêveberiya Xweser bi rêvebirina petrol, gaz û binesaziyên din hewl dide pêdiviyên gelê herêmê pêk bîne û divê ev çavkanî di xizmeta hemû Sûriyeyiyan de bin.
Cîgirê Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve rexne pêvajoya siyasî ya heyî ya li Sûriyeyê rexne kir û anî ziman ku ev pêvajo ji bêalîbûnê dûr e û herêmên wekî Reqa, Hesekê û Siweydayê li xwe nagire. Li gorî wî, divê diyaloga bi Şamê re ji aliyê Sûriyeyiyan bi xwe ve were birêvebirin û rola hêzên derve tenê weke piştgir be.


