Pîrozbahîyên gera îxaneta 16 ê cotmehê û Emîrê xirabîyê

Min îşev dîsa dît ku, dijmînên gelê Kurd, di nav civata Kurdistanê de têra xwe tovê îxanetê reşandine. Hêz û qewetên wan têra xwe heye, hinek jê karê ajantiyê vekirî dikin, hinek jê dibin sîya sîyaset û olî de dimeşînin, hinek hêja bi milyon dolar neft û xwîna xwe difiroşin. Hinek jê hene, karê xwefiroşîyê weke karekî xwebexş dibînin û tevdigerin. Îşev, gava min roportaja bi Ali Bapir re gohdar kir ev dîtin û Raman hatin bîra min.

Di Stêrk TV de emîrî komela “îslamî” ya Îranî Ali Bapîr li kêleka “hevalekanek danîştîye” û dest bi derewên xwe dike. Ez dixwazim roportajê gohdar bikim. Lê mirovek dikare ewqas derwan bike, ewqas dikare avê şolî bike. Ali Bapîr û nûçevanê hevalakan bi hevre, li dijî xeta netewî jehr û kîna xwe dirijînin. Herdû alî li ser dijîtîya alîyên serxwebûnxwaz û serokê Kurdistanê bûne şirîkê derew û fesadîyan. Zimanek bi jehr, kîn û nefretek bê sînor “civata xwe” geş dikin. Ji hev re xweş dikin, derewên hev pîne dikin. Ji bo reşkirina rastîyan rê li ber hev vedikin. Hevbendî û hevaltîya wan li ser dijmînatîya bingeha xeta netewî dimeşe . Car caran navê PDK û YNK’ê bi kar tînin, di bin navê rexnan de dijîtîya xwe tînin ziman. Lê xuyaye kar û erkên wan reşkirina rastîyan e. Dixwazin bi derewan, bi ser bikevin!
Mirov poşman dibe, goh dide bernamên ewha, ev kesên hanê weke li kurdistanê tu tiştek nebûye, tu hêz, tu dewlet kurdistan dagir nekirîye tevdigerin. Bê ûjdanî û bê pîvanî weke karekterek rewa hilbijartine, sebebên qeyran û pirsgirêkan , dagîrkerîya kurdistanê, kuştin û sotandina xanî û dikanan, koçberkirina bi hezaran weke ji alîyê serok Mesûd Barzanî ve hatibe kirin, di warê bêbextîyê sînor nas nakin! Xuyaye dem dema lîrandinê ye…

Min îşev carek din, dîsa dît ku ev alîyê xwe weke “çepgir û sosyalîst” nîşan didin, an jî berhemên ekoljîk û alîyê di bin navê “komela îslamî” de, ji bo desthilatdarîya El qaîde, Ensar el îslam û bi Daîş re hevgirin, alîgirên xwe, li dijî berjewendîyên netewî bûne şirîkê hev. Ez bawer im dîrok wê rûpela 16 Cotmehê li kêleka rûpela sala 1966 an bi cîh bike û navê xwefiroşan tê de yek bi yek wê binivîse. Weke Mamoste û şagirtên şeştûşeşan, hertim wê bi tawanbarîya dîrokî, ji alîyê gelê Kurd ve bên lanet kirin!

Em dibînin ew alîyên ji hev “cûda” dihatin zanîn, îro li ser lîstoka xirabîyê bûne şirîk. Şanoya 16 cotmehê moral daye wan û gelek bi hêvî bûne derkevin ser dîkê! Hemû jî lotikvanê lîstoka sîyê ne, enîya dijbereya gelê Kurd, van xwefiroşan bikar tîne û xuyaye hemû xwendekarên yek dibistanê ne, mamostê wan jî îstîxbaratên çar dewletên dagîrker in.

Alî Bapîr kî ye, ji kîjan kevneşopîya rêxistina terorî tê, biraderên Başûrî û rayedarên sîyasî baş dizanin. Ez naxwazim dûr û dirêj li ser çîroka derbasbûyîna wî, li mijara helwestên wî yên bê ehlakî rawestim! Lê belê, divê ji bo berjewendîyên netewî mirov rûreşîya Ali Babîr û hevkarên wî derxe holê û şopa îxaneta wan raxe ber çavan. Bi qasî agahdarîyên derheqê têkilîyên Ali Bapîr de ku bi grûp û rêxistinên tûndrew û terorî re dûr û dirêj e.. Ji dema şerê Efganîstanê vir de têkilîyên wî bi selefîyan re, bi El Qaîde, Ensar El islam û Komela islam re domdike. Di dema şerê daişê de, li gor nûçeyên medyaya Kurdistanê, bi tundî li dijî pêşmerge û hukumeta Kurdistanê helwest nîşan daye û weke şûrê Îranê tevgerîyaye. Têkilîyên wî yên bi Baasîyan re, bi desthilatdarîya Seddam re, di kolanên Başûr de herkes dizane û tê gotin. Di dema şerê Daişê de, di derheqê wî û derôdora wî de bi sedan nûçe derketine lê rojekî li dijî wan nûçeyan deng jê derneketîye. Min bi xwe çendî car nûçeyên derheqê hizmên wî de, endamên rêxistin û zavê wî ku çewa beşdarî nav refên teroristan bûye xwendîye. Çewa bi sedan heval û alîgerên wî li hemberî pêşmergên Kurdistanê şer kirine û xwîn rijandine.

Piştî îxaneta 16 cotmehê xuyaye Ali Babir li ser navê şirîkên xwe derketîye seferê! Li Ewropa, li Baxdayê, li Enkera û Baxdayê gera pîrozbahîyên “serkeftinê” dimeşîne. Ali Bapîr û nûçevanê hevalekan weke li ser dîkê rolê xwe bileyizin her tim digotin: “Biryara referandûmê biryara alîyekî ye, ya hinek kesan e!” Gelo mirov çewa dikare ewqas ji rastîyan dûr bikeve? Bê ûjdanî, bê pîvanî ewqas cîh girtîye li vî welatî? Xuya ye şagirt û peyayên Qasim Suleymanî dixwazin bir reşkirin û propagandayên derew pêvajoya referandûmê reş bikin. Her dû ketine pêşwazîyekî û derewên hev pîne dikin. Xuya ye ne li Kurdistanê dijîn: Di referandûmê de beşdarbûna pilêya gelê başûrê Kurdistan % 72 bû, yên gotin belê % 93 bû û yên gotin naxêr % 7 bûn. Elî Bapîr û şirîkên xwe li hêla naxêr û boykotê cîh girtin. Niha jî rabûne dibêjin: “gelê Kurdistan ji bo berjewendîyên kesayetî hat xapandin.” Gotinek pêşîyan heye, dibêjin: “keçelo, navê min li navê te, kimê min li serê te”

Em dikarin ji salên 1961an vir de helwesta alîgerên enîya xulamên dagîrkeran raxin ber çavan. Dijîtî û neyartîya wan îro destpênake. Birîna wan kûr û dirêj e, li pey heyfa kalên xwe tevdigerin. Têkoşerên doza gelê Kurd di demên cuda de, gava got: “mafê gelê Kurd, otnomî, hukmê zatî, federasîyon, serxwebûn” alîgerên vê enîyê her tim gotin: NAXÊR weke îro.. Erk û rola wan her dem naxêre! Ji ber wê yekê ye, rêz li dengên ERÊ nagirin ku zêdetirî sê (3) milyon kesî helwesta xwe dîyar kir. Ev derûdorên hanê rêz li îrada gel nagirin û naxwazin dengê wan bibînin û bibihîzin.

Ez carek din dixwazim bi kurtayî dîtinên xwe pêşkêş bikim: Problema me ne parastina kesayet û hizban e an jî ne dijîtîya wan e. Problema me, doza Kurd û kurdistanê ye. Problema me di nav mala Kurdî de, bi beşdarbûna hemû alîyan avakirina yekrezîyek netewî û parastina berjewendîyên gelê Kurdistanê ye. Problema me, li dijî dagirker û neyarên gelê Kurd, parastin û avakirina hişmendîya niştîmanî ye.

Partî, grûp, hêz, tevger, hîzîp an alîyên sîyasî, serok-“başkan” rêber, emîr an kesayet û aktorên sîyasî hemû berhemên doza Kurd û Kurdistanê ye. Ger ev doz tunebûya, ev aktor û hêzên hene wê tunebûna. Her pirsgirêk, pêwîstîya alav û derfetan bi xwe re tîne. Her pêvajo, bi xwe re aktor û hêzên xwe pêşkeşî civatê dike. Di dîroka têkoşîna rizgarîya netewa kurdistanê de, bi dehan mînakên cûda hene. Em dikarin ji salên 1700 an 1800 an virde hinek mînakên balkêş rêz bikin.

Serhildana rewandûzê, serhildana şex ubeydulah nehrî, serhildana Babana, Serhildana Bedirxanîyan, serhildana Şêx Mahmud Berzenci, serhildana Koçgirî, Serhildana 1925 Şêx Seîd, Xalid Begê Cibran, Serhildana Dersimê, Ser Agirî, Mahabad, Şoreşa Îlonê, Şoreşa Gulanê û hwd. Hûn dikarin bi dehan minakan lê zêde bikin.

Problema me tevahîya van wêneyan e. Naverok û sedemên van probleman îro weke barekî dîrokî li ser milê me ye. Em hemû mecbûr û berpirs in ku vî barî bigihîjînin armanca wê…

Em bixwazin an nexwazin problema Kurd û kurdistanê weke problemek sereke, li ser erdnîgarîya me wê demek dirêj bidome. Emê bi her awayî qelen û bedelên giran bidin. Ger Kurd aktorên sereke bin, dikarin bi êşek kêm, bi bedelek hindik vê pêvajoyê berbi çarenûsê bibin, lê aktorên sereke dagîrker û xulamên wan bin, emê bedelên giran û demek dirêj dîsa bi van pirsgirêkan ve mijûl bibin.

Ji ber vê yekê, Mesud Barzanî îro serpiştî, nûnertî û temsîla xeta netewî dike; loma dibe armanca êrîşan. Ev êrîş encamên bê hûqûkî û bê pîvanîyê ye. Divê ji alîyê Kurdên dilsoz û niştimanperver ve evana bên şermezar kirin. Mesud Barzanî, bi referandûmê tapûyek dîrokî radestî gelê Kurd kir. Tu kes, tu hêz û tu dewlet nikare gelê Kurdistanê ji mafê serxwebûn û dewletbûnê mehrûm bike. Divê em tu carî rê nedin paleyên xirabkirinê ku pêşkêşîya bayê bê hêvîtîyê bikin.

Em bawer in û bi hêvî ne, rojên azad ne dûr in. Kîjan roj be, wê gelê kurd vî mafê xwe bi kar bîne. Em wan rojan bibînin an nebînin wê nifşê nû alaya Kurdistanê hildin jor.. 02-12-2017 Cano Amedi

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *