RABE: Albûma nû ya Aynur Doganê derket

 

Hunermed û kompozîtora naskirî ya Kurd Aynur Dogan albûma xwe ya nû bi navê “Rabe” derxist.

Albûma nû ya Aynur Doganê Rabe niha li ser hemû platfomên dijîtal ên muzîkê ne.

Albûm nû ya Aynur Doganê ji 9 stranan pêk tê.

Aynur Doganê di albûmên xwe de rengên kevneşopî yên çand, stran û helbestên kevnar û nûjen ên Kurdî bi şêweya klasîk, caz û popa rojavayî dewlemend kiriye.

Aynur Dogan bi stran û helbestên hozan û dengbêjên Kurd mezin bûye û ji destpêka kariyera xwe ve bi berhevkirina enstrûmanên kevneşopî û enstrumanên têlî bi aranjmanên gelêrî, standardên nû di muzîka Kurdî de danî.

Di vê albûmê de strana Rabe Edlayê û strana dengbêjî ya Hekîmo jî bi şêwaza xwe distire.

Di van deh salên dawî de Aynur Doganê qada xwe ya hunerî berferehtir kir û gelek stranên xwe bixwe nivîsand û aranje kirine.

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *