Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta cejna pîroza Qurbanê

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejna pîroza Qurbanê pîrozbahiyê li xelkê Kurdistanê û hemû misilmanên cîhanê dikim. Pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan dikim ku bi xwîna azîzên xwe azadî û rûmeta welatê me parastine. Pîrozbahiyê li hemû Pêşmergeyên qehreman dikim ku li eniyên bergirîkirinê kerameta gel û axa niştimanin û destxweşiyê jî li hêzên asayîş û polîsan dikim ku bê westan erkê parastina aramî û asayîşa xelkê bi başî encam dane.

Hêvîdarim li 25 ê Eylûlê, hemû xelkê Kurdistanê bi dengê Belê ji bo serbixweyî, wê rojê bikin cejnekî mezina niştimanî û salên pêş de wê rojê wekî cejna serbixweyî yê pîroz bikin.

Cejna we pîroz û hêviya şadî û bexteweriyê ji bo we dixwazim.

Mesûd Barzanî
31.08.2017

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *