PIRSÊN EHMED Z. ROBARÎ Û BERSÎVÊN MIN

Lokman Polat

1.Romana kurdî li Bakurê Kurdistanê derencamên çine û bandora wê li ser civakê heye, tune?

Lokman Polat / Li tevahiya cîhanê edebiyata/wêjeya neteweyan li ser civakan bandor daniye. Bi taybetî jî di demên şoreşên netewî, demokratîk de, di têkoşîna aşîtî û azadiyê de bandore edebiyatê berbiçav tê dîtin. Di hinek welatên curbecur ên cîhanê de, hinek serokên şoreşên gelêrî bandora edebiyatê a li ser civakê anîne zimên.

Edebiyat wek her tiştên însanî, berhemeke mirovahiyê ye û hîmê xwe ji jiyanê digre. Berhemên edebî jîndar in, ji nav jiyana însanan û ji xeyalên mirovan tên afirandin. Di edebiyatê de ziman bingeh e; ziman nebe edebiyat nabe. Lê, dewlemendiya zimên jî bi têkiliyên bi edebiyatê ve girêdayî ye. Bi karanîna zimanê edebî, ew ziman hîn pêş dikeve, bi goşt û xwîn dibe, bi ruh û can dibe, jîndar dibe. Pêş ve diçe.

2.Romana kurdî li Bakurê Kurdistanê heya çi astê qad û rewşên heyî anîye ziman?

Lokman Polat / Li bakurê Kurdistanê romanên kurdî weke neynika civaka kurd di naverokên xwe de pirs û pirsgirêkên netewa kurd, zilm û zordariya dewleta dagirkeriyê bi şêweyeke edebî anîne zimên. Di naveroka romanên romannivîserên kurdên bakur de naverokên curbecur û pir rengîn hene. Mirov di van romanên kurdî de, di helbest û çîrokên kurdî de rewşa gelê kurd dikare bibîne.

Hinek zanyarên cîhanê dibêjin; Niştimanperwerî bi edebîyatê dest pê dike. Roman , berhemek pir hêjaye di edebîyatê de. Her weha, roman barkêşê gotara nîştimanperwerîyê ye. Berhemên edebî yên cîhanê, berhemên netewî yên neteweyan di pêvajoya pêkanîna hestên niştîmanperwerî de roleke girîng leyistine.

Edebiyata kurdî ya klasîk jî roleke sereke di pêkanîna hest û ruhê welatparêziyê de leyistiye. Bavê neteweperestiya kurdî Ahmedê Xanî ye û berhema wî ya nemir Mem û Zîn e. Dîwana Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran, Baba Tahîrê Uryan, Elî Herîrî û yd. jî roleke girîng di pêkanîn û geşbûna hestên netewî de leyistine.

3.Romana kurdî çima nikare xwe ji bin sîwana siyasî derxîne ?

Lokman Polat / Tevahiya romanên kurdî romanên siyasî nîn in. Tevahiya romannivîserên kurd jî di bin sîwana siyasî de nîn in. Helbet hinek jê di bin sîwana siyasî de ne, ev jî tebiîye, normal e. Kurdistan welateke azad û serbixwe nîn e. Pirsa netewa kurd bi şêweyeke demokratîk nehatiye çareserkirin. Ji ber sedemên doza netewa kurd, gelê kurd polîtîze bûye û nivîskarên kurd xwedî hizir û ramanên siyasî ne. Ev jî bandor li ser naveroka berhemên wan dike.

Wek ekolên edebî ên cîhanê, di cure romanên kurdî de hemû ekolên edebî hene lê herî zêde berhemên ekola realîzma civakî hatine weşandinê. Di nav romanên kurdî de gelek berhemên surealîst, modern û post modern jî hene. Herî kêm berhemên hirka hiş û yên fantastîk in. Ji hêla hebûna xeyalê di romanan de xelsiyek hebû, niha ew qelsî jî bi afirandina romanên nû ji holê radibe.

4.Çi girîngiya edebiyatê/romanê heye ?

Lokman Polat / Girîngiya romanê ji bo gel, civak û her neteweyî heye. Roman neynika civakê ye, haceta pêşveçûna civakî, ziman û çandê ye. Ziman bi berhemên edebî xurt dibe, pêş dikeve, dewlemend dibe.

Edebiyata netewî bingeha neteweperestiyê ye. Bi edebiyatê bîr û hizra netewî tê pêkanîn. Edebiyat û bi taybetî jî roman zimanê gel e û neynika civakê ye. Zimanê edebî zimanê hest û ruhê netewetiyê ye. Niştimanperwerî bi edebiyatê reng digre. Bingeha welatparêziya kurdî di berhema edebî Mem û Zînê de bi reng û dengê netewî hatiye xemilandin û bûye bingeha welatparêziya kurd. 

Edebiyat di têkoşîna  rizgariya neteweyî de cîhekî girîng digire, lê ne tenê di şer û têkoşîna  rizgariyê de, di guhertin û pêşketina cîvakan de, di têkoşîna aşîtî û mirovahîyê de, di guhertina însanan bi xwe de edebiyat cîhekî girîng digire. Di jiyan û pêşveçûna cîvakan  de edebîyat rolekî gelek girîng dileyize. Dema ez dibêjime edebiyat/wêje netenê roman, digel romanê helbest, çîrok û şano/tiyatr jî di nav de ye.

Li cîhanê, li hemû welatan nivîskarên netewperwer, welatparêz, democrat, şoreşger û sosyalîst yên wî welatî bi pênûsa xwe têkoşiyaye, şer kiriye, li dij zilm û zorê li dij neheqîyê têkoşînek bê hempa dane. Di Kurdistanê de jî nivîskarên Kurd bi pênûsa xwe li dij dagirkeran têkoşiyane, şer kirine û dikin, dijmin rezîl û ruswa dikin, gelê xwe şiyar dikin. Ji serîhildana Şêx Saîd ta îro nivîskarên Kurd yên neteweperwer û welatparêz her dem li dij dagirkeran têkoşîn dane, beşdarên serîhildanan bûne, hatine girtin, hatine kuştin, ketine zîndanan, bi salan hepis razane.

  1. Bandora kê ji romanivîs li te búye?

Lokman Polat / Dema min kurteçîrok dinivîsî bandora çîrokên klasîk û çîrokên nûjen li ser min hebû. Çîrokên klasîk ên gelêrî, folklorîk bû û ji xwe nivîskarê wan nediyar bû, ew aîdê wêjeya kurdî a netewî bû. Min jî çîrokên Mîrze Mihemed hez dikir. Çîrokên wî weke çîrokên hezar û yek şevî bû û gelek varyantên wan çîrokan hebû.

Çîrokên nûjen ên ewropî û rusan jî li ser min bandor danîbû. Min hema bibêj tevahiya çîrokên Çexov, Mapusand û hinek çîroknivîsên nivîskarên Amerîkî xwendibû û min ji wan hez dikir. Bi kurdî çîroka nivîskî a ku min pêşî xwend çîroka Cegerxwîn a bi navê Reşoyê Darê bû. Ji bo Reşoyê darê hinek dibêjin kurteroman û hinek dibêjin çîroka dirêj.

Di kovara Hawarê de hinek çîrok hatine weşandin, gelek xweş in. Çîroka Qedrî Can a bi navê GULÇÎNê çîrokek gelek xweş e. Çîrokên Nuredîn Zaza jî gelek baş in. Lê ez di jiyana nivîskariya xwe de, di bin tesîra tu nivîskarekî Kurd de nemam e. Wek roman jî ez di serî de ji romannivîserên kurd ên sovyeta berê hez dikim, ji hinek romanên romannivêserên kurdên bakurê Kurdistanê û parçeyên din jî hez dikim. Di nav romannivîserên zimanê tirkî de ji romanên Ahmed Altan û Yaşar Kemal hez dikim. Ne hemû, lê hinek romanên Orhan Pamuk û Elîf Şafak jî baş in. Ez  naxwazim navên romannivîserên kurd bidim, navên hinekan bidim û ên hinekan nedim dê dilê wan ji min bimîne. Min di 4 pirtûkên xwe yên derbarê romanên kurdî de dîtin û ramanên xwe aniye zimên û şîroveya romanên kurdî kiriye.

6.Asta romana kurdî îro gihaye kîjan radeyê?

Lokman Polat / Romana kurdî hêj nû ye. Bi taybetî jî li bakurê Kurdistanê pir nû ye. Heger mirov bi gelemperî binêre romana kurdî a yekemîn ji alî Arab Şemo ve hatiye nivîsîn. Lêbelê heger mirov wek herçar parçeyên Kurdistanê li romana kurdî binêre, li bakurê Kurdistanê romana pêşîn Mehmet Uzun nivîsiye. Li başurê Kurdistanê Îbrahîm Ahmed, li rojhilatê Kurdistanê Rehîm Qazî û li rojavayê Kurdistanê Bavê Nazê nivîsiye.

Di dema me de rewşa romana kurdî ber bi başiyê ve diçe. Gelek nivîskarên kurd roman dinivîsînin,  diweşînin. Pirraniya nivîskarên kurd ji nivîsîna çîrok û helbestê derbasê romannivîseriyê bûne. Ew bi nivîsîna romanên xwe yên nû romana kurdî pêşve dixin, dewlemend dikin.

Mirov dikare romanên kurdî miqayesê romanên biyanî bike. Ma çiyê nivîskarên kurd ji nivîskarên biyanî kêmtir e û herweha çiyê romanên kurdî ji yên biyanî qelstir e.

Haya min ji romanên biyanî heye û gelek romanên kurdî ji gelek romanên biyanî baştir û hêjatir in. Ji alî naverok, tevn, herikbarî û herweha ji alî pîvanên romanê ve ji yên biyaniyan çêtir in. Bi taybetî jî gelek romanên kurdî ji romanên tirkî, arebî û farisî baştir in, çêtir in.

Hinek romanên Ereb Şemo, Mehmed Uzun, Hesenê Metê, Mîran Janbar, Lokman Polat, Ezîzê Gerdenzerî, Eskerê Boyik,  Şener Ozmen, Îlhamî Sîdar, û yên din, ji gelek romanên biyanî, ji romanên asyayî, amerîkî û ewropî çêtir in û asta wan bilind e.

7.Bandora romanê li ziman û wêje rast nivîsa latînî çi ye ?

Lokman Polat / Ziman û edebiyat weke goşt û hestî bi hev ve girêdayî ne. Ziman nasnameya edebiyatê ye. Berhemeke edebî bi kîjan zimanî were afirandin, aîdê wî zimanî ye. Zimanê edebî zimaneke taybete. Bi xwendina berhemên edebî, bi taybetî jî xwendina helbestan hest û ruhê mirov geş dike.

Ziman hebûna neteweyan e. Ziman haceta ragehandin û pêşketina neteweyan e. Di hişyarbûn û pêşketina miletan de rola ziman bingehîn e.

Şêweya ravekirina zimanê îdeolojîk, teorîk, siyasî, ramanî û zimanê edebî ji hev cuda ne. Pirtûkên fikrî, zanistî û ramanî li gor şêweya zimanê teorîk û siyasî têne nivîsîn. Berhemên edebî jî li gor şêweya ravekirina zimanê edebî têne afirandin.

Divê berhem li gor nirxên edebî û li gor zimanê wê bê nav kirin û şîrovekirin. Nabe ku mirov berhemeke li gor kesayetîya nivîskar şîrove bike an jî bi nav bike.

Dibeku kesayetiya nivîskarekî nebaş be û berhemên wî gelek baş bin.

Kurd çend alfabe bikar tînin lêbelê alfabeya herî baş a li gor qaîdeyê rêbaza gramatîkî, rastnivîsînî alfabeya latînî kurdî ye. Bi hêviya ku di demên bê de, ango di pêşerojê de şert û zurufên nû pêk bên û tevahiya kurdan alfabeya latînî kurdî bingeh bigrin û bi vê alfabeyê binivîsin.

  1. Di nava kurda de nirxên romanê ta çi radeyê , gelo ew gihiştîye wê astê ku berhemberî helbest û wêjeya kilasîk.

Lokman Polat / Edebiyat, anku lîteratur hunera nivîsînê ye. Dîtin, raman, hest û îmgeyên ku bi gotin û nivîsînê tê qalkirinê ye. Zanîstiya hunera hunermendî û afirandinê ye. Estetîka-bedewiya, rindiya armanca ramanê ye. Wêjeya kurdî a klasîk xurt e. Lêbelê di navbera wêjeya klasêk û a nûjen de ferqiyet, cudabûn heye û divê mirov wê bibîne û li gor wê binirxîne. Ferqa di navbera helbesta klasîk û nûjen de bi gelek hawan e. Di teknîka nivîsînê, metoda afirandinê, naverok, form, lihevûdu hunandin, wezn, kafiye, rêzberî, vebêj û pêşkêşkirin û herweha gelek cûreyên din de ferqîyet hene. Helbesta klasîk ji ya nûjen baştir e, giranbihatir e. Lê, helbet gelek helbestên nûjen jî hene ku bi rastî jî giranbihane, hêjayê xwendinê ne.

Wek gotina dawî dixwazim vê bibêjim; Di warê ziman û gramera kurdî de çiqas xebat bê kirin û pirtûkên lêkolînerî bêne weşandin ewqas baş e. Hetanî ku kurd bibin dewlet hewcedariya wan bi îmkanên ku bikeve destê wan û bi wan îmkanan bikaribin ji hertiştî re çareserî avarte bibînin. Dema ku kurdan çarenûsa xwe bi destê xwe pêk anî, qedera xwe bi xwe tayin kirin, li ser axa xwe bûn desthilatdar, wê demê dê ji bo tevahiya pirs û pirsgirêkên xwe çareseriyên bingehîn bibînin û çareser bikin.

Niha pêwistiya kurdan netenê bi ferhengeke mezin heye, di gel vê pêwîstî bi gelek tiştên din jî heye. Herweha Ansîklopediya kurdî,  ferhenga edebiyata kurdî, antolojiya romana kurdî, dîroka lîteratura kurdî û hwd. Divê vana ji niha ve werine nivîsîn.

Ji bo mirov edebiyata kurdî bi cîhanê bide nasîn, divê berhemên edebiyata kurdî li zimanên cîhanê bêne wergerandin ku gelên cîhanê ji edebiyata kurdî hayidar bin. Li derveyê welêt gelek pirtûkên kurdî derketin. Hinek ji wan li zimanên din hatine wergerandin û ev jî ji bo nasîna edebiyata kurdî pêngaveke baş bû.

Ez pêşeroja edebiyata kurdî ronî dibînim. Edebiyata kurdî û herweha romana kurdî her diçe dikemile û dewlemend dibe. Weşanên kurdî, anku pirtûkên ku xwerû bi kurdî derdikevin hersal zêde dibin. Hejmara xwendevanên kurd jî hersar zêde dibe.

Jenerasyona nû ya ku divê li ser edebiyatê mijûl bibe, divê serî de haya wî ji edebiyata klasîk a kurdî hebe. Divê ew berhemên kurdî yên klasîk, herweke helbestên Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Melayê Betê, Elî Herîrî û destana westayê edebiyata kurdî Ahmedê Xanî ”Mem û Zîn”ê bixwînin.

Digel xwendina edebiyata klasîk edebiyata kurdî a nûjen jî bixwînin û hewl bidin bi kurdî binivîsin. Ji bo mirov binivîse divê mirov pir bixwîne û zanîna mirov a di hêla edebî de hebe.

Têbinî / Ehmed Z. Robarî di zanîngeha rojavayê Kurdistanê de xwendekar e. Ew teza xwe a akademîk li ser romana kurdî amade dike. Lewre ji bo wê, wî ev hevpeyvîn bi min re çêkir. Jê re ji dilûcan serketin daxwaz dikim.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *