Em êrîşên Dewleta Îranê yên li ser baregehên HDK û PDKÎ yê rûreş dikin

PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê):

Em êrîşên Dewleta Îranê yên li ser baregehên HDK û PDKÎ yê rûreş dikin

Dewleta Îranê ji bêdengîya cîhanê jî cesaretê digire û her roj çend gêncên Kurdan darve dike. Îro jî vê sîyaseta xwe ya dagirkerane bi êrîşên bombeyî berdewam dike.

Dewleta Îranê îro(08.09.2018) bi mûşek û firokeyên bêfirokevan baregehên PartiyaDemokrata Kurdistanê yê Rojhilatê Kurdistanê (HDK) û Partiya Demokrata Kurdistana Îranê(PDK-Î) yên li navçeya Koyê ya Hewlêrê bombaran kirin. . Li gorî agahîyên heyî heta niha 14 kes şehîd û 42 kes jî birîndar bûne.

Em sersaxîyê ji herdu partîyên me yên welatperwer, ji malbatên şehîdan û ji gelê Kurdistanêre dixwazin û em dibêjin xwedê şîfaya xêre bide birîndaran.

Em bangî Hikûmet û Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Netewên Yekbûyî, YekitîyaEwrûpayê û raya giÅŸtî ya cîhanê dikin da ku li himberî van êrîşên Dewleta ÃŽranê bêdengnemînin.Bila Netewên Yekbûyî û Yekitîya Ewrûpayê bi biryar û helwestên encamwergir jiDewleta ÃŽranê re bêjebes e’.

Em ji ber van êrîşên wan yên hovane Dewleta Îranê rûreş dikin. Çawa ku heta îro tu hêzênekarîbûye bi kuştin ,qetlîam, jenosîd ,enfal û darve kirinan ve rê li ber doza azadîyaKurdistanê bigire, ji îro pê ve jî dê tu hêz nikaribin rê li ber doza me ya rewa ya azadîyêbigire.

08.09.2018

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *