PEYAMA SERXWAŞÎYÊ JI ALÎYÊN KURDÊN AZERBAYCANÊ SEROK MESUD MISTEFA BARZANÎRA

 Ji alîyê ,,Yekitîya Civata Kurdên Azerbaycanê,, û xûdan îmtîyaz û sernivîsarê rojnama  ,,Dîplomata Kurd,, Tahir Silîman.

  Em Kurdên Azerbaycanê bi dilekî xemgîn serxwaşîyê didine Serok Mesud Mistefa Barzanî û dilxastîyên Wî.

  Me bihîst wekî xatûna  Zekîya Mela Mistefa Barzanî , xûşka Serok Mesud  Mistefa Barzanî rehma Xwedê kirîye û xatirê xwe ji dilxastîyan xastîye.Rehma Xwedê lêbe, cîhê Wê Cinnet û Bihûştbe.

     Em kurdên Azerbaycanê baş dizanin ku, rehmetîya Zekîya xatûn destên dijminan salên enfala çiqasî zulm dîtîve  û seva azadîya Kurdistanê pir zehmet kêşaye, Ew bi dil netewa xwe û welatê xwe Kurdistanê pir hes kirîye.  Boy wefata Zekîya xatûnê em gelekî xemgînin.

     Em ser navê Kurdên Azerbaycanê bona rehmetîya Zekîya xatûnê sersaxiyê li Serok Mesud  Mistefa Barzanî, malbata Wî û gelê kurd dikin, bila hezar rehme li gora Wê be. Xatûna  Zekîya Xan  herdem wê dilê gellên kurd û Kurdistanêda  bi hurmet û rez bijî.

   Rehma Xwedê Xatûna  Zekîya Xanbe, cîhê Wê Cinnet û Bihûştbe.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *