Pîrozkirina Referanduma Serxwebûna Kurdistanê û Piştgirîya serhildana Rojhilat

Îro li Holanda bajarê Arnhem bi hevkarîya sê komeleyên Kurd: Komeley Dostayetî Kurd û Nederlandî (KNiViS), Rêkixrawî ÇEPK bo Geşepêdanî Mirovî (CHAPK),  Komeleya Çanda Karkerên Kurdistan (KOC-KAK) pêşandanek hat li darxistin.

Ev pêşandan ji bo sê bûyerên giring hat li darxistin:

  1. Ji bo pîrozkirina roja salvegera pênc salîya Referandûma Serxwebûnê Başûrê Kurdistan ya 25 Îlon 2017.
  2. Ji bo şermezarî û riswakirina dewleta hov ya mêtinkarîya Îran, ji bo keça Kurd Jîna Emînî, çima qursek porê wê ji derve bû, polîsên dewleta Îran, ew girtin û li qereqolê bi îşkencê şehîd kirin.
  3. Pişrgirî û rûmetdan ji bo serhildan û berxwedana gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistan. Bîranîn ji bo serhildana gelê Kurd ku heta niha bi dehan xwepêşanderê Kurd hatine şehîdkirin!

Bi axaftinên beşdaran, li ser girîngî û wateya van bûyeran bi berferehî hat rawestin. Sebeb û encamên referandûmê hat zelalkirin. Hat gotin ku heta gelê Kurd li welatê xwe serbixwe nebe, bi temamî rizgar û azad nabe û nagihê aştî û aramîyê.

Jîna Emînî, berê berê ji bo ku jinek Kurd û bê dewlet bû hat qetilkirin. Ji bo ku gelê Kurd ji hemî mafê xwe yê neteweyî, çandî, sîyasî û aborî bêpar e, ji bo ku ji alî mêtinkarîya rejîma hov ya Îran di bin tade, zilm û zorek mezin de ye, qetla Jîna Emînî bû pirîskek serhildanê!

Pêşandan bi durişmên dijî rejîma îran, pesindana jina Kurd ya serhildêr berdewam kir. Hin kesan helbest xwend, hinan sitran gotin. Hin beşdervanan, banga yekîtîya hêzên Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê û Kurdên li hemû cîhanê kirin. Pêşandan bi diruşim, daxwaz û hêvîyên serxwebûn û azadî bidawî hat.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *