Peyama Serok Mesûd Berzanî li Ser Encamê Hilbijartinê

Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî  derbarê encamên hilbjartinên xula çaremîn a parlamentoya Iraqê de  peyamek ji raya giştî re belav kir. Serok Barzanî got, dîrokê piştrast kiriye ku em xwe naçemînin.

Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje  hêvîdarim Hewlêr û Bexda dûrî li tayfegirî û alozî, pêdaçûnekî nû bi peywendiyên xwe de bikin û ev hilbijartin destpêka qonaxekî nû bê ji bo her dû aliyan.

Barzanî got: “Sedema serekî ya hemû pirsgirêkên berî niha û biryara gelê Kurdistanê bi encamdana referandumê, ji ber nepabendiya Hikûmeta Bexda bû bi destûrê û di destpêka destûrê de, bi zelalî hatiye ku pêbendiya bi vê destûrê, parastina yekîtiya azadane, ya gel û ax û serweriya Iraqê dike”

Di peyama xwe Barzanî herwiha got: “Gelê Kurdistanê qurbaniyeke bê hejmar daye û ew destkeftên niha hene bi xwîna hezaran şehîdan hatiye holê. Niha jî ku pêvajpyeke nû di holê de ye û hilbijartin hatiye kirin û ji bo wê yekê ku xwîna şehîdên me bi vala neçê û destkeft bêne parastin, pêwîst e aliyên Kurdistanî berjewendiya niştîmanî bixin pêşiya berjewendiya hizbî û hemû aliyek pêkve bin û berjewendiya xelkê Kurdistanê nekin qurbana hinek destkeftên demkî û siyasî û hizbî.”

Di beşeke din a peyma xwe de Barzanî wiha dibêje: “Pêwîst e piştî sed sal ezmûna tijî karesat ew bawerî li Bexda dirust bibê ku êdî dijayetiya mafên gelê Kurdistanê nekin û li doza rewaya gelê Kurdistanê fêm bike. Niha derfeteke baş e ku aliyên Iraqî bi wî ruh û helwesta ku destûr li ser hatiye danîn, serederiyê li gel maf û daxwazên gelê Kurdistan bikin. Pêwîst bû Hikûmeta Bexdayê kar ji bo qerebûkirina gelê Kurdistan kiriba neku wî dorpêç bike û sizaya bikom li ser bisepîne. Hikûmeta Iraqê divê qerebûya enfal û kîmyabaran û wêrankirina gûnd û dêhatan û koçberkirina xelkê Kurdistanê bike ku li qonaxên pêşî de û li vê dawiyê jî li Kerkûk û Xurmatû cihên din dijî gelê Kurdistanê hatin encamdan.

Berdewamiya peyama Barzanî wiha ye:

“Bi me baş e ku bi diyalogê li gel Bexdayê berdewam bin heta em digihîne encamekê. Me ti demekê şer nekiriye bijdardeya xwe. Mixabin herdem û li hemû qonaxên derbasbûyî de ewe Bexda bûye ku şer hilbijartiye û me jî berevaniyê kiriye ku wekî di bûyerên 16 Cotmehê de çêbû, herdem û berî referandûm û piştî referandûmê jî raya me wiha bûye giriftan dûrî tundutîjiyê çareser bikîn û pêwendiya me li gel Bexda aştiyane be.

Li gel vê yekê jî ew rastiya ku bi zora çek û xwesepandinê li Kerkûk û navçeyên Kurdistaniyên dine  derveyî îdareya herêmê dirust bûye pêwîst e bi dawî bê û dîrokê piştrast kiriye ku em xwe naçemînin û bi zimanê çek û zorê li dijî gelê me îradeya gelê Kurdistanê li tu demekî neşikaye û naşikê.

Derbarê encama hilbijartinan de jî hinek nîgeranî û guman li proseya hilbijartin û encamên wê de heye. Ji bo nehiştina guman û nerezayiyan pêwîste Komîsyona Serbixweya Hilbijartina Iraqê hengavên pêwîst bavêje ji bo revandina gumanan û baweriyê ji bo aliyên neraziyan dirust bike.

Gelê Kurdistanê qurbaniyeke bê hejmar daye û ew destkeftên niha hene bi xwîna hezaran şehîdan hatiye holê. Niha jî ku qonaxeke nû di holê de ye û hilbijartin hatiye kirin û ji bo wê yekê ku xwîna şehîdên me bi vala neçê û destkeft bêne parastin, pêwîst e aliyên Kurdistanî berjewendiya niştîmanî bixin pêşiya berjewendiya hizbî û hemû aliyek pêkve bin û berjewendiya xelkê Kurdistanê nekin qurbana hinek destkeftên demkî û siyasî û hizbî. Divê li wê yekê têbigihin ku eger Kurdistan hemû yekdeng be dikarin destkeft û mafan biparêzin û eger em berbelav bin dê Kurdistan jî lawaz bibê.

Hemû ezmûn ji me re dibêjin ku eger em pêkve bin, karên mezin û destkeftên mezin pêk tên û eger jî berbelav bin doza rewa ya gelê me ziyanê dibîne û paşve dikişe û ked û qurbanîdana gelê Kurdistanê bi vala diçê. Her ji bo vê yekê jî daxwaz dikim aliyên Kurdistanî vê carê li Bexda pêkve bin û yekrêz bin.

Di dawiyê de sipasiya endam û kadir û alîgir û dostên PDK û hemû zarok û nifşên dilsozên gelê Kurdistanê dikim ku nehiştin heza neyaran û nehezan pêk bê.

Silav ji bo giyanê pakê şehîdên me yên nemir

Silav ji bo Pêşmergeyên qehreman”

Mesûd Barzan

http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/190520187

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *