Peyama Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Rojhilat ji bo Konferansa 6 partiyên Kurdistanî

Îro li Amedê bi amadekirina 6 partîyên Bakurê Kurdistanê, di derbarê rewşa Rojhilatê Kurdistan û bûyerên li Îranê ku bi qetilkirina keça Kurd JÎna Emînî destpêkiribû, Konferansek li darxistine!

Rêzdar Komîteya Amadekar a konferansa “vegeşandinê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê”

Beşdarbûyiyên konferansê

Silaveke germ a Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê pêşkêşî we be. Cihê rêz û pêzanînê ye ku şeş aliyên siyasî ên Bakûrê Kurdistanê di konferansekê de rewşa niha a Rojhilatê Kurdistanê û şoreşa nû a Îranê dinirxînin ku bi diruşma “Jin, Jiyan, Azadî” li Kurdistanê serî hildaye û hemû Îran li xwe girtiye. Eva cihê kêfxweşiyê ye û nîşana hevdilî û yekîtiya tevgera rewa a gelê Kurd e li parçeyên din ên Kurdistanê. Şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” bi kuştina zalimane a keçeke Kurd bi nave “Jîna (mehsa) Emînî” li bajarê Tehrana paytexta Îranê û li roja 16`ê Îlona 2022`an dest pê kir. Yekem çirûska vê şoreşê piştî belavkirina bengewaza Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê di heman rojê de hate lêdan û di vê rojê de raserî Kurdistanê û beşeke bajarên Îranê gireva giştî ragehandin û piştre nerizayetî zêde bûn û hemû bajarên Îran li xwe girtin.

Xelkê nerazî ên Kurdistan û Îranê bi bê dudilî daxwazkarê herifîna Komara Îslamî a Îranê ne, û piştî nêzî çar mehan li berdewamiya van meş û nerizayetiyan heya niha jî diruşma sereke a xelkê serhildêr ên Îran û Kurdistanê, herifîna Komara Îslamî ye. Deshilatdarên Komara Îslamî her ji yekem roja serhildana şoreşa nû ve dest bi serkuta bixwîn a meşvanan kirin ku li gora serjimêriyan heya niha zêdetir ji 550 kesî li Îranê hatine kuştin û bi sedan kesî jî hatine birîndarkirin û destbiserkirin. Ji wê rêjeyê li Kurdistanê nêzî 125 hemwelatî şehîd bûne ku di nav wan de 7 jin û 14 zarok hebûne. Herwiha li Kurdistanê di vê heyamê de 6 hezar û 500 kes hatine destbiserkirin ku 170 kes ji wan jin û 133 kes jî zarok in.

Bertek û bandorên serhildana nû li Kurdistanê

Her ji yekem rojên destpêkirina vê serhildana mezin ve, yekîtî û hevdengiyeke zêde di navbera xelkê Kurdistanê li dijî Komara Îslamî dirust bûye. Serbarê destengî û îzolekirina Kurdistanê di warê aborî de, lê meş û girev her berdewam in û niha Kurdistan bûye dilê hemû Îranê û bo her bûyerekê, bajarên din ên Îranê çavê wan li Kurdistanê ye û her wek ku di diruşmên xwe de dibêjin “Kurdistan çav û çiraya Îranê”.

Hevdem vê tevgerê yekdengî û yekîtiyeke zêdetir di nav partî û aliyên siyasî ên Rojhilatê Kurdistanê de ava kiriye. Navenda Hevkariyê ku her ji destpêka serhildanê ve berdewam li ser xet bûye, bi belavkirina daxuyaniyan û bangewazan û bi rênîşandana bi xelkê Kurdistanê û alîgirên partiyên endamê Navenda Hevkariyê, roleke sereke di rabûn û serhildana Kurdistanê û heta Îranê de jî hebûye.

Hevdem proseya diyalog û lihevnêzîkbûnê û hevkariya digel partiyên din ên Rojhilatê Kurdistanê dest pê kiriye û bi xweşî ve heya niha di vî warî de pêngavên erênî hatine hilgirtin. Rol û pêgeha Navenda Hevkarî di vê serhildanê de bi qasekê bûye ku Komara Îslamî bo tolhildana vê rol û pêgeha navendê, di heyama derbazbûyî de jî çendîn carî binke û baregehên partiyên endamê Navenda Hevkariyê bi mûşek û dironan bombebaran kiriye.

Li ser astê sertaserî ê Îranê

Çirûska serhildana vê carê li Kurdistanê hate lêdan û raserî Îranê li xwe girt. Niha Kurdistan wek pêşengê bajarên din ên Îranê tê dîtin. “Kurdistan çav û çiraya Îranê” diruşmek e ku rojane di meşên raserî Îranê de tê gotin.
Komara Îslamî di heyama zêdetir ji çar dehikan de hewil da ku rûçikek kirêt ji Kurd û Kurdistanê di nav neteweyên din ên Îranê de nîşan bide, lê vê tevgerê hemû ew siyasetên Komara Îslamî pûç kirin û ti demekê bi qasî niha Kurd di nav hemû beşên Îranê de hezkirî nebûye. Ew yek jî vedigere ser rewayî û heqxwazanebûn û sekolarbûna tevgera Kurd. Tevgerek ku li Kurdistanê û piştre li Îranê jî jin di refa herî pêşê de ne.

Li ser astê navdewletî bandora vê tevgerê li ser welatên Ewropî û Amerîkayî û welatên derdorê jî gelek bi başî xuya dike. Her ji guherîna siyaseta mezinhêzan û welatên Ewropî li hemberî Îranê wek: Sepandina dorpêçan li ser Komara Îslamî, hewildan bo bi terorîstnasandina Spaha Pasdaran a Îranê, derkirina Îranê ji Komîsyona mafê jinan di NY de bigre heta bertekên curbicur ên berpirsên payebilind ên welatên din. Li gor raporeke Saziya Rojhilata Navîn saziyên navdewletî ên jinan li çendîn welatan piştevniya xwe ji vê tevgerê ragehandine. Wezîrên derve ên welatên Kanada û Albanî û Andora û Ustiraliya û Fransa û Almaniya û Îslend û Lîbî û Lîxtin Ştayn û Niyozlend û Norwêjê ku hemû jî jin in,di daxuyaniyekê de piştevaniya xwe ji serhildana gelên Îranê ragehandine. Hevdem digel van piştgiriyan ji serhildana nû a Îran û Kurdistanê navê Kurd û navê Navenda Hevkariyê a Partiyên Rojhilatê Kurdistana Îranê ji hemû demê zêdetir li ser zimanan e, û zemîneya diyalogê digel Navenda Hevkariyê li welatên xwedî biryar ên Ewropî û Amerîkayî û herwiha di nav opozisyona Îranê li dervey welat bi zelalî xuya dike.

Di dawiyê de wek Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê em hêvî dikin ku encama konferansa we bandoreke erênî li ser bizava mafxwazane a Kurd danê û em piştevaniya Kurdên Bakûr û we rêzdarên beşdarbûyê vê konferansê bilind dinirxînin.
Jin, Jiyan , Azadî
Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê
04.01.2023

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *