Qanûnên derbarê Statuya Zimanê Kurdî (li Başûrê Kurdistan)

Siddik BOZARSLAN

Britanya di despêka mijdar, ya 1929an da biryara xwe ya ku ji Îraqê vekişe ji Cemîyeta Neteweyî ra got. Ev biryar, bi xwe ra bi Peymanek di navbera Britanya û Îraqê da ku di hezîrana 1930yan da çêbû û Îraq jî wek dewleteka serbixwe heta sala 1932an bû endamê CN. Li hemberî vê lihevhatina Britanya û Îraqê, mafên kurdan û asurîyan di wir da tunebûn û loma ew jî ketin nav hewildanan. Di demeka kurt da ev bêhuzûrî û endîşe li her derê Kurdistanê belav  bû. Komiteya Navendî ya Neteweyê Kurdî, di 26ê temûza 1930yî da ji alîyê CN ve hatîye qebûlkirin. Lê daxwazên wan ên neteweyî nehatin qebûlkirin û daxwaznameya kurdan jibo mafên neteweyî, şandine CN. Di navbera mehên tebax û cotmehê da, heşt (8) daxwaznameyên kurdan ên li dijî politika asimilasyonê bûne û mafên xwe yên neteweyî di çarçoveyên xweserîyê ango serxwebûnê da parastine, dane CN.

Berpirsên Îngiliz û Îraqê, daxwazên xwedîyê daxwaznameyan jibo mafên xweserî ango dewleteka serbixwe, red kirin. Wan di berdêla wê da, reşnivîseka Qanûna Zimên, wek kilîtekê amade kirin, da ku daxwaz û gilîyên kurdan nerm bike û paşguh bihêle. Çarçoveya Qanûna Zimên bi kurtî weha bûye:

”Şol (problem), ji alîyê Komiserê Bilind ve dane majeste Qiral Faysal, Serokwezîr û Nûnerên Îngiliz û ew daxwazname ji alîyên wan ve hatîye nirxandin û gengeşe bûye. Jibo dahatuya ku şolên kurdan çareser bike û di nav dewleta Îraqê da ewleyî bide wan (kurdan), bernameyek hatîye amadekirin. Ew gihane encamek ku gafeka herî giring, jibo  parastina karanîna zimanê kurdî, çêkirina qanûnekê bûye ku ew bûye kilîta çareserîya wê şolê. Pêwistî pê hebû ku ew qanûn menfeetên alîyên cîhê tetmîn bike, loma ew qanûneka zehmet bû.”

Nivîsandin û amadekirina wê qanûnê, di navbera kurd, CN, Mandaya Îngiliz û Hukumeta Erebî ya Îraqê da bûye semedê gengeşeyan. Di navberê da hê zêde wext derbas nebûbû ku daxwaznama kurdan gihabû CN; cîgirê Komisêrê Bilind Binbaşî Young û cîgirê Serokwezîr el- ´Askarî, çûn gera Kurdistanê. Di wê gerê da politika ingiliz û erebî di derbarê Kurdistanê da wek hev bûye û di nav ahengek da bûye û wan balkişandinek dane serokên kurdan jibo ”cîhêbûnê” û careke dî soz dane ku ”yasaya zimanê kurdî” dê amade bikin. Piştî ku Young zivirîye Baxdayê, wî ferq kirîye ku ”yasaya zimên, gotinên derbarê edaletê û memûran yên serokwezîr; ji tiştên ku tên kirin zêdetir, ew wehd û sozên ku jibo pêşerojê didin bûne.” Young, telgrafek ji Wezareta Kolonîyan ra rêdike û balkişandin dide ku eger hukumeta Îraqê politika xwe jibo şola kurdî bi dilsozî neyne şûnê, divê bala CN were kişandin ku Hukumeta Îraqê wê pêk nayne.

Demeke dirêj di navberê da naçe ku gumanên Young piştrast dibin. Ji ber ku serokwezîrê Îraqê gotîye ku jibo pêkanîna wê politikayê, rêberên herêmê ne şert e ku kurd bin, bes e ku kesên kurdî bizanibin dikarin wan karan bînin şûnê. Loma wezîrê hundûr, walîyê Silêmanîyê Tewfîq Wehbî ji kar dûr dixe. Bi vî awayî rê ji wan kesên ereb ra vedibe ku dibêjin ew kurdî dizanin. Di pratikê da jî weha bûye; êdî zêde qîmeta karanîna yasaya zimanê kurdî li herêmên Kurdistanê namîne. Yanî, gotin û kirina ereban li hev dernakevin ku tirk û ecem jî heman tişt kirine.

Hukumeta Londonê di 2yê îlona 1930yan da telgrafek ji Young ra şand û da zanîn ku jibo karanîna Yasaya Herêmî ya Zimanan, divê ew baldarîyê bide serokwezîrê Îraqê Nûrî Saîd da jibo nîyeta hukumetê ya başbûnê pêwist e îşaretê bide. Jibo başbûnê, divê ji hukumetê were xwestin ku yên anti-kurd in, werin dûrxistin. Ji ber ku di îlona 1930yan da hukumeta ingiliz ji rewşa Kurdistanê ya xirab, ketibûn nav endîşeyan ku ew rewş ji CN tê veşartin.

Di wê demê da, bi taybetî li Silêmanîyê protestoyên mezin çêbûbûn, hilbijartina parlamentoyê hatibû boykotkirin û hukumetê protestvanan gullebaran kiribûn û di encamê da li gora haydarîyên resmî 15 kurd hatibûn kuştin û gelek rêberên kurd ketibûn zindanê. Du roj piştî wan bûyeran, xwedêgiravî di derbarê politika kurdî û Reşnivîsa Yasaya Zimanên Herêmî da memorandumek ji lîwayên bakur ra bihata şandin. Piştî bûyerên kuştinê, di dîtina cîgirê Komiserê Bilind da guhertin çêbûye. Wek numûne, telgrafa ku di 8ê îlona 1930yî da jibo Londonê hatîye rêkirin, mirov dikare nîşan bide. Di telgrafê da hatîye xuyakirin ku `hukumeta Îraqê di nav rûhîyeta naskirina yasaya zimanê kurdî da nîne`. Taktikên şiddetê ku li Silêmanîyê xwe nîşan dane, dê werin nîşandan ku ev encamên naskirina Yasaya Zimanên Herêmî ye û loma di şertên îro da pêkanîna wê nexuyaye. Loma hukumeta ingiliz, jibo civîna Komisyona Daimî ya Mandayan ku dê di mijdarê da çêbe, di nav endîşeyê da ye.

Balkêş e ku Britanya biryar sitandîye, da ku Komisyona Mandayan heta ku ji hukumeta Îraqê derbarê Yasaya Zimanên Herêmî da pêşveçûneke berçav xuya neke; di wî darbarî da daxwaznameyên kurdan neşîne Cemîyetê. Di rûniştina 19.emîn da, daxwaza kurdan ku xwestibûn di bin çavdêrîya CN da hukumeteka kurdî were çêkirin, ji alîyê civînê ve hatîye redkirin. Lê biryar hatîye sitandin ku ji Konseya Cemîyetê ra van xalan tewsîye kirîye:

” 2. Ji hêza Mandayê tê xwestin ku jibo wergirtina bawerîyê jibo kurdan di derbarê pilana îdarî û qanûnî da, divê were teşwîqkirin.                                                                                                                   3. Ji ber ku di encamê da Îraq dê ji Britanyayê rizgar dibe, divê jibo kurdan ewleyî were dayîn ku garantîya daîmî ya mafên kurdan were teşwîqkirin.

Hukumeta Îraqê, pêvajoya yasayî dereng dixist. Serokwezîr Nurî, di sibata 1931ê da ji Komiserê Bilind ra dibêje ku ji ber tunebûna formeka standard ya kurdî, wan pêşveçûnê dane sekinandin. Wezîfedarekî Mandayê, di nameyeka xwe ya veşartî da rewşê weha dinîrxîne:

”Dîtina min a şexsî ew e ku Qiral û Nurî, di van qezayan da jibo berdewamkirina karanîna erebî biryardar in ku tiştên di destên wan da ne, dixebitînin. Eger çend meh jî karanîna daxwazên xelkê werin paşdexistin, berîya ku sal xilas bibe, Manda dê xilas bibe û jibo teahudên xwe bînin şûnê, bi vî awayî kesek namîne ku zorê li wan bike.”

Di encamê da yasa, di 19yê gulana 1931an da bi awayekî ku pêkanîna cîyê wê gelek hat biçûkkirin. Xizmetên teknikî ji derve hatin hiştin, jibo îstîhdama îdarî, di şûna pîvana (kriter) kurdbûnê da zanîna rêzimanê kurdî hat qebûlkirin û jibo karanîna wê li qezayên Musûlê yên kurd salek wext hat dayîn ku tercîha lehçeyê were bijartin.

Biryara Konseya Cemîyetê, di derbarê mercên endametîya Îraqê da hat taloqkirin jibo meha mijdarê ya 1931an. Sluglett, li gora belgeyên arşivê ji wê rewşê, van encaman derxistîye:

”Her çi qas rêvebirên ingiliz tek û tek cehd kirine jibo çavdêrîya mafên kurdan, politika piştgirîya dewleta ingiliz bû ku Îraq di 1932an da bû endamê CN. Giranîya belgeyan nîşan didin ku Hukumeta Îraqê, derbarê kurdan da erkên xwe nanîne cî û bi awayeke vekirî nîyeteka wan jî tunebûye.”

Nivîsên veşirtî yên berpirsên Mandayê, nîşan didin ku binpêkirinên (êrîşên) li ser mafên kurdan zêde bûne. Mesela, di daîreyên weqfan (evkaf) da, li pêşîya karanîna zimanê kurdî sînor hatîye çêkirin ku wê Yasaya Zimanên Herêmî li derve hiştîye. Hêzên ordîya Îraqê, digel hêza hewayî operasyon li ser kurdan çêkirin ku di 1930yan da hestên wan ên serxwebûnê zindîtir bûbûn. Digel van rastîyan jî di raporên salane da ku dane Cemîyetê, xwedêgiravî mafên kurdan hatine nivîsîn. Pênc mektebên nû ku vebûne, jibo ”mufettişîya kurdî ya mektebekê” ku dest bi kar kirîye û Yasaya Zimanên Herêmî ku di 1931an da birine parlamentoyê.

Rapora salane ya 1931an, digel berdewamkirina operasyonan li ser kurdan jibo têkbirina serhildana wan û pêşveçûnên li ser mafên kurdan qeydkirîbû. Yasaya zimên, di Senatoyê û Meclisa Gelwekîlan da hat qebûlkirin. Qiral Faysal di 23yê gulanê da wê îmza kir û di 1ê hezîrana 1931an da hat weşandin.

Li Îraqê rewşa kêmneteweyan, rûniştina 21. ya Komisyona Daimî ya Mandayan li Cenevreyê, tatmîn nekirîye. Ji ber wê bûye ku komisyonê, sozên ewleyîyê yên taybetî xwestîye. Ji wê jî zêdetir, tunebûna haydarîyan jibo pratika hukumeta Îraqê, jibo Îngilistanê Sir Francis Humphyrs, daye zanîn ku ; ”berpirsîyarîya exlaqî ya Britanyayê…,ji meydanê ranake ku cîyê xwe daye Îraqa ku jê nayê bawerkirin”, ew dibe bingeha haydarîyan.

Konseya Cemîyetê, di kanûna paşîn ya 1932yan da destûr daye Îraqê jibo endametîya CN, bi şertê ku ”Taslaxa Haydarîyê ya Hukumeta Îraqê” îmze bike û wê garantîyê bide. Jibo beşê zimanê kurdî di taslaxê da evana hatine nivîsîn:

”Îraq, di qezayên lîwayên Silêmanîyê, Kerkûk, Erbîl û Mûsilê da ku nufûsa wan esas kurd in, qebûl dike ku zimanê resmî erebî û kurdî be. Digel wê jî, beşeke nufûsa Kifrî û qezayên Kerkûkê û lîvaya Kerkûkê ku tirkmen in, li van deran zimanê resmî digel erebî ya dê kurdî be ya jî tirkî be.”

Ji ber ku garantîyên di destûrê da tune ango jibo bicîkirina wan di hukumetê da samîmîyet tune, van têbinîyan li Maddeya Yekemîn ya Deklerasyonê hatine zêdekirin û ev şert danîye:

”Naveroka rewşa vî beşî, wek yasaya bingehî ya Îraqê hatîye qebûlkirin û tu yasayek an dûzennameyek ango hewildaneke resmî, jibo nûha û pêşerojê nikare bikeve nava berberîyê (çelişkî) û mudaxeleyê wê bike; tu yasa, dûzenname ango hewildana resmî, jibo nûha û jibo pêşerojê nikare serdestî li naveroka vî beşî bike.”

Pirr balkêş e ku dema Îraq wê Deklerasyona îmza kirîye, ji xwe mercên jibo resmîkirina kurdî hatibû binpêkirin. Mektebên Mûsil û Kerkûkê û hin mektebên Erbîlê hatibûn erebîkirin; Kurdî, di lîvayên Mûsil û Kerkûkê da nebûbû zimanê resmî, di mêjedemê da jî resmî nebû. Komisyona Daîmî ya Mandayan, her çiqas Britanya ketibû nav şupheyê ku bi qethî haydarî jibo wan hatibûn veşartin jî Îraq, di 3yê cotmehê da jibo CN hatibû qebûlkirin û li gora rapora dawîyê ya salê, ”berpirsîyarîya  Hukumeta Majeste bi îdareya vî welatî û hekumetê ra bi dawî hatibû.”

Heta nûha wek di wesîqeyan da jî hatîye dîtin, li Îraqê resmîbûna zimanê kurdî; di çarçoveya neteweyî, herêmî û navneteweyî da bûye şoleke fireh. Hem hêza Mandayê û hem hukumeta erebî di çarçoveya Îraqê da li hemberî tehdîda kurdevînîyê, yekparetîya sîyasî û erdê Îraqê parastine û şola zimên jî di wê çarçoveyê da kirine yek. Wan wer dîtine ku şola zimên, ne tenê li Îraqê, li sê dewletên cîran jî dibe semedê ”veqetandinê” û ”parvekirinê”. Wek di piştî encama ”helkirina” şola Mûsilê da hatîye dîtin, jibo pelçiqandina serhildanên kurdan, van dewletan alîkarîya hev kirine û bûne hêzên hevkarîyê. Mîsal, jibo pelçiqandina hereka kurdan ya 1931- 1932an Îraqê, bi hindikayî du car ji Tirkiyê û Îranê alîkarîyên eskerî sitandîye.

Li gora wan xwedêgiravî helkirina şolê, kurdên ”paştamayî” û ”bêîteat” bên entegrekirin (kedîkirin- asimilekirin) jibo neteweyê erebî yê pêşketîtir. Ji ber wê bûye ku Britanya, daxwaznameyên kurdan ên serxwebûnê ango xweserîyê red kirine û ji CN ra gotine ku wek erdnîgarîya herêmên kurdan û Îraqê bi hev ra girêdayî ne û nikarin ”cuda bijîn.”

”Dîsa ev fikrê xweserîyê di warê politik da jî hema bêje fantastikî ye. Her çi qas kurd xwedîyê gelek mezîyetên baş bin jî, kurdên Îraqê, jibo xweserîyeka serkeftî, ji yekîtîya politik bêpar in. Xuyakirina wan a giştî û rêxistinbûna wan, li ser esasê eşîretîyê ye. Ezmûnek wan ya xweserîyê ango dezgahên xweîdarekirinê tune ye. Şiklê jîyana wan, paştamayî ye, piranîya wan xwendin û nivîsîna wan tune û nezan in, ne perwerde ne, lihevhatî nînin; jibo otoriteyê û jibo berpirsîyarî û disiplinê, hîsên wan paştamayî ne..”

Lê divê binê van analizan werin çixêzkirin ku min jî bi zanatî binê wan çixêz kir; yên ku xwedîqewet bûne, wek Britanya û Fransa yên wê demê û CN jî di nav da, ji rastîyên jîyanê gelek dûr bûne. Mîsal, hêzek an dewletek ango rêxistinek, dema behsa eşîretên kurdan ên wê demê bikin; lazim e behsa civata erebî û yên din jî bikin ku tiştên di analizan da tunin, ev bi xwe ne. Wê demê, civata ereban jî li gora eşîretan bûye û di warê civakî da ew ji kurdan jî pir paştatir bûne. Lê baş e ku kesên wek C. J. Edmonds jî hebûne ku car carna di nivîsên veşartî da bin jî rastî gotine û li rûyê dewleta xwe xistine ku numûneyên weha, tenê teselîyê didin me. Dema ji Cemîyetê ra van tiştên ji rastîyan dûr hatine nivîsîn, wezîfedarê ingilîz Edmonds ji politika Mandayê dilgiran bûye û weha di memorandumê da nivîsîye:

”Tiştê ewil ku divê were famkirin, hereketa kurdî, koka xwe ji dîrokê sitandîye. Babanan ku li Silêmanîyê xwedîyê prensên serbixwe bûne, uniformayên wan ên eskerîyê hebûne, di navberê da hê sedsal derbas nebûye. Muhammed Paşayê Rewanduzê, li Zaxo, Dihok û Amedîyê hukum dikir ku kitêba dîrokê jibo wî gotîye ”împarator” û hê tenê di navberê da sedsal derbas bûye.”

Di heqê zimanê kurdî da jî tiştên nerast û gelek şaş hatine nivîsîn, qaşo kurdî zêde pêşta neçûye, xurt nîne û wd. ku hemî van egerên neyênî, politika erebîkirinê heq derxistine.

Nûnerên Mandaya Îngiliz, jibo ku Komisyona Daîmî ya Mandayan îkna bikin, di raporên xwe da û pêşnîyarên ku dane CN da, xwedêgiravî kurdên ku xwedî ”dîtinên nerm” bûne û yên ku xwedî dîtinên ku nikaribûne têxin jîyanê cudatîyê di navbera wan da kirine. Digel wê jî heta sala 1930yî, kurdên ”nerm” û ”tuj” gihane wê qeneetê ku ew ji alîyê Britanya û CN ve hatine xapandin. Wer bûye ku ev şol, di nava ristên helbestên şaîrênnûjen (asrî) da jî cî girtine. Mesela, jibo biryara CN ya 1925an, Ahmet Muhtar (1897- 1935) Beg, weha nivîsîye:

”El qerarî ´Usbeye wa xelq elên bo kurd ebê Her qisey rût e, qise naçête naw gîrfanewe” (Yanî biryara CN ku gotine bo menfeetî kurdan e, axiftina vala ye, kêrî tu tiştek naye)

Şaîr Salam Ahmet Azabanî (1892- 1959) jî di îlona 1931an da jibo CN helbesta jêrîn nivîsîye.

”… Menşe´î (çavkanî) Fitne! Komelî (cemîyet) Tezwîr (derew) Wa edey heqqî eqwamî sexîr (hindiknetewe) Karxaney fesad! Komelî mihen! Kutekî destî Mister Henderson” (pençeyî destê serokwezîrê Britanyayê) (Şaîr, cemîyetê di destê Britanyê da qlubeke- lîstikek- canbaz, derew û hîleyan binav kirîye.)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir