RAPIRSÎ – Ji sedî 81ê xwendekarên zanîngehê ji paşerojê bê hêvî ne

Li gorî lêkolîna Egîtîm Senê ji sedî 81ê xwendekarên zanîngehê ji paşeroja xwe bi fikar in.

Şaxa 5an a Enqereyê ya Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) li zanîngehên cuda yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi 279 xwendekaran re li ser rewş û paşeroja wan rapirsiyek kir.

Li gorî lêkolînê, piraniya xwendekaran ji paşeroja xwe bê hêvî ne û tirsa wan a ji paşerojê heye.

Ji sedî 73yê xwendekaran gotiye, ew ditirsin ku piştî temamkirina zanîngehê kar bi dest wan nekeve û ji sedî 81 jî ji paşeroja xwe bi fikar in.

Li gorî lêkolînê rewşa xwendekarên zanîngehê bi vî awayî ye:

– Ji sedî 48,6ê xwendekaran tenê bi derfet û alîkariya malbata xwe debara xwe dikin, ji sedî 14,7ê xwendekaran bi xwe dixebitin û debara xwe dikin.

– Ji her 3 xwendekaran tenê 1 dikare li şevîmanên zanîngehan ên dewletê bimîne.

Ji sedî 75ê xwendekarên li şevîmanan dimînin, dibêjin odeyên wan gelekî qerebalix in.

Ji sedî 66ê xwendekarên li şevîmanên taybet dimînin bi zehmetî dikarin pereyên şevîmanan bidin.

– Pirsgirêka herî mezin a xwendekaran a di warê aboriyê de, bidestnexistina bursan û têrnekirina dahata mehane ya xerciyan e.

Her wiha xwendekar ji ber pirsgirêkên aborî di asta pêwîst de nikarin xwarinê bixwin û beşdarî çalakiyên hunerî bibin.

– Budceya zanîngehan a ji bo xwendekaran kêm e.

– Ji her 3 xwendekaran 2yê wan nikarin bi dahata xwe xwarina pêwîst bixwin.

Ji sedî 70ê xwendekaran danekî xwarinê naxwin, ji sedî 56 jî dibêjin roj hene ku ew qet xwarinê naxwin.

– Ji sedî 73yê xwendekaran ditirsin ku piştî temamkirina zanîngehê kar bi dest wan nekeve û ji sedî 81 jî ji paşeroja xwe bi fikar in.

Her wiha ji ber bilêtên giran in ji sedî 40,2yê xwendekaran dema ku dixwazin nikarin biçin bajarê xwe.

Mijara derûnî

Li gorî lêkolînê ji sedî 81,2yê xwendekaran ji paşeroja xwe bi fikar in û ji sedî 46ê xwendekaran dibêjin li zanîngehan hêviyên wan bi cih nehatine.

Ji sedî 42 hest bi tenêtiyê dikin û ji sedî 35ê xwendekaran dibêjin rewşa wan a derûnî ne baş e.

Di nirxandina lêkolînê de hatiye nivîsandin ku “Divê li zanîngehan ofîsên piştgiriya derûnî werin zêdekirin û xwendekar bi hêsanî xwe bigihînin wan cihan.”

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *