Hilbijartina Tirk û Dubarekirina Lozanê

Siddîq Bozarslan

Di 7´ê hezîranê da li Turkiyeyê û li Bakûrê Kurdistanê Hilbijartina Giştî ya Tirk ya 24´emîn çêdibe. Ez hilbijartina Tirk dibêjim. Jiber ku ev ne hilbijarina Kurd e û ji damezrandina Komara Tirk ve heta îro politika Dewleta Tirk ya  yek milet, yek ala, yek ziman û yek dewlet ya qedexekirin û tunekirinê hatîye domandin. Divê em qebûl bikin ku Dewleta Tirk di politika xwe ya kedîkirinê û hovîtîyê da serfketî ye ku ev 95 sal e didomîne. Nîşana wê jî ew e ku Kurd jî her wekî ku hilbijartina wan e jî xwe di nav hewildanên cuda da dibînin û hemî enerjîya xwe di wê rê da xerc dikin. Siyasetmedarên ku bi navê Kurdayetîyê siyasetê dikin, ketine nav rewşeke welê sosret ku xwe û miletê xwe rezil û kepaze kirine. Wer bûye ku meriv di nav malbateke da du-sê-çar partiyên Ankarayê dikare bibîne û di vê encamê da endamên malbatê wek dîk û mirîşkan şerê hevdu dikin. Tenê li wêneyên xwepêşandanên HDP yên Stanbul û Îzmirê binêrin û wê kepazetîyê bibînin. Di destên beşdaran da alayên Tirk, wêneyên Ataturk û alayên PKK/HDP heye. Şik tune ye ku piranîya beşdarvanan jî Kurd in. Loma aqilmendekî dewletê bi navê Murat Yetkin dibêje; pêwist e HDP li Amedê û li Wanê jî bi alayên Tirk û wêneyên Ataturk beşdarîya xwepêşandanan bike. Li gorî wî wêneyên Stanbul û Îzmirê ne bes e jibo Tirkbûyînê.

Lê taybetmedîyeke vê hilbijartinê heye. Di vê hilbijartinê da HDP wek parti diçe ser sendoqan û li hemberî benda %10´yê têkoşînê dide; jiber ku zehmet e ew benda hilbijartinê derbas bike. Gelek nîşan hene ku HDP here meclisê an neçe; encam naguhere û hêza ku di her halî da qezenc bike, wê AKP be. Xalek jibo encama hilbijartinê zelal e û li ortê ye. Heger AKP piranîya dengan bi destbixe ku jibo çêkirina destûrê bes be; wê li gorî sistema serokatîyê wê destûrek were amadekirin û di wê çarçoweyê da selahîyetên Erdogan wê zêde bibe. Heger HDP bendê derbas bike û AKP piranîya dengan ku pêwist e, dernexe; wê demê jî wê HDP biştgirîya AKP bike û ew destûra ku Erdogan dixwaze, wê were çêkirin. Propaganda hilbijartinê ya îroyîn çi dibe bila bibe, wê HDP piştgirîyê bide AKP. ”Pêvajoya Aştîyê” jî heta niha bi H. Fîdan hatîye domandin û jibo berdewamîya wê her du alî mecbûrê hev in. Bo wê ye ku HDP mecbûr e gotina Ocalan bîne şûnê. Bi tabîreke dî şefê HDP Ocalan e û şefê Ocalan jî Serokê MIT´ê Fidan e. Ocalan mecbûr e gotina MIT´ê bîne cih û piştgirîya HDP pêşkêş bike. Peyvên Cîgirê Serokwezir Beşîr Atalay ku derbarê damezrandina HDP da gotibû; ”Hakan Fîdan û Ocalan bi destên hev girtin û îmzayên xwe avêtin vê projeya xweşik.” gelek balkêş bû û heta niha tu rêvebireke HDP tişt negotine. Yanê çêkirina HDP bixwe projeya dewletê ye û ”siyasetmedarên me” jî li gorî daxwaz û kêfa Ankarayê tê da tên lîstinê. Yanê her tişt li gorî sîrka canbazên Ankarayê ye.

Dema HDP bendê derbas bike û here meclisê û bi dengên xwe destûra ku Erdogan dixwaze, bipejirîne; ev tê wê wateyê ku jibo Kurda dubarekirina Peymana Lozanê wê têkeve jîyanê. Gelek vekirî ye ku destûra were çêkirin; wê çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê tê da cih negre. Di şert û mercên îroyîn da wêneya giştî, sed mixabin ev e. Divê em gotinên Ocalan ku di destpêka pêvajoya Îmralîyê da gotibû, jibîr nekin. Li gorî Ocalan hemî mafên Kurda di destûra heyî da heye û pêdivî pê nîne ye ku tiştên nû di destûrê da were nivîsîn. Jibo wê ye ku divê her kurdek ku ji milet û welatê xwe hez dike û xwedî ray ye; di vî hilbijartinê da dengê xwe nede tu partîyên Ankarayê û nebin şirîkê dubarekirina Peymana Lozanê. Herî baş ew e ku HDP di bin bendavê da bimîne û nere meclisa Tirk. Her weha heger HDP nere meclisê; wê projeya Ankarayê ku bi rîya HDP gelê Kurd têxe nav sistema Tirkbûyînê jî dê têkbiçe ku ev jibo Kurda wê gelek baştir bibe.

Divê Kurdperwer ji bîr nekin ku ray namûs e û divê wê nefroşin bo Ankarayê. Meclisa Ankarayê, dezgeha herî mezin ya dagirkerîya Kurdistanê ye. Kesên ku ji herêmên Kurdistanê tên hilbijartin û diçin Ankara; ew roja ewil li Meclisa Tirk sond dixwin ku ew Tirk in û yekparetîya dewletê û prensibên Ataturk wê biparêzin. Kesên ku hebûna xwe inkar bikin û xwe têxin nav sistema Ankarayê ya qedexe û tunekirinê; ew bixwazin nexwazin dibin natorvanên wê sistemê. Ev 95 sal e siyaseta ku bi awayên cuda hatîye dubarekirin û xizmeta sistema Ankarayê kirîye, ev bixwe ye.

Divê ez bînim bîra Kurdperweran ku di salên 1960-70´yî da di bin pêşevatîya Mele Mistefa Barzanî da têkoşîna çekdarî dihat domandin û kes ji Başûrê Kurdistanê nediçûn jibo Meclisa Baxdayê. Digel ku di destûra Baxdayê da qedexekirin û inkara Kurd û zimanê Kurdî jî tunebû; kesên ku diçûn Baxdayê jibo meclisê, ji wan ra Cahş dihat gotin. Kurê M. M. Barzanî yê mezin Lokman jî çûbû Baxdayê jibo meclisê. Mele Mistefa wê rewşê bi tundî protesto kir û ji Kurda ra wesîyet kir ku êdî malbatên Kurd divê navê zarokên xwe nekin Lokman. Ev mîsal bi tena serê xwe nîşan dide ku Kurdên me yên Başûrî xwedîyê xeteke netewî bûn û li ser wê xeta sor têkoşîna xwe domandin. Lê li Bakûrê Kurdistanê rewş, berewajê wê ye û Tirkbûyîn bûye tişteke normal ku di bingeha wê da şaşîtîya sîyaseta Kurdî bixwe heye. Siyasetmedarên Bakûrî, berî her tiştî divê di mejîyê xwe da azad bin û xwe ji bandora Ankarayê û paytextên dî yên dagirkerên Kurdistanê rizgar bikin. Wê demê wê bikaribin bibin xwedî xeteke sor. Li ser xeteke netewî  wê bikaribin bi serkevin. Ji bilî wê tu rîyeke dî tune ye û natorvanîya Meclisa Tirk, çare nîne ye.

31.05.2015

Swed

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *