1.Çandinî û Şaritaniya Gutîyan li Herêmên Zagrosê
Çandinî cara pêşî li dora 10.000 sal berî zayînê li herêmên çiyayî yên Zagrosê derketiye holê. Ji nêçîrvanan bigire heya cotkaran di dîrokê de gavên ewilî jibo avakirina mirovahiyê avêtine. Ya yekemîn dema ku çanda cotkarî, xwedîkirina ajelan (heywan) û jîyana niştecîh pêş ket, ya duyemîn dema ku pîşesazkirina serdema me dest pê kir. Çandên çeman ên pêşîn li derdora Firat û Dîcle, Indus û Guangho (Çemê Zer) û li Nîlê ya Misrê destpê kir û deverên din jê sûd wergirtin. Peyva çandê tê wateya çandiniyê û ji destpêkê ve mijara çandê, cotkirina axê bû. Wateya peyvê avakirina çandiniyê û tê wateya çanda destpêkê ya şaristaniyê. Çanda cotkirin an xwedîkirina ajelan (heywan) li ser Firat û Dicleya Kurdistanê / Mezopotamyayê, li derûdora geliyê îndûs li Hindistanê (Pakistan, Afganistana kevnar) û derûdora çiyayê Zagrosê dest pê kir. Yekemîn şaristaniyên mezin hatin afirandin. Afganistan beriya zayînê di salên 9000-6000 B.Z. de bi çandinî û ajeldariyê re mijûl dibû. Di wê demê de Afganistan beşek ji cîhana Aryana kevnar bû.
1.1. Teoriyên Cûda û Gelê Gutî
Kurd yek ji neteweyên herî mezin ên cîhanê ye wek neteweyeka bê dewlet (Beşıkçî, 2004; Brunessen, 2004; Gunten 2007; Gaunt, 2011; Mcdowall, 2003) e. Ew miletê ku çend sed sal in li dijî zilmê û jibo Kurdistaneka serbixwe û azad têkoşiyaye. Kurd xwedî mîrasa çandekê ne û Kurdistan welatê wan (Bîtlîsî,Şerefxan, 1596; Mînorskî, Vladîmîr, 1927; Howorth, 190) e. Şerefname di sala 1597ê de yekemîn qeyda nivîskî ya dîroka kurdan e, ku kurdekî nivîsîye. Di derbarê koka kurdan de jî efsaneyênmîtolojîk yên cihêreng (Mesûdî, Mûrûcûz-Zeheb, 107; Şerefxan Bîtlisî, 1598) hene. 400 sal B.Z. Ksenefon behsa navê Karduxoyî dike. Gutî bavpîrên kurdan (Izady, Mehradad R. 1993; Speiser, Ephraim, Aviadot, 2016; Waddell, L. Austine, 1925/1930; Henry Hoyle Howorth (1901. 1-14; Hallo, William W, 1971) e. Prof. Dr. Ephraim Aviadot Speiser, Prof. Dr. Mehradad R. Izady û Prof. Dr. Laurence Austine Wadell hersê îdîa dikin ku Gutî bav û kalên kurdan in.Piotr Steinkeller (1981) profesorê zimanên Akadî û Sumerî ye li Zanîngeha Harvardê dixebite û li gorî wî ku ji hêla niştecihên Zagros û rojhilatê Torosê ve têgîna Akadî ”Kurtei” hatiye binavkirin. Steinkeller asurolog, arkeolog e û pirtûkên wî di derbarê Akadî û sumerî de ne. Karduxên ku Ksenefon behs dike, bapîrên kurdan (Wigram, Wa (William Ainger Wigram, 1914; Braidwood, Robert J. 1960; Nickles, Harry G., 1969; Stuart Piggot, 1968; Della Valle, 2020) e. Dîrokzanê Alman B. G. Neiebuhr (1847) ku çend sal di nav kurdan de bû, îdîayeka nû anî ziman û got ku Aramî, Med û Faris wek bav û kalên hevpar ji kurdan afirîne û kurd in. Ew di navbera salên 1776-1831ê de jîyaye.
Gutî 3000 B.Z. li Gutîum´ê dijîyan (Mark, Joshua, J. 2024). Navê welatê wan Gutium bû. Gutî di navbera salên 2250 û 2120î de yên berî zayînê desthilatdartirîn bûn û xwedî dewlet bûn, lê beriya vê dîrokê jî li ser axa xwe bûn. Gutî û Hurî komekê ji bav û kalikên gelê kurd yê pêşîn bûn. Navê welatê wan ”Gutîum” bû û Gutî bav û kalikên kurdan ên çiyayên Zagrosê, bi zimanê Sumerî bû. Erridupizir (2141-2128 B.Z.) qiralekî Gutî yê pêşîn bû. Padîşahiya wî bi mîxnivîseka padîşah li cihê arkeolojîk a bajar-dewleta kevnar a Nîppurê ku têde qiralê Gutî ji xwe re dibêje: ”Qiralê Gutî, padîşahê çar çaran…”
Li gorî Profesor Ephrami Avigdor Speiser (1930) 3000 sal B.Z. bi navê ”Gutium” welatekî li Zagrosê hebû. Profesor Howorth, Sir Henry (190: 2-33) jî dibêje: ”Navê Kurdistanê yê berî zayînê Gutium bû”. Navê Kurdistanê di dîrokê de wek ”Gutium” bû. Li gorî zimannasî û delîlên navxweyî yên Avesta, Rigweda, pirtûkên Weda yên Sanskrîtî û malbata zimanên Hind-Arî, Hind–Îranî li çiyayên ”Kushana Hindistanî” yên Afganistanê li bilindihiyan zaye. Çavkanî û daneyên dîrokî diyar dikin ku navê yek ji eşîrên proto-îranîaxêv ”Gut ango Gutî bûye. Ev koka gelê Aryanî ya kevnar wek ku akademisyen Waddell, L. Austine (1925/1929) dinivîsîne; ”Gutî 3000 sal B.Z. jîyane û desthilatdar bûn. Li gorî wî şaristanî di nîjad û dîrokê de ye. Asurîlog, Prof.Benno Landsberger di lêkolîna xwe de dinivîse û dibêje; “Gelê Gutî dewleta Akadî hilweşand û ji 120 sal zêdetir li welatê xwe desthilatdar bûn”. Li gorî wî çanda gelê Gutî 8000 sal beriya zayînê hebû. Arshak Safrastian (1885-1958) dinivîse dibêje; “ Gutî û Karduhî ji nîjadekê ne û bavpîrên kurdan e. Rojhilatnas Theodor Nöldeke (1836-1930) dinivîse û dibêje; bavpîrên kurdan ên ewilî “Kirtî” bûn. Fîlozof û dîrokzanên yewnanî Strabo û Livius 59 B.Z-17 jî behsa peyva “Kyrtio” dikin.
Strabo di sala 63ê berê zayinê de ji dayikê dibe û sala 24ê ya pey zayînê diçe ser dilovaniya xwe û Titus Livius sala 59ê B.Z ji dayikê dibe û di sala 17ê ya P.Z. de diçe ser dilovaniya xwe.
Li gorî James Mellart (1965: 15) şaristanî, li roavayê çiyayên Zagros, Bakurê çiyayî yên Mezopotamya û Başurê Antoliya ku ew der Kurdistan e, zaye. Welatê Gutî, bi taybetî hawîrdorên şanederê cihê jidayikbûna cotkarî û çandiniya pêşîn e. Dema ku argumanên heyî werin ber çavan, dê were dîtin ku şaristanî li herêma bi navê Gordyene (Kurdistan) zaye. 33/1929: 114-115) ji vê eşîreka efsanewî ya ”Gutî” ku şervan bûn û koçî Hindistanê kirin û li wir bicih bûn. Eşîreka din a ”Gutî” koçî Ewropayê kir. Xanedaniyeka Gutî 130 sal hukum kir (Izady 1993). Bêguman Kardukh kurdên îroyin in (R. Kiepert, 1846-1915). Li gorî erdnas/cografîzan Heinrich Kiepert (1818-1899) navê Kardukh ê din Kurd e û di çavkaniyên Asurî û Sumerî de wek ”Kardu” hatiye nivîsandin. ”Gutium” navê Kurdistana kevn e. Kurd û Gutî yek tişt e, hevwateyê hev (William L. Westermann, 1944) e. Gutî yek ji eşîrên gelê Hurrî ye. Gutî împeratoriya Akadê ji holê rakir. Arkeolog Archibald H. dibêje: ”Gutium welatê kurdan e”. Niebuhr (1776-1831) Med û Faris bi eslê xwe ve ji Kurdan afirîne. Cografya Sumeran qadîm Gutium bû.
Pirtûk an nivîsarên dîroknasên antîk ên wek Plutarhos (dîiroknas, fîlozof), Dîodorus (dîroknas), Nîcolaus (fîlozof, teolog), Ctesias (dîroknas) û gelek kesên mayin balkêş in.Dr. Elî Şerîetî wisan dinivîse: ”Prof. Dr. James H. Breadsted, Prof. Dr. Robert J. Braidwood û Prof. Dr. Jack Harlan Kurdistan wek ”bereketiya hîlal” e. Li gorî zanayên mezin ên wek E. Elktedt,G.A. Melikişvilî, I Chopin, I. M. Dyakonov,N.Y. Marr, V.F. Mînorsky, û gelek zanayên kurd li herêmên çanda kevnar dijîyan. Li gorî akademisyenê navdar V.A. Gordledsky, navê Kurd li Misirê di sala 18ê (1550 – 1292 B.Z) de hatiye naskirin. Mister Hol dibêje padîşahê Gutî 2800 sal B.Z. li welatê “Gutium” desthilatdar bû û navê wî Anobanînî bû.Dr. Mehrdad R. Izady (1993/2004) diyar dike ku eslê peyva “Kurd” berî zayînê 400 sal, heke ne berê be jî hebe. Peyva Kardaka û Qardu li ser kok û kevnariya têgîna etnîkî ya “Kurd” e.
Gelê Gutî bi kevneşopiyên xwe ve gelê Kurd bixwe ye û gelek lêkolîner jî piştgiya vê teoriyê dikin. Gutî niha jî navê çiyayê Kurd û Kurdistanê ye. Navê çiyayê Gutî (Kutî) ku bi lêvkirin û versiyona erebî ”Cûdî” tê navandin ji ber ku di zimanê alema Îslamê de dengê ” g” tune ye, dengê ”c” di şûna ”g” girtibe. Çavkaniyên zanistî behsa ”Gutium” û Kurdistanê dikin. Wek mînak”di bin destê Kurusê Mezin ê Faris de, serfermandarê Gutî Gobryas wek waliyê Kutium (Gutî) tê pejirandin (hesibandin). Zimanê kurdî ji zimanê medî afirîye Mînorskî (1992; Nikitin, 2023 û Justî). Xelqê Med bavpîrên kurdan e û kurdî ji zimanê Medî tê (Justî, 1880; Mînorskî, 1992;Nikitin, 1987;Bîtlîsî, 1990). Brunessen, Martin van (1992) li dijî vê teoriyê ye. Bavpîrên Kurdan Med in (Mînorskî 1983: 2-43; Strabon 63-24 B.Z.; Polybius 200-118 B.Z). Lê bi dîtina min Med komekê Gutî ne.
- Peyva Kurd û Welatê Kurdan ”Gutium”
Peyva “kuta” çend wateyan dide ku yek ji wan wateyek ”serê çiya” ye. Di ferhenga kevnar ya sanskrîtî Amarakosa (102- 641) de peyva “kuta” tê wateya “ serê çiya an serê çiyayekî”.Polybious bûyerên 221-220 berî zayînê radigihîne û Strabon di pirtûka xwe ya erdnigariya xwe de behsa ”Kyrtui” an Kurtî kirîye. Dîroknas Livius, Plinius û Tacitus, hersê behsa nifûsa xwecihî ya Împeratoriya Medî û desthilatdariya wê li Anatolyayê dikin. Li gorî Plinius Carduchi û Cordueni heman miletekî ne. Ev ”Karduhî” yên ku Ksenefon behs dike heman in û navek e. Ev nav jî wek ”Kardaka” an ”Qardu” ye. Dîroknasê ermenî Mathias av Edessa di sala 1062an de nivîsîye ku navê Kurdistanê heye. Ksenefon di pirtûka xwe ”Anabasis” de nivîsî û behsa gelê Kardukhî dikir ku navê welatê wan ”Corduene” bû. Dîroknas Strabon jî behsa ”Corduene” kir. Mûfid Yûksel sosyolog û nivîskar e û li gorî wî bajarê Amedê yê berê ne yê kurdan bû, wisan xuyaye ku ew di bin bandora referens û çavkaniyên tirk an erebî de maye. Li gorî Mester Mosirok gelek dîroknasên xaçparêz ji çiyayê Cudî re ”çiyayê Kurdyen” bi gotineka din di dema desthilatdariya Aşurîyan de ji Cudi re digotin Gutium. Xuyaye ku ev nav tîpa ”g” bi ”c” di zimanê erebî de hatiye guhartin, ji ber ku tîpa ”g” di erebî de tune ye.
Yek ji nivîskarê yekem yê ku navê kurdan aniyerojevê û di derbarê wan de nivîsîye Hemdullah Kazvignî ye. Li gorî wî padîşahê Asurî Tiglath -Pîleser (1115 -1076 B.Z. bi gelê ”Kurtie” re şer kirîye. Driver (1923) navê Kurd têkiliyên wî yên fîlolojîk bi vê peyvê heye û dibe ku ji ber vê yekê di salên 1100î B.Z. de Suryaniyan ji kurdan digotin ”Kurtie”. Li gorî V.P. Nitikin peyva Kurd tê mateya“qehreman”. Dîroknasên Kurd ên navdar Îbn Etir (Îzadin îbn Al-Athir), ji Cezîrê, îbn Xellîkan ji Hewlêrê û Ebdul-Fîda ji malbata Selahedînê Eyûbî, ev hemû di sedsalên 1100-1200î de jiyane.Qiralê Aşurî Assurbanîpal (668-627 B. Z.) gelê Gutî bi teşwîqkirina serhildana Babîlê tawanbar kir û heta padîşahê Babîlê Nabonidus (556-539 B.Z) îdîa kir ku Gutî ji hilweşandina perestgeha li bajarê Sipparê berpirsiyar in. Lê dîtina dijminê gelê Gutî ye.
Dîtinên fîlozofan an dîroknasan ev in:
Livius, nivîskarê romî ( 59-17 B.Z) peyva kurd bi awayên cuda bikar dianîn. Dîroknas an fîlozofên Yewnanî serdana Îrana antîkê û hin deverên farisan dikin û navên cuda jibo kurdan bikar dihanîn, wek mînak:
Strabon (dîroknas, fîlozof û erdnîgar) bû, digot: Kyrtoti an Gordyaios
Polybius (dîroknas û nivîskarê dîroka felsefeyê) bû, digot: Kritî
Livius, (dîroknas, erdnîgar) bû, Kritei…
Ksenefon (dîroknas,di pirtûka xwe ya bi navê “Anabasîs” de digot: Karduh
Ploutarkhos (46.120 P.Z., fîlozof, biyografî û nivîskar) bû, digot: Gordyenoi, Gordyenus
Plinius ( 23-79 P.Z, nivîskarê romî, nivîskarê dîrokê yê xwezayî, nivîskarê hunermendiyê, dîroknas), digot: Carduchi an Cordueni
Stephanus (580-640 sal P.Z., fîlozofê bîsansî, mamoste, nivîskarê bîsans, berhevkar, zimanzanê bîsansî, digot: Gordokhos an Cordos.
Plybius, Herodot, Ksenefon, Strabon û niviskarên din vedibêje.
- Peyva Kurdistan
Peyva Kurdistanê, ji du peyvan pêkhatîye; Kurd û sitan. Paşpirtika”sitan” an ”istan” dihê wateya ”asîtan”(hewş). Di zimanê Sumerî de ”tan” heye ku dihê wateya ”dana êvarê”. Dibe ku pêywendîya xwe digel peyva ”Stan” ango”sitan” (hewş) hebe. Li gorî dîtinekê, peyva”Sitan” ango ”asîtan” erebî ye, lê ne erebî ye. Bi alîkarîya paşpirtika“Stan“ navên kurdî dihên avakirin, wek: çolistan, daristan, Loristan…
Peyva Kurdistanê berê Osmanî û Seçûqiyan hebû. Lê di dema Osmanî û Seçûqîyan de jî hatîye navandin. Di wê demê de, Siltanê Selçuqîyan, Siltan Sancar (1117-1157), di rojavayê Hemedana û Îsfahanê de, bi navê Kurdistan parêzgeheke damezrand. Navenda vê parêzgehê, Kela Biharê bû. Di vê demê de, beşek ji çiyayên Kermanşahê dan Selçuqîyan, navê wê hindamê danîn Kurdistan û Suleyman Şah bûbû fermandarê wê. Bi taybetî di destpêka sedsala 1800î de, aqilmendên tirkan, hewl da ku wîlayetên kurdan bike nav dezgehên Osmanî û serkeftinên kurdan tune bikin. Kurd cara ewilî di sala 1880î da jibo avakirina dewleta xwe ya Kurdî serî hildan. Piştî wê jî hişmendiya neteweyî ya kurdan bi lez û bez pêş ket.
- Gotûbêjiyên vekirî û serbest
Yekemîn welatê Gutiyan Çiyayê Zagros e. Welatê Gutîyan ê pêşîn Zagros bû, li rojhilat çiyayên Zagros, li rojava çiyayên Torosê û çiyayên Hemrînê û heta derûdora Karsê. Dîroka Nabonidan yek ji girîntirîn nivîsarên dîrokî yên Babilonê ya kevnar e. Li gorî Kesenofon (401) Gubaru (fermandar Gobryas) generalekî Gutî ku alîkariya Kurosê Faris kir ku di sala 539 B.Z. de Babîlê zeft kir û wek generalê Gutî alîkariya Kurusê faris kir. Ev îspata hebûna gelê Gutî (Gutium) û welatê wî ye, di vê demê de. Bi gotineka din, Gobryas li ”Gutium”, çiyayê Zagrosê bû û ew yekem bû ku kete Babîlê, li wir padîşahê dawî yê dîl girt. Ew nîşan dide ku ew di hezar sala 9an ya berî zayînê de qewimiye. P.Z. di sala 242an de “Karname” behsa qiralê Kurd ê Med dike. Axwend Mehemed Salih Sengenê Beluc di Kurdnameya xwe de nivîsîye û dibêje: “ Beluc kurd in”. Li gorî wî bapîrên Beluciyan Med in. Peyva Med “Mada” pêşîn ji aliyê qiral Salman ve hate lêvandin.
Gutî berî zayînê 3000 sal B.Z. li Gutium´ê hebûn û bi taybetî di salên 2200î de li seranserî Mezopotamyayê hukumdarî kirine. Gelê Gutî di sala 2700 sal BZ de dewleteka xwe damezrand, dûvre êrîş birin ser welatê Sumeriyan û di sala 2649an a BZ de dewleta Akadî hilweşand û di navbera herdu çemên şaristanî yên Dicle û Firat de bihêztir bû. Dîroknasê faris an ereb ê dijminê kurd Ezîz Osman gelê Gutî xwînrêj, çavbirçî, talanker û şerxwaz bûn, lê ev dîtin ne rast e û gotinên dijminên kurd in. Dr. Ezîz Osman gelê Gutî ji gelên Qefqasiyên Asyayî ne, lê têkilî gelên Hindo-ewropî bûne. Ev dît çewt e.Assurî gelê Med wekî Gutî bi nav dikirin. Li Pirtûkxaneya Asurbanîpal de nivîsar û nivîsên cografîkê hatin dîtin û li gorî kopiya lîsteyekê çiyayê Nizirê, çiyayekî welatê Gutium e û ew jî li Cordyene´yê ye. Di pirtûka pîroz de cihê Gemiya Nuh çiyayê Gutî (Cudî) ye. Mirova dikare bibêje, cihê Gemiya Nuh li Kurdistanê ye.
Gutî wekî kesên tehdîkar, xeternak, mirovên bêmedenî û barbar dihatin dîtin. Gutî ji hilweşîna împaratoriya Akadî û sumerî hilweşîna Sargonê Mezin ê Akad berpirsyar in. Zimanê gelê Gutî yê nivîskî tune bû û hemû tiştên li ser wan tê vegotin ku ew bi wêrankirina welatê Akad an welatê Sumerî ve sûcdar dikin, lê ev gotinên dijminên gelê Gutî bûn. Cara ewilî şaristaniyên mezin ên cîhanê di navbera çemên Firat û Dicle de li Mezopotamyayê ”îcad” bûye, derketin holê.Çend dîroknas tirkolog û dîroknasên rûs îdia kirin ku zimanê kurdî di nav koma zimanên Bakurê Rojhilatê Qafqasî de ye. Lê ev teza wan ji ber sedemên siyasî û nîjadperestiya wan bû. Di navbera zimanê kurdî û zimanên Qafkasiyan de tu wekhevî tune ye. Lê li gor lêkolînên zanistî di navbera zimanê kurdî û zimanên qefqasî de gelek peyvên peyvsaz û gotinên wek hev ên hevpar hene. Ji ber ku Împaratoriya Mîtanî ya Kurdan zêdetirî 100 salan dirêjî herêma Qafkasyayê bû û di vê serdemê de zimanên qafkasiyan ketin bin bandora zimanê Mîtanî. Di vê serdemê de qafkasî di bin bandora ziman, ferheng, rêziman û rêzimanê kurdî de mane û di nav gelên qafqasî de gelek peyvên ferhengî yên hevpar yên kurdî-hind-ewropî hene.
- Efsane Kurd bi eslê xwe serxwezayê ne
El Mesudî wek Herodotê Ereban tê naskirin, di sedsala 10î de Kurdan wek neviyên Silêman padîşad dibîne ku Kurd ji alîyê cinan ve hatin xuliqandin. Efsane bi eslê xwe serxwezayî ya cihû vedibêje ku ji gelê urd xwedî eslê xwe yê serxwezayî ye. Dema ku Padîşah Sileman 500 jinan bi cinan re afirand. Heman efsane ji aliyê rayedarên pêşîn ên îslamî ve jî, jibo ravekirina eslê kurdan tê bikar anîn.Li gorî dîroknasê Ereb El – Mesudî Kurd wek neviyên Padişah Sileman in ku ji aliyê cinên Xwedê ve hatin xuliqandin. El – Mesudî di navbera 896 û 956an de jiyaye. Ew dîroknas, geograf û gerok bûye. Ya duhemîn jî ew e ku Kurd ji hevjinên Sileman Padîşad û xizmetkarên wî yên milyaket in. Silêman Padîşah evana şandin Ewropayê ku jê re pênc sed keçên bedew bînin jibo harema Padişah, lê dema ku vegeriyan padîşah Îsraîlê mirîye. Keçên bedew yên ewropî li çiya û newalan bicih bûn û bi cinan re zewicin û ji wan Kurd pêk hatin û ew bi navê Kurd hatin navandin. ”Wan derxin nav çiya û geliyan!
Kardux (Corduene) ji hêla Ksenopfon (4001 B.Z.) ve wekî eşîra ku li dijî vekişîna Deh Hezaran li çiyayê Mezopotamyayê li berxwe dide û şer dike. Nêrînên ku li dijî vê teoriyê bin, hene ku navê Kurd ji Qardu û Corduene nehatiye, lê ji ”kyrtî” hatiye. Têgeha ”Kwrt” di fariya navîn de wek nav jibo ”koçer’ tê bikaranîn. Ev dîtin ne rast e, dîtina dijminê kurdan e.
Peyva ”Gutî” di mîxnivîsa sumerî de wisa hatiye nivîsandin: Gu-ti-um, Kurti, Kur-ti gelê ku li çiyayê Zagros jiyaye û hê jî herêmê eslî dijî, lê tenê li wir dijî, li tevahiya welatê xwe dijî. Gutiyan di sala 2154 B.Z. de dawî li împeratoriya Akadî anîn û li ser axa xwe bûn desthilatdar. Gelê Gutî çend nifşan li bakurê Mezopotamyayê li ser mîrekiyên cuda hukum kirin. Li gorî dîroknas û kurdolog Gernord Wilhelm peyva Kurtî di tabloyeka qralê Asûrî Tiglath-Pileser (1114-1076) de hatiye nivîsandin. Li gorî kevneşopiyên kurdan ên dîrokî, bavpîrên kurdan Med in.
Li gorî Mînorskî Fostos zimanzanekî navdar e, dibêje; “Kardox” li welatê Kurdyena kevnare hatine vegotin.
Hinekên din dibêjin ku Gutî yan jî kardoxiyên çiyayî yên ku di “Anabasîs” a Ksenefon (401 B.Z.) de behsa wan tê kirin, bavpîrên kurdan ne. Hevparî û hevhizrîya herdu teoriyan jî ev e ku kurdî ji zimanê medî hatiye û ji zimanên hind-ewropî ye. Dîroknasê Romî Polybius li derdora salên 100 B.Z. behsa kurd dike û bi dûvre wî Strabo (B.Z) behsa kurdan dike û paşê nivîskarên romî vê peyvê jibo miletekî li herêma împeratoriya Medan û hin deverên Anatoliyê dijîn, dike. Li gorî (Zekî, M. (1992) Kurd ji tevlêbûna gelê Med û van gelên din pêk tê. Di her du hîpotezan de hevpariya wê jî ev e ku Kurdî ji Zimanê Medî tê (Nikitin, 1923; Bîtlîsî, 1990) Justî, 1880 û Mînorskî, 1992). Şerefxan Bîtlîsî yekem Kurd bû ku dîroka Kurdan nivîsand. Navê dîroknivîsiya wî Şerefname ye û ev pirtûk di sala 1597an de hatiye çepkirin. Orjînala vê pirtûkê bi zimanê farisî bû.
Di derbarê kurdolojî û kurdan de pirtûk an berhemên van kesên jêrîn bixwînin û jê sûd werbigirin:Ferdinand Justî (1880), (Maurizio Garzanî b(1787), Giuseppe Campanile (1818), Gottlieb Christian Hörnle (1836), Thomas Bois (1872) , Samuel A(1872), Ludvig Olsen Fossem, Auguste Alexandre Jaba (…), Peter Lerch (1856), Bernhard (Borîs) Dorn (1860), Ferdinand Justî (1880), Emil Rödiger (1840) û Augusti- Friedrik Pott (?), Albert Houtoum Schindler (1882/1888), Eugen Prym (1887), Albert Socin (1895/1905), Hugo Makas (1897/1892), Sa Rhea (182), Arthur Chistrnsen (1939)…
Li gorî Bîtlîsî (1990) û Mînorskî (1992) di salên 700-500 B.Z de împeratoriyek bi navê Medya avakirine. Ya yekem dibêje ku gelê Med di sala 612 B.Z. de bajarê Nînowayê ji Asûriyan zeft kir û dîroka Kurdistanê dest pê kir(Bîtlîsî 1900, 1990; Mînorskî, 1992). Qral Cyaxeres wekî damezrînerê împeratoriya Medyayê tê hesibandin û bavê dîrokê Herodot li ser vê yekê dinivîse.
Zimanzan, kurdolog Nikolaj Jakovleviç Marr (1923) di wê baweriyê de bû ku Kurd nifûsa eslî ya Kurdistanê pêk tînin. Peyva Kurd li gorî etîmolojiyê ji ”Kur” afirîye û tê wateya ”çiya”. Sumeran ji gelên ku li zincîre çiyayên Zagrosê dijiyan re digotin ”Kurtî” ku tê wateya gelê çiyê (gelê çiyayî). Gutî gelê çiyayî yê şerxwaz bû ku bi xwedîkirina heywanan dijiyan. Bi gotineka din, peyva ”Kur” ku tê wateya çiya û ”tî” paşgira avahîsaziya xwedan û rengdêr e. Di zimanê Sumerî de “Kur” çiya ye. Di zazakî de jî ”koy” e.
Sumeran ji kurdan re digot: karda, kurtî, gutî
Babilonan digot: karda,
Asurîyan digot: Gutî, kurtî,qurtî
Yewnaniyan digot: Kardukh
Suryaniyan digot: kardu
Ewropiyan digot: kurd
Lê li gorî Mînorskî yewnanî û romî ji kurdan re digotin ”kurtî”, ”Cyrtî”.
Ligorî Izady (1992) bavpîrên kurdan Gutî ne, lê herwisan Hurrî, Gutî, Kurtî, Gordyene, Karduxî, Med/Mard, Kassî û Mîtanî jî Kurd in … Prof. Mehrdad R. Izady pirtûkeka dîrokî nivîsîye û di pirtûka xwe de behsa Gutîyan dike. Akademisyen, profesor Speiser jî gelê Gutî wek bav û kalên kurdan dibîne. Ew dibêje: ” Gelê Gutî bavpîrên kurdan e”.
Noldeke di wergera xwe ya Karnamekê de gotina ”Kurd” wisan wer digerine: Şivanê Kurd” Nyberg ev wergerandin ne pejirandîye, peyvê rast dike, dike ”Kurtikan”. Di derheqa navê Kurd Bîlge Umar wisan dibêje: ”Koka navê Kurd dibe ku ji, Gord ango Gort (welatê Luwî) hatibe û hêdî hêdî rengê xwe guhartibe”. Li gorî dîtinekê, ”Karda” bingeha peyva kurdî ye, ku ev peyv di tabloyekê Sumerî de derbas bûye. Heta lêkolenêrên bîyanî giranîya xwe didin ser vê peyvê. Dibe ku ”Karda” li Kalde hatibe, divê piralî lêkolîn werin çêkirin. Sîr John Chardin, di sala 1686ê de pirtûkekê diweşîne tê de qala peyva ”Gord” dike, dibêje, her nivîskarekî vé peyvê li gorî zimanê xwe lêvandîye. Di díroké de navên ku dişibin hev pir in. Sumeran hukum kir. Di lewheyên Sumeran de hatiye nivîsandin ku Gutî mirovên barbar in ku li çiyayên Zagrosê dijîn. Em vegerin ser peyva Gutî. Navê Gutî, bi zimané Sumerí dihé wateya ”gernas”. Dibe ku orjînala vê peyvê ”Gutu” be. Gengaz e ku di heman wateyê de peyva ”Qurtî” ketibe şuna Gutî. Bareston wisan dibêje: ”Gu” ga (boxe) û ”tî” paşpirtik e. Li gorî dîtina Waddelleyî, Gutî û Sumer ji nîjadekê ne. Waddell, dibêje Sumer ji nîjada Arjan (Arî) ne. Heta li gorî wî, birêvebir û fermandarên împeratorîya Sumerî, ji xwe re digotin”Got (Gutî)”. Heta T.G. Pînchet, dibêje peyva Kura/kur, bi zimanê Sumerî dihê wateya ”çîyayî”, hem jî ”welat”. Lê divê em dev ji koka peyva Kurd bernedin. Bi zimanê sumerî Gutu dihê wateya xwort (gernas). Li gorî lêkolîna me jî, peyva Gutî dihê wateya xwort (gernas). Ji xwe Gutî, xwînrêj û şervan bûn.
Li gorî Cegerxwîn, dîroknasê amator, gotina Kurd bi daxwaza ”gernas” hatîye û navê neteweyekî kevn e. Divê mirov li koka peyva Kurd bigere. Bi ya min, koka peyva Kurd ji ”Gut”, an ”Kur” an ”Kurte” (Kur- te: Kurte) yan jî, ji peyva Kirm dihê. Peyva Gutî dihê wateya gernas. Peyveka din ku nêzîkî kurd e, ”Gorde” ye. Peyva Gorde ji grdya hatîye û wateya malê dide. Prof. E. A. Speîser dibêje, Kurd û Gutî ji neteweyekî ne. Yanê Gutî bapîrên me ne. Em tevî vê dîtinê dibin. Gutî bapîrên Kurdan in û hevdemê Sumerîyan in, ku ew 4000 sal BZ. li Kuurdistané jîyane. Piştî vê demê, em rastî van navan dihên: Hurrî, Med, Lolo, Kasî, Subarî, Mîtanî, Naîrî, Karduch…
Kok û binyata navên jêrîn hê jî baş ne hatîye zanîn. Ji lewre jî, em dikarin bibêjin, fantazî û rastî tevî dîroka Kurdan bûye.
Şerefxan Betlîsî (dîbêji: kurd çar perç ne: kurmanc, lor, kêlhor, dîbe ku zaza ji birvekîrîbe, lor û gor ji weke zazayan dûrî kurmancan ne, Li gorî min, dîtina Bedlîsî dîhê wateya ku kurd ji çar- pênc perçeyan pêk dîhên, Zarava dîbin zîman, jî hev cuda dibin, ji ber ku dengdar û dengdêrên wan ji hevcuda ne, ev ji dîhêle ku çêkirina peyvan, ji hev cuda bibe, afganî zîmanek e, kurdî ji zîmanek, sanskridî ji zîmanek, peyva zîmanî peyveka mak. Zarava li gorî we çêdibe, afganî zaravayeki îranî ye, farisi ji zaravayekî îranî ye, kurdî ji zaravayekî îranî ye. Heger em vebîgerîn ser zîmanê kurdî her zaravayekî wî bî qasî zîmanekî dewlemend, yanê kurdî di kîjan warî de bibe ziman e. Ziman di nav dîrokê de dihé guhartin. Gava kurdîya kevn li Bakurê Kurdistanê belav dibe, li gorî deveran dihé guhartin.
Ksenefon (401) qala Karduxîyan dike. Peyva grêkî ya ku dişibe vê peyvê ”Karda”ye. Peyva grêkî ya ku dişibe vê peyvê”Kard” e. Peyva Kard (dil) cara pêşîn ji alîyê Xenephon ve hate lêvandin. Wateya Kard ”dil” e. Ermenî jibo peyva dil ”sirt” bikardihînin. Gelekî caran peyva dil bi mêrxasîyê ve dihê hevbeşkirin. Dibe ku Ksenefon di şûna navê Gutî, (gernas) Kard bi karhanîbe. Ev gotin guman li ser heye. Hommel nêzîkî du sed peyvén sumerî û tirkî dide berhev, dibêje di navbera wan de gengaz ku, pêywenyîyeke hebe. Me, vê pêywendîyê raçav kir û em bawerin ku, dîtina Hommelî ne rast e. Ji sedî bîst tirkî ne û ji sedî 80 jî farisî-kurdî ne.
Sumerî Tirkî Kurmancî Zazakî
Dar/dara karanlik Tarî Tari
Gu/gud Boxa/ukûz ga ga
Ab Su Av aw, ab
Pap baba bav ba
Mar erkek mêr merdim
Aşşa alti şeş şeş
Bar kardeş bira bira
Da vermek da (dayîn) da
Maş koyun/keçî mîh mêşin
….
Di derbarê pirtûka Karnameyê Erdeşîr Pabegan de, lawê Pabeg xuya dibe, hatiye nivîsandin. Lê baka kesekî nekişandiye. Mînorskî jî bala xwe nedaye, di ser re derbas bûye. Erdeşîr înperatorê dewleta Sasanî bû, piştî ku zora Erdevan dibe, şerê padîşahê Kurdan dike. Erdeşîr bi leşkerekî birêkûpêk diçeşerê Madîg, padîşahê Kurdan ê Med an padîşahê Med ê Kurdan. Herdu alî pir şer dikin, pir xwîn dirije, lê di dawiyê de leşkerê Erdeşîr direve. Erdeşîr li ser rewşa xwe û leşkerên xwe pir xemgîn dibe (Nöldeke). Erdeşîr leşkerek ji 10000 hezar anî hev û berê xwe da Padîşah Madîg û wî hezar kurd kuştin, ên mayîn birîndar bûn û dîl hatin girtin.
- Kurte
Gutî 3000 B.Z. Gutîum welatê wan bû û li wir dijîyan. Gutî di navbera salên 2250 û 2120î yên berî zayînê de desthilatdar bûn û xwedî dewlet bûn. Di dîrokê de Kurd bi navê Hurrî, Gutî, Mîtanî, Karduxî û Med tên naskirin. Neteweya kurd koka xwe ji Gutiyên kevnare (kurtî) ye. Gutî berî zayînê 3000 sal B.Z. li Gutium´ê hebûn û bi taybetî di salên 2200î de li seranserî Mezopotamyayê hukumdarî kirine.Li gorî Mînorskî Romî û Yewnanî ji kurdan re digotin”Kurtî. Peyva ”Kardu” jibo çiyayên Zagrosê û roavayê Zagrosê hatiye nivîsandin. Qiral Şusîn cara ewilî berî zayînê 2000 sal BZ taybloyek ji heriyê dîtiye. Ev li bajarê Ur bûye û behsa axa Kardu (axa kurdan) kirîye.
Kurd nifûsek xwecihî ne li herêmeka dîrokî ya bi navê Kurdistanê, ku ji çiyayên Qafkasyayê li bakur, heta Behra Besrayê û ji başurê Deryaya xezerê û heta Îkonya li Anatoyayê… Di dîrokê de Kurd bi navê Gutî, Mîtanî, Karduxî, Hurrî û Med tên naskirin. Neteweya Kurd koka xwe ji Gutiyên kevnare (kurtî) ye.
Gotina “Kurd” di beşên ”Karnameyê” de bi awayên cuda derdikeve. Kesek nikare vê rastiyê înkar bike. Gotina Med di belg a Şahpur de li kêleka navê Zardeşt derdikeve; Med tenê yek ji eşîreka kurd e. Gutî. Hurrî, Kurti, Mîtanî, Urartû û, Karduxî, Med bav û kalên kurdan in.
Dûmahik heye
- Çavkanî û referens
(Hemû çavkanî li vir nehatine nivîsandin)
Makers civilization in Race & 5 History ( 1925/1929). Indo – Sumerian Seals Deciphered
Boîs, Thomat (1966). The Kurds: Beyrouth.
Hartman, Martin (1904). Kurdische Divan: Berlin
Le Coq, Albert (1903). Kurdishe texte: Berlin.
Mînorskî, V. Kurd & Kurdistan. Encyclopadia of Islam: London.
Edmonth, C. J. (1957).Kurds, Turks and Arabs: London.
Beşikçi, îsmaîl (1992). bilim yöntemi, türkiye de kı uygulama tarihi. türk tarihi tezi, güneş dil teorisi ve kürt sorunu. ankara: komal.
Bruinssen, m.v. (199). genecide in kurdistan? the suppression of the dersim rebellon in turkey (1937-1938).
Bîtlisî, S. (1990). Sherefname (översättning från arabiska av Mehmed E. Bozarslan)
Eriksen, H. T. (1996). Historia, myn och identitet. Stockhom: Bonnier Alba.
Gaunt, D. (2011). Folkmordet på assier 1915. Huddinge: Södertörns högskola.
Gaunt, D. (2011). Historians Picnic in Kurdistam, Huddinge: Södertörns högskol
Izad, M.R (1995). ”In Gutis WebTrust”, kurdih Life, nummer 14
Izad, M.R (1993). ”Kurdish Origins”. Föläsnening vid Harvard University den 10 mars.
Izad, M.R (1992) The Kurds: Concise handbok, USA.
Nitikin B. (1986). Kürtler Berlin: Weşanên Özgürlük yolu.
Zekî, M. E. (1992).
Mînorskî, V.S. (1992). Kürtler, Turkiet: Koral Yayın.
Mcdowall, D. (2001). A. Modern History of the Kurds. London: Ib Tauris.
Waddell (1927). ”Alfabetets ariskaursprung, F. Vid Anthropological Institute.
chrome-extension://efaidnbmnnnibpcajpcglclefindmkaj/https://portal.arsivakurd.org/wp-content/uploads/2021/08/Welat_21_opt.pdf
Zeki, M. E. (2001). Kurdistan tarihi. Ankara: Beybûn.
Gaunt, D. (2001). Folkmordet på assyrier 1915. Huddinge: Södertörn högskola.
Gaunt, D. (2011). Histoorians Picnic in Kurdistan. Huddenge: Södertörns högskola.
Maruf YILMAZ, Dr. zimanzan û lêkolîner
(Ev nivîs tenê nêrînên şexsî yên nivîskar derdixe pêş û temsîla nêrînên giştî yên malpera me nake. Berpirsiyariyên huqûqî yên vê nivîsê aîdî nivîskar in.)