Danasîna Mem û Zînê / Cînas

Sidik BOZARSLAN

Di edebîyatê da yek ji awa û unsurên hunerê jî cînas e. Ev awa di edebîyata Kurdî ya klasik da gelek hatîye karanîn. Cînas ew e ku hozan yan nivîskar di malikek da yan di du malikên li pey hev da yan jî di peyvikek da hin peyvikên wisa bi kar bîne ku hin tîpên wan yan hemî tîpên wan wek hev bin, lê belê awayê karanîna wan û maneyên wan ji hev cuda bin. Mesela, Melayê Cizîrî di helbesteka xwe da weha gotîye:

”Dîlber mecala (dem) name dî                                                                                                              nasî, ku nîşana med î”

Wek ku dixuye, di dûwayîya her du malikan da jî tîpên ”name dî” hatine karanîn; lê bi awayên cuda cuda hatine nivîsîn û manayên cuda didin.

Di straneka Kurdî da jî evîndar ji yara xwe ra weha dibêje:

”Heft sal temam

l´benda te mam”

Li vir jî tîpên ”temam” di dûwayîya her du malikan da bi awayên cuda cuda hatine karanîn û maneyên cuda cuda didin.

Cînas, çend tewirên wê hene; wek cînasa tam, cînasa nîvçe, cînasa wekhev û wd. Lê li vir ji ber ku cî ji nasandin û îzahkirina van tewirên cînasê ra tune, em nikarin dûr û dirêj li ser nasandina hemîyan yeka-yek bisekinin û ji hemîyan ra numûne nîşan bidin. Daxwaz û amanca me li vir ev e ku em çend numûne ji cînasên di ”Mem û Zîn”ê da nîşan bidin û bidin zanîn ku Xanîyê mezin di karanîna hunera cînasê da jî siwarekî bêhevbez û bêhevber bûye û di dastana xwe da ev huner jî bi hostatîyeka mezin afirandîye.

Divê em vê yekê jî bidin zanîn ku, hunera cînasê ya di ”Mem û Zîn”ê da, bi piranî di Kurdîya wê ya orijinal da berçav e. Dema me ”Mem û Zîn” wergerand Kurdîya xwerû, gelek ji wan peyvikan jî hatin wergerandin û bi wergerandinê ra ji awayên xwe yên original derketin; di wergeranên wan ên Kurdîya xwerû da, ew dilkêşîya wan a hunerî êdî nema. Lê ji ber ku daxwaz û amanca me zelalkirin û îzahkirina mane û naveroka ”Mem û Zîn”ê bû, welew ku rengê hunerî yê wan peyvikan winda jî bibûya, ew wergerandin pêwist bû.

Ji ber vî semedî, em´ê li vir numûneyê cînasê ji malikên orijinal nîşan bidin; jibo ku maneyên wan jî ji xwendevanan ra hêsan bin, em li binê wan wergeranên wan ên Kurdîya xwerû jî datînin.

Wek ku me got, Xanî di hunera cînasê da jî siwarekî bêhevbez bûye. Di serê ”Mem û Zîn”ê da, di malika pêşîn da bi vî hunerê dest bi dastana xwe kirîye:

”Sernameê name, namê Allah

bê namê wî natemam e wellah” 

Wek ku dixuye, li vir tîpên ”name” bi du awayên  cure cure hatine karanîn û du maneyên cure cure didin. Ev her du malik bi Kurdîya xwerû weha ne:

”Sernivîsara pirtûkê, navê Xwedê

Bê navê wî ew nîcçe ye bi Xwedê”

Paşê ji Xwedê ra weha gotîye:

”Bê neqşê te, neqşê xame xam e

Bê namê te, name natemam e”

Li vir jî di malika pêşîn da tîpên ”xame” bi du awayan û bi du maneyan hatine karanîn. Kurdîya xwerû yavan  her du malikan jî ev e:

”Bê nexşê te, nexşê qelemê xam e

Bê navê te, pirtûk jî ne temam e”

Di despêka beşê 4´an da weha deng li Pêxember kirîye:

”Şahînşehê textekê Medîne

Mu´ciz ji te ew qeder me dîne” 

Li vir jî tîpên ”medîne bi du awayan û bi du maneyan di dûwayîya her du malikan da hatine nivîsîn. Ev her du malik bi Kurdîya xwerû weha ne:

”Ey Şahê şahan ê li ser textê bajarê Medîne

ji te ew qas mu´cîze me dîne”

Paşê ji Pêxember daxwaz kirîye ku here asîmanan:

”Hazir ji te ra Buraq û refref

Şatir bi te ra firîşte, ref ref”

Ev her du malik jî bi Kurdîya xwerû weha ne:

”Amade ne ji te ra Boraq û refref

Hevrê ne bi te ra firîşte, ref ref”

Di beşê 14´an da hatîye qalkirin ku di şênayîya Newrozê da Memê û Tacdîn li Zînê û Sitîyê rast hatine û bi evîna wan bêhiş ketine; her du xuşk çûne ser wan, ew jî bi evîna wan bûne derbedar û gustîlên xwe bi yên wan ra guhartine; paşê li ser wê rewşa wan weha hatîye gotin:

”Sersal û xweşî ji dest bi der dan

Eyşê xwe bedel kirin bi derdan”

Di van her du malikan da jî tîpên ”biderdan”cînasê pêktînin. Her du malik bi Kurdîya xwerû weha ne:

”Sersal û xweşî ji destên xwe bi der dan

Jîyana xwe ya xweş guhartin bi derdan”

Di beşê 29´an da Zînê deng li xuşka xwe Sitîyê kirîye û weha gotîye:

”Hemşadî û hemcefa û hemdem

hemlehm û izam û cild û hemdem”

Peyvika ”hevdem” a pêşîn bi mana ”heval” e, ya 2´yan jî bi mana ”hevxwîn” e. Kurdîya xwerû ya her du malikan weha ye:

”Hem heval, hem jî hev´azar û hevşayî

Hevpost û hevxwîn, hevgoşt û hevhestî”

Di beşê 30´yî da Zînê deng li findê kirîye û gotîye:

”Şewqek te li ser serî dîyar e

sewdayeke serserî dibare”

Di van her du malikan da jî tîpên ”serserî” bi du awayan û bi du maneyan hatine karanîn. Ev her du malik jî bi Kurdîya xwerû weha ne:

”Lê ê te, ronayîya te dixuye, li ser serî dîyar e

û ji wê, sewdayeka di rû da ya serserî dibare”

Di beşê 31´ê da Xanî daye zanîn ku Zînê ji neçarî bi firfirokê ra peyîvîye û weha gotîye:

”Perwa nedikir ji ateşê xem

Perwane dikir jibo xwe hemdem”

Li vir jî tîpên ”perwanedikir” di serê her du malikan da bi du awayan û bi du maneyan hatine karanîn. ”Perwane” ya di serê malika 2´yan da bi mana ”firfirok” e. Kurdîya xwerû ya malikan weha ye:

”Perwa û fikar nedikir ji agirê derd û xeman

Firfirok ji xwe ra dikir hevalê wext û deman”

Di beşê 50´yî da, dema qal kirîye ku Mîr destûr daye Zînê ku here girtîxanê û Memê bibîne, Zîn bêhiş ketîye û malî hatine ku rewşa wê bibînin û bizanin, weha gotîye:

”Ehlê Heremê bezîne ser wê

Cûbar-i rewan kirin li serwê”

Li vir jî ji tîpên ”serwê” cînas hatîye çêkirin. Ev her du malik jî bi Kurdîya xwerû weha ne:

”Malî hemî pêkve, hingê bezîyan ser wê

Histirên wan wek cûyan bûn, ku rewan dibin li dara serwê”

Ev numûneyên ku me heta nuha ji cînasê nîşan dan, hemî jî ji cînasa tam bûn; di vê cînasê da tîpên ku cînasê pêktînin, di her du peyvikan da bi qasê hev in. Di ”Mem û Zîn”ê da tewirên dî yên cînasê jî gelek hatine karanîn; lê belê wek me li jor jî got, em li vir nikarin qala tewirên dî bikin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *