Ji bona makezagoneke nû divê felsefe û qerektera Dewleta Tirk bê guhertin

Îbrahîm GUÇLU

Li Tirkiyeyê gengeşiya makezagonê dom dike. Serokê Meclîsê hewildanê ji bona çerçeweya giştî û metoda çêkirina makezagona nû pêşniyarên partiyên siyasî werbigre, domdike. Ji bona me kurdan û neteweya kurd zêdetir hewcedarî bi guhertina dewletê heye, divê em kurd, siyasetvan û rewşenbîrên neteweyî di derbarê makezagona nû de bi qerardarî nerîn û pêşniyarên xwe ji raya giştî ya Tirkiyeyê re pêşkêş bikin û divê em Kurd jî di mijara makezagoneke nû de zanyarîtir bin.

Lewra dema mirov daxuyaniyên partiyên Tirkan ji çav derbas bike, gelek aşkere tê dîtin ku partiyên Tirkan dixwazin ku lîbasekî li dewleta kevn bike. Ew lîbas heta nuha bi destê leşkerên bi apolet çê bibû, sivîlên bê çek û bê apolet dixwazin ku ew çeka Leşkerên bi apolet biguherin, lê divê qûmaşê lîbasê jî heman qûmaş be. Loma jî partiyên Tirkan makexzagoneke nû daxwaz nakin, bes dixwazin makezagonek çê bikin ku dewlet xurttir be, şiklî jî maf û azadiyan diyar bike.

Ew jî, ji bona kurdan nabe tiştekî baş û makezagoneke nû, heta ez dikarim bibêjim ku ev ji bona kurdan dibe xeterî û felaketeke mezin. Lewra heta nûha derfeta me hebû ku li hemberî vê makezagona burokratîk, em bi dengekî bilin makezagoneke nû daxwaz bikin.  

Lê dema makezagona sivîlên bê apolet çê bibe, ew derfeta jî, ji destê me kurdan derdikeve. Ew jî me kurdan û Tevgera Neteweyî û rêxistin-partî û kurdperweran stratejiyeke nû dê bîne rojevê.

Makezagonên heta niha ji bo Dewleta Tirk çêbûne, bi destê kî/kê jî çê bibe, bi gor felsefe û îdeolojiya fermî ya Dewleta Îttîhat Terakkî/Kemalîzmê çêbûne. Loma jî nebûne peyameke civakî, nebûne peyman û makezagona Kurdan û Tirkan û hemû kêm-neteweyên din.

Îdeolojiya fermî gotiye ku li Tirkiyeyê çîn û tebeqeyên cûda tune ne û hemû civat di bin desthilatdarî û bandora Kemalîstan de ye. Loma jî fıkrên cûda yên felsefeyê û îdeolojiyan rewa nehatine qebûl kir. Makezagon gor wê nerînê çêbûne.

Îdeolojiya fermî ya Kemalîst gotiye ku li Tirkiyeyê Kurd tune ne. Loma jî li ser tunebûna neteweya Kurd, makezagon ji bona neteweya Tirk û heta dikarim bibêjim ku ji bona elîta burokrasıya sivîl û leşkerî çêbûye.

Loma dewlet bûye dewleta elîtekê û neteweya Tirk. Makezagonê jî Dewleta Neteweyî ya Tirk realîze kiriye.

Îdeolojiya fermî ya Kemalîst ne sivîl e. Loma jî Makezagonên hatine çêkirin jî ne sivîl bûn.

Îdeolojiya fermî Kemalîzm ne demokrat e, çîn û tebeqeyên cûda, fikrên cûda, neteweyên cûda rewa nepejirandiye. Loma jî Makezagon ji bona Dewleta ûnîter hatiye çêkirin. Makezagonê otorîterîzm û tekaneyîbûnê re bûye bertel.

Ji bona vê yekê divê Kurd guhertina felsefeye fermî ya dewletê û guhertina dewleta ûnîter û ne demokrat û tekane û otorîter daxwaz bikin û ji bona ku dewleteke demokrat ya federal bê qebûl kirin, gelê Tirk razî bikin, ji makezagona nû re bi hişmendiyeke nû bibin teref.

Şik tune ye ku ji bona guhertina gel û elîta dewletê jî divê di destpêkê de partiyên Tirkan, rastiyên plural yên neteweyî, Kurdan, Tirkan, kêmneteweyan bipejîrînin.

Yanî divê makezagona çê bibe, hebûna hemû neteweyan û kêm neteweyan bipejirîne, lê di ser neteweyan re be. Ji hemû hişmendiyan re rêzdar be, lê di ser îdeolojiyan re be. Ji henû ol û mezheban re rêzdar be, lê di ser ol û mezheban re be.

Yanî makezagon neteweyî, îdeololîk, sinifî, olî û mezhebî nebe.

Makezagon mafên hemû neteweyan, kêm neteweyan, ol û mezheban yên şexsî û grubî biparêze, dewletê bike dewleta hemû neteweyan. Ew dewlet jî bi Dewleta Federal dikare relîze bibe. Ceribandina dinyayê ya di dewletên pirrnetew bi hev re dijîn jî de, vê rastiyê erê dike.

Diyarbekîr, 22. 05. 2025

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *