Nêçîrvan Barzanî û Letîf Reşîd: Em dê pirsgirêkan çareser bikin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd pirsgirêka cotkarên Kurd ên li Kerkûkê gotûbêj kir.

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd îro li Hewlêrê civiyan.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de rewşa giştî ya Îraqê û herêmê hat gotûbêjkirin.

Herwiha û tekezî jî li ser parastina ewlehî û îstîqrarê û berdewamiya çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê hat kirin.

“Em dê pirsgirêkan çareser bikin”

Di civînê de Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd amaje bi pirsgirêka cotkarên Kurd ên li Kerkûkê kir û got:

“Em dê alîkariya bihêzkirina pêwendiyên di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bikin û pirsgirêkan çareser bikin.

Ji bo çareserkirina pirsgirêkên cotkarên Herêma Kurdistanê jî em dê bi Hikûmeta Îraqê re kar bikin.”

Nêçîrvan Barzanî jî tekezî li ser giringiya hewlên parastina aştî û aramiyê û çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê kir. 

Nêçîrvan Barzanî herwiha ni kurtî behsa serdana xwe ya ji bo Komara Îslamî ya Îranê û pêwendiyên navbera Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi Îranê kir.

Di civînê de behsa pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi welatên cîran, herêm û cîhanê jî hat kirin.

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *