Danasîna Mem û Zînê / Salixdan û Şibandin 

Siddik BOZARSLAN

Di edebîyatê da yek ji awa û unsurên hunerê, salixdan e (nasandin, teswîr). Dema hozanek yan nivîskarek salixê kesek yan rewşek yan tiştek yan jî cîyek bide, divê bi awayekî wisa salix bide ku hem bala xwendevanan yan guhdaran bikişîne ser wî kesî yan wê rewşê yan wî tiştî yan jî wî cîyî, hem jî dilê wan ber bi wê salixdanê bikişîne.

Dema mirov li ”Mem û Zîn”ê dinêre, mirov dibîne ku Xanîyê nemir bi hostatîyeka mezin tê da hunera salixdanê bi kar anîye.  Di beşê 5´an da, dema qala rewşa Kurdan a dijwar û bextreşîya wan kirîye, daye zanîn ku Eceman û Romê yanî Osmanîyan, êlên Kurdan ji tîrên xwe yên tunekirinê ra kirine amanc; Kurd şibandine mifteyên berzexek li ser sînoran, êlên Kurdan jî şibandine bendên zexm û keleyan; Rom û Ecem şibandine du deryayan, Kurd jî şibandine berzexek ku wan her du deryayan ji hev diqetîne:

Rom û Eceman ji her du alîyan ve êlên Kurmanc

ji tîrên  xwe yên tunekirinê ra kirine amanc

Goya ku li ser sînoran, Kurd hemî mifte ne

êlên wan hemî goya ku bendên zexm in, kele ne

Ev Rom û Ecem, wek du deryayên li dijê hev in

Her cara ku bilivin û ji warên xwe derkevin

Kurd bi xwînê dilewitin û dimînin

Wek berzexek (bejê zirav û teng) wan ji hev diqetînin”

Dîsa di wî beşî da, dema pesnê mêrxasîya Kurdan daye, meşhûrî û navdarî şibandîye bajarek, Kurd jî şibandine şerkarên ku bi şûrên xwe ew bajar girtine; xîret û mêrxasî şibandine welatek, Kurd jî şibandine şerkarên ku ew welat dîl girtine:

”Wan bi şûrên xwe girtîye bajarê meşhûrîyê

Wan dîl girtîye welatê xîretê û mêrxasîyê”   

Di beşê 8´an da dema salixê Mîrê Botan daye, di heqê dewlet û şîyana wî da weha nivîsîye:

”Aqil û huner û şerkarî û ciwamêrî

dîsîplîn û têkûzî û dûzen û kargêrî    

Dadmendî û dewlemendî û dîndarî   

fermandarî û êrîşkarî û parêzdarî   

Dagirtî bû ji her yekê ji wan xezîneyeka wî

veşartî bû ji her yekê ji wan defîneyeka wî” 

Dîsa di wî beşî da dûr û dirêj qala her du xuşkên Mîr, Sitîyê û Zînê kirîye û pesnê rindîya wan daye;  salixdana dêm û zulf û bejnên wan weha ye:

”Her du zulfên her yekê ji wan, wek tayên sinbilan bûn

Her du dêmên her yekê ji wan jî ji rengê sorgulan bûn  

Ew sorgul û sinbilên serbest û azad

bişkifîbûn li bejnên wan ên wek darên serw û şimşad”

Gelo xalên li ruyên wan çawa bûn?

”Goya ku ji kîsikê misk ê gerdenên xezalan

falavêjê felekê nuqte reşandibûn li rûyên wan delalan” 

Salixê birû û bijangên wan jî weha daye:

”Kevanên felekê bûn, birûyên wan

Bijang jî tîrên rastkirî bûn, bê guman”

Gelo wan çav û birûyan çi danîya serê xelkê?

”Bi qasê ku mirov çavê xwe bigire û veke, dibû sersem û dîn

kesê ku îşaretên hîkmetên wan çavan didîtin û dibû dilbirîn”

Bê guman, enîyên wan jî ji wê rindîyê para xwe girtine:

”Enîyên wan ji alîyê tacan ve wisa dixuyan ku

mirov digot qey baskên Firîşte Cebraîl in li asû”

Lê gerdenên wan?

”Gerdena her yekê, te digot qey şûşe ye

di destê meygêr da ye û tijî mey e” 

Di beşê 9´an da, rindîya Sitîyê û Zînê bûye deryayeka ji agir û bi sedan ceger û dil û gîyan şewitandine:

”Rindîya li rûyê Sitî û Zînê 

bû deryayek ji agirê evînê  

Ew derya dema li hev diket û pêl dida, guzim 

roja ku bi wan pêlan geh bilind dibû, geh nizim  

Dişewitandin sed ceger, sed dil û gîyan

Xelkê çîrok û meselok digotin li ser wan” 

Di beşê 14´an da qal kirîye ku Zînê û Sitîyê cilên xortan wergirtine û çûne Newrozê, kesên ku ew dîtine ji ber rindîya wan, gêj û bêhiş bûne û wek dînan ketine kuçan. Tacdîn û Memê, ku wan jî cilên keçan wergirtine, semedê wê yekê ji zilamek pirsîne, wî bi wan daye zanîn ku du xort in wisa anîne serê xelkê; hingê pirsa çekên wan kirine, wî zilamî weha bersîv daye:

”Wî got: Bi xemze û bi awirên wek tîran

xelkê dikujin, wek ku bikujin bi sertîran”

Paşê her du xort li wan her du keçikan rast hatine û bêhiş ketine. Her du keçik çûne ser wan û li wan temaşe kirine û ew evandine; lê nezanîne ew kî ne û weha gotine:

”Ev fêkî li kêderê gîhane?

Ev gul li kîjan gulistan numane? 

Ev serwên qeraxê kîjan cû ne?

Ev teyr ji kîjan mêrg firîyane û rabûne?”

Eger bê gotin ”ew evandin” yan jî ”bûn aşiqên wan”, ev nabe huner û di edebîyatê da cîyekî bilind nagire; Lewra peyveka ji rêzê ye. Lê belê eger hozanekî gewre yê wek Xanî, bi wê hostatîya xwe ya mezin, her du keçikan bişibîne du ayînxêzan (ressam), dilên wan jî bişibîne du lewheyan, xweşikîya rûyên her du xortan jî bişibîne ayînek, evînê jî bişibîne qelemek, hingê ayîneka hunerî derdikeve meydanê ku mirov li ber wê  ecêbmayî dibe:

”Axir, bi qelema ku jê ra tê gotin evîn

rindîya rûyên wan  li lewha dilên xwe nivîsîn”

Piştê ku Sitîyê û Zînê gustîlên her du xortan ji tilîyên wan derxistine û yên xwe xistine tilîyên wan û çûne, Tacdîn û Memê demek wisa bêhiş mane û paşê rabûne çûne malê. Hefteyek wisa nexweş bûne û nezanîne ku çi hatîye serên wan; piştê hefteyek li gustîlan veaqilîne, hingê fam kirine ku bûne evîndar. Aha li vir, Xanî dîsa hunermendîyeka gelek mezin nîşan daye; bi awayekî pirr siriştî û adetî daye zanîn ku evîna Tacdîn di eslê xwe da ne evîneka rastîn bûye, lê evîneka di rû da bûye, ku jê ra berê hatîye gotin ”eşqa mecazî”; lê evîna Memê evîneka rastîn bûye, ku berê jê ra hatîye gotin ”eşqa heqîqî”. Xanî ev hunermendî di beşê 15´an da weha nîşan daye:

”Tacdîn, li nik wî hebû piçek fam û têgîhîştin

ji alîyê evînê ve kêmayîyek tê da hatibû hîştin  

Got: Rabe bira, ji nav nivînan

Bes ah bike ji ber birînan  

Em şêr in, û ew bi xwe du xezal in

Pirr neng e ku em ji destên wan binalin” 

Lê Memê, ji ber ku evîna wî evîneka rastîn e, bi agirê wê evînê pijîyaye; piştê ku dûr û dirêj qala rewşa xwe ya zor û dijwar dike, dide zanîn ku hemî lebatên wî bi te´sîra evînê hejîyane û ji binê qontrola wî derketine:

”Can û ceger û dil û hinavan

dest û ser û pê û pişt û çavan 

Wellahî ji yekê ra jî ji wan nemaye rahet 

bîllahî di yekê da jî ji wan nemaye taqet

Bizdandine pêwendîyên xwe ji min, ez neşêm li wan bikim kar 

Hemî pêkve dibêjin em evîndar in evîndar”

Mirov dişê bêje ku ”Mem û Zîn” ji serî heta paşîyê bi hunera salixdanê û şibandinê hatîye dagirtin û hatîye xemilandin. Hêja ye ku tenê li ser hunera salixdan û şibandina di vê pirtûkê da bi sedan rûpel lêgerîn bên kirin û pirtûkên xweser bên nivîsîn. Lê em ji neçarî qîma xwe bi numûneyên jorîn tînin û bi wan bes dikin; divê em hin numûne jî ji hin rewşên dî yên hunerê  nîşan bidin ku Xanîyê nemir di ”Mem û Zîn”ê da bi kar anîne.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *