Politika Îraqê li ser Zimanê Kurdî (1918-1985)  

Siddik BOZARSLAN

Dema Dagirkerîya Îngilîzan û mandaya wan li Îraqê (1918-1932)

Heta dawîya salên Şerê Cîhanî yê Yekem, yanê heta salên 1918an Başûrê Kurdistanê di bin dagîrîya Dewleta Osmanî da bû û loma li wê herêmê jî zimanê kurdî ne qedexe bû. Politika Britanya Mezin jibo dagirkerî û mandatîyê li Îraqê; piştî Şerê Cîhanî yê Yekem, politika parastina dewleta Îraqê bû ku nû hatibû avakirin. Wan, kurd jî mecbûr kirin ku wê politikayê qebûl bikin ku ev jî piştî pêvajoyeke serhildan û berxwedanên mezin ku bi têkçûna kurdan encam dabû, ket jîyanê.

Loma Biritanya Mezin, politika durûtîyê (oportunizmê) ango makyavelizmê gav bi gav xist jîyanê ku ev jî heta salên 1932yan berdewam kir. Dewletên Britanya û Osmanî, di şerê yekem da li dijî hev şer kirin û di navbera wan da peymana çekdanînê û şerbetalkirinê di 30ê oktobra 1918an da çêbû. Wîlayeta Mûsilê ji 1918an virve di bin kontrola ingilizan da bû ku piranîya nufûsa wê derê kurd bûn. Ji ber dewlemendî û petrola wê derê, ingilizan nedixwestin ji wê herêmê derkevin û tirkan jî wê dera wek bajar ango eyaleteka Osmanî didît û dixwestin ku ew der di bin kontrola Tirkîyê da bimîne.

Jibo kurdan jî Peymana Sewrê girîng bû ku xwedêgiravî avakirina Kurdistanê dixwestin ku di nav da Mûsil jî hebû. Peymana Sewrê ku di tebaxa 1920an da, di navbera Dewleta Osmanî û Biritanya û muttefikên wê da çêbûbû. Ev peyman, di bin berpirsîyarîya Cemîyeta Neteweyan (CN) da bû ku digel gelek mercan dewletên erebî wek Hicaz, Suriye û Îraq ku nû ava dibûn û divê bihatana naskirin û avakirina dewletên kurd û ermenî jî pêwist didîtin. Li gora maddeyên 62 û 64an yên wê peymanê, dewleta kurdî, piştî 1918an erdên kurd ku ketibûn nav sînorên tirk û Mûsil ku di bin kontrola Britanyê da bû, xwedîyê wî mafî bûn ku dewleta xwe damezrandana. Loma jibo Britanyayê politika li ser zimanê kurdî; heta sala 1932yan piştgirîya geşkirin û xurtkirina kurdî bûye, lê di miqabilê wê da ku kurd di doza serxwebûnê da bi sernekevin. Wek encam li ortê ye, mixabin kurd têkçûn û sê hêzên hevpeyman, ingiliz, ereb û tirk jî bi serketin.

  1. J. Edmonds, yek ji wan berpirsê kargêrîya dewleta Îngilistanê li Manda Îraqê bû ku li herêmê dewleta xwe temsîl dikir. Nirxandina Edmonds jibo demên Şerê Cîhanî yê Yekem li Îraqê bi xetên qalind weha ye:

”Di dema Şerê Cîhanî yê Yekem da alîyên ingiliz û tirkan, neteweevînîya nejadên ku di bin hukmên hukumetên dijhev da bûn, fît kirin. Împaratorîya tirkî ji wê propagandayê birînên herî zêde ji ereb û kurdan xwarin. Îro wek li Hîcazê, Îraqê û Urdunê hat dîtin, ereban neteweevînîya xwe bi sê qralîyetan îspat kirin. Encamên wê yên li Kurdistanê jî hê kêmtir tê zanîn û wer xuya dibe ku di nêzîk da dê were jibîrkirin.

Jibo xurtkirina hestên neteweyî yên kurdî, wezîfedarên Îngiliz yên li herêmên kurdî bûn, wan qebûl kiribûn ku di şûna tirkî û farisî da kurdî were xebitandin ku di daîreyên hukumetê da tirkî zimanê nivîsê yê resmî bû û di danûsitandinên nivîskî yên taybetî da jî farisî dihat xebitandin.”

Di encama Şerê Cîhanî yê Yekem (1918) da Osmanîyên tirk têkçûneke mezin xwarin û piranîya erdên Kurdistanê wek “de facto” rizgar bûbû. Şêx Mahmûd Berzencî, li Silêmanîyê hukumdarîya xwe îlan kiribû; pêşî Britanya`yê, qralîyeta wî qebûl kiribû. Lê zêde wext derbas nebû ku Britanyê sînorên hukumranîya Ş. Mahmûd teng kir. Ş. Mahmûd li dijê wê politika Britanyê derket û di navbera du alîyan da şer qewimî. Ş. Mahmûd, di şer da birîndar bû û ket destê ingilizan. Îngilizan ewil cezayê mirinê dan wî, lê di 1921an da wî sirgun kirin. Balkêş e ku Britanya di 1922an da Ş. Mahmûd paşda anîn ser postê wî yê qralîyê. Ev politika jî li gora tespîta Edmonds balkêş e û ji ber vî semedî bû ye:

“Em bêhêvî bûn ku bi hêzên xwe tirkan dûr bixin û  tenê yek aletek hebû ku ji amanca me ra xizmet bike, ev jî hestên kurdevînîya kurdan bû ku divê me piştgirî bidaya wê û loma me Şêx Mahmûd paşda anî.”

Yanî, li gora pratika hewildanên Îngilizan ku tespîtên Edmonds rast derdixe; ji alîyekî ve dema hewce bûye, welatevînîya kurdan teşwîk kirîye, lê ji alîyekî din ve jî di çarçoveya Îraqê da jî kurdevînî û welatevînîya kurdan meqes kirîye. Di encamê da hem bûye piştgirê hukumeta Kemalistan li Tirkîyeya nû û hem jî bûye piştgirê avakirina Îraqa erebî. Loma bi Peymana Lozanê (1923) ve avakirina sê dewletên erebî tên qebûlkirin lê li ser xeta avakirina Kurdistanê û Ermenistanê çixêz tê kişandin. Li gore wesîqeyeka ingiliz, encam weha ye:

“Hemî alîyên şola kurdî, hatine guhertin. Digel ji holêrakirina fikrê xweserîya Kurdistanê, rewşa bajarên kurdî li Îraqê, ji kokê ve hatîye guhertin; ji ber ku li Tirkîyê, êdî hêvîya avakirina dewleteka kurdî nemaye. Nûnerên Kemalistan israr kirin ku kurd ne ereb in û lazim e ew bikevin nav sînorên Împaratorîya Osmanî. Hukumeta Îraqê jî li dijî tirkan derketine û gotine ku kurd ne tirk in û di nav wekhevîyek da divê ew li Îraqê bimînin ku di warê aborî û stratejî da jî ev herêm girêdayî Îraqê ye.”

Wek di encamê da hat dîtin, kurdên Mûsilê hatin kedîkirin (entegrekirin – pişaftin- asimilekirin) jibo Îraqê û çareserîya wê şolê jibo pêşerojê. Peymana Lozanê, wê sipart Cemîyeta Neteweyan. Konseya Cemîyeta Neteweyan (KCN), bi şertê hinek garantîyên kurdan, di kanûna ewil ya 1925an da, Mûsil da Îraqê. Tirkîye, jibo vê biryarê îtîraz kir; lê di encamê da, di hezîrana 1926an da, Britanya`yê digel Îraqê Peymana Ankara`yê îmza kirin û bi wî awayî îddîaya hukumranîya Ankara bi dawî hat. Biryara CN di derbarê Mûsilê û şola kurdî da weha ye:

“Komisyona Lêgerînê ya Cemîyeta Neteweyan, Hukumeta Îngiliz wek hêzeka mandater, vedixwîne pêşberî komisyonê ku tedbîrên îdarî yên bajarîyan bixe bin ewleyîyê (garantîyê”). 

“Rêveberîya welatê Îraqê, jibo daxwazên kurdan yên perwerdeya li mekteban û belavkirina edaletê hurmet nîşan bide; ku memurên kurd werin tayînkirin û zimanê kurdî li daîreyan û mekteban bibe zimanê resmî.”

Politika Britanya, wek bapîrên me gotine; “Bi gur ra dixwe, bi şivan ra digere.” bixwe ye. Pratika tirk û ecem û ereban jî di esasê xwe da wek gotina bapîrên kurdan e.Tam di vê çarçoveyê da Britanya soz daye ku, sistema heyî dê şîretên Komisyona Cemîyetê bîne şûnê. Heman teahudan qralê Îraqê û Serokwezîrê Îraqê jî dubare kirine.

Li gora raporên resmî yên Britanya`yê, li Silêmanîyê rojnameyeka kurdî derçûye, şeş (6) mektebên kurdî, bi kurdî nivîsandina nivîsînên resmî, tayînkirina memurên kurd û ji 1925an wir ve dê di 15 mekteban da perwerdeya kurdî pêk were. Hukumeta ingiliz jî di 24ê sibata 1926an da “Memoranduma Derbarê Rêberîya Herêmên Kurdî li Îraqê” pêşkêşî Cemîyeta Neteweyan kirîye. Li gora wê, tedbîrên jibo zimên weha cîh girtîye: Ji 13 karmendên Wezareta Edaletê 10ê wan kurd in; lêgerînên dadgehê bi kurdî ne, qeydên rûniştinên dadgeha qeza Koysancak bi kurdî ne ku ev qeza girêdayî Lîvaya (di navbera qeza û wîlayetê da herêmeke îdarî ye) Silêmanîyê û Erbilê ye; 16 mekteb, perwerdeya kurdî didin û ji 52 mamosteyan 44ê wan kurd in. Memorandum, dîtina xwe ya derbarê rewşa kurdî pêşnîyar dike û dide xuyakirin ku pêştaçûyîn hêdî dibe, ji ber ku kurdî paşda maye:

“… Dema were ser karanîna zimanê kurdî; divê were bîranîn ku berîya şerê Şerê Cîhanî kurdî, ne di nivîsînên resmî da û ne di nivîsînên taybetî da nedihatin xebitandin. Hejmarek şiîrên kurdî hebûn. Lê wek aleteke nivîsînê jibo geşkirina danûsitandinê, bi tevayî heyîyeka xîretkêşîya wezîfedarên ingilizan e. Hê berê farisî, tirkî û erebî dihat xebitandin. Kurdîya nivîskî, li Livaya Mûsilê belav nebûbû ku li wir tirkî û erebî dihatin karanîn. Kurdî wek zimanê nivîsîna resmî û di daîreyên hukumetê da li Erbîlê teze tê naskirin û bi qismî geş dibe. Çend sal e ku Silêmanîye xwedîyê rojnameyeka kurdî ye. Demeke teze ye ku li wir karanîna kurdî di danûsitandinên taybetî û di danûsitandinên resmî da bûye gelemperî. Karê ku ji alîyê îdareya dagirkerîyê ve hatibû despêkirin, ji alîyê hukumeta Îraqê ve tê domandin. Li Baxdayê du rojnameyên kurdî yên yek rûpelî tên weşandin û ne tenê destûr dayîn jibo  karanîna kurdî bi awayek azad, lê bi awayekî aktif teşwikkirina karanîna kurdî tê kirin.” 

Biryar hatîye sitandin ku, Komisyona Daîmî ya Mandayan ya Cemîyeta Neteweyan, raporên resmî yên salên 1923- 1924 û 1925an û haydarîyên lêzêdekirî ku dabû nûnerê Manda û Memorandumê; ”Hukumeta Îraqê digel Komisarîya Bilind ya Îngiliz, tawsîyeya Komisyona Mûsilê ku rêvedibe, dipejirîne.”

Mirov dikare vê politikayê, bîst û çar eyar canbazî û fêlbazî binav bike ku di derbarê miletê kurd û zimanê wê da jibo Mûsilê û hemî erdên (herêmên) Kurdistanê nîşan bide. Ev politika cambazîyê ewqas pêşta çûye û sînorên mirovî derbas kirîye ku nûnerê wan Edmonds bixwe neçar maye ku pratika politika dewleta xwe bide ber rexneyan û acizîya xwe nişan bide. Jibo wê politika gemarî ya canbazîyê, Edmonds, ji Komisarîya Bilind ya Britanyê ra weha dibêje:

”Hin ji van şertan, di warê îdarî da pir ne di cî da ne; lê taahud û sozên ku hatine dayîn, ne parçeyên kaxid ên bêqîmet in ango derewên qesdî nînin jibo zehmetîyeke muwaqet ji holê rake, divê di şertên heyî da ew sozana bi şeref were girtin. Cîyê xemgînîyê ye ku hin berpirsên Îraq û Îngiliz ew wadên ku dane, naynin şûnê, ji ber ku ew wan piştguh dikin.” 

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir