Peyama Rêzdar “Mistefas Hicrî” bi hilkefta roja cîhanî a Zimanê Dayîkê

“Mistefa Hicrî” Berpirsê Navenda Birêveberiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta 2ê Reşemê, roja cîhanî ya “Zimanê Dayîkê”, peyamek pelav kir

Deqa peyamê hiha ye:

Roja cîhanî a Zimanê Dayîkê, zêdetir bo wan netewane girînge û cihê baldanê ye ku xwendin û pêşxistina  bi zimanê wan ji aliyê desthilatên serberedayî û dîktator vê hatiye qedexekirin û zarokên wan neçar in bi zimanekê bixwînin ku zimanê netewa desthilatdar û li rastiyê de zimanê sepandî ye.

Li Rojhilatê Kurdistanê, tevî rewşa bindestî û qedexebûna xwendin bi zimanê Kurdî, birêveberên dewrên hînkariya zimanê Kurdî bi awayekî xwebexşane, beşeke girîng ji çalakiyên rêkxistinên medenî li navxweyê welat li xwe digre. Tevî sizadan û binçavkirina çalakvanên warê zimanê dayîkê û çêkirina astengî û pirskirêkan ji aliyê rêjîma Îslamî ve, hejmareke berçav ji mamosta û pisporên warê ziman, bivêrane û bi îradeyeke qahîm, cehda zindêragirtin û geşedan bi zimanê Kurdî dane û berdewam in li ser xebat ji bo xizmetkirin bi ziman û nasnameya Kurdî.

Tevî pîrozbahiya vê rojê tekezî li ser mafê rewaye xwendin bi zimanê dayîkê bo hemû netewên bindest ên Îranê, ez silavên emegnasiyê bo tevahiya mamosta û fêrxwazên zimanê dayîkê dişînim.

 

Mistefa Hicrî

Berpirsê Navenda Birêveberiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

1ê Reşemeya 1402 a Rojî

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *