Pêvajo û Pêwîstiyên Dîrokî

Ev demek dirêje li bakûrê Kurdîstanê, di nav kadroyên Kurdîstanî de ji bo pirsa yekîtîyê lêgerîn û livbazîyek heye. Lê mixabin heta niha tu encamek êrînî derneketîye holê. Di hinek deman de ji bo gavên bingehîn pêk be, hêvîyên mezin çêbûn û helwest hatin nîşandin. Lê ev helwest tu carî bi ser neketin û her tim hêvîyên gel û kadroyan hat şikestandin. Di bin mejîyên mirovan de, bê bawerî û şikbirin cîh girt û her tim kesên alaqadar li gor hinek pîvanan nêzîkî mijara yekîtîyê bûn. Divê em berîya her tiştî vê rastîyê baş bibînin û vê bendava negatîf ji holê rakin. Lewra di mêjîyê mirovan de ev raman bi cîh bîye: Gava ku mirov qala pirsa yekîtîyê dike pirî caran mirov rastî van bersîvan dibe: “Na xêr tiştek ji van gavan dernakeve! Ev legerîn jî wek yên berê nagihije encamekî. Ma Kurd û yekitî çêdibe?”

Em baş dizanin ku ji berîya 12 îlonê 1980 an vir de, di nav kadro û rêxistinê Kurd de gelek xebat û helwestên yekîtîyê pêk hatin. Lê çi heyfe ku yek jê, jî biser neketîye. Hinek gav hatine avetin lê belê xêrnexwazan û dijmînê gelê kurd her tim pêşî li gavên nêrîni girt û dînamît xist bin helwestên yekîtîyê. Bê asoyî û nezanîya berjewendîyên netewî li hemberî fikra yekîtîya hêzên sîyasî astengî derxist holê û wek kurmê darê li pey berjewendîyên biçûk meşîyan. Hinek kes û rêxistin jî ji bo kadroyên Kurdîstanî neyên cem hev rolên taybet girtin ser xwe. Hewce nake em dûr û dirêj binêrin, hema em ji destpêka salên 1980 an bigirin heta bigihêjin roja îroyin cend helwestên yekîtîyê çêbûne: UDG, HEVKARÎ, TEVGER, ENÎYA Lİ DİJÎ FAŞÎZMÊ, PYSK, ENÎYA KURDÎSTANÎ, HAK-PAR Û TEVKURD û hwd… Ji bilî van gelek xebat û lêgerînên din jî çêbûn. Gelo ev kesên ku di wan deman de rolên negatîf girtin ser xwe îro dikarin bi dilek paqij doza yekîtîyê bikin? Ma qey li hemberî gelê Kurd û li hemberî dîrokê, di xwe de deynek lêborînê pêvîst nabînin? Li gor min ev helwestek mirovahî û pirsgirekek ûjdanê ye!

Em baş dizanin ku pêşeng û hêzên Kurd her tim di warê teorîyê de, pêvistîya yekîtîyê; pêşvebûna berjewendîyên netewî û civakî li pêş digirin. Lê di pratîkê de em dibînin ku her tim dijî wan gotinan, dîtînan û çalakîyan dimeşînin. Ev jî paradoksek mezine! Berîya her tiştî divê em ji vê nexweşîya xwe re, çareserîyek peyder bikin. Gelek caran em dibînin ku ji bo yekîtî çênebe, çi ji destê me tê em dikin û bi cîh tînin! Bi taybetî ji hinek komel û rêxistin hene li kêderê xebatekî hevbeş hebe, têde cîh digirin lê belê ji bo yekîtî çênebe her tim dibin asteng! Mirov pirî caran difikire gelo ev hêzên hanê li ser daxwaza hinekan kar dikin? Çima her tim dibêjin bila biçûçik be ya me be! Gelo ev camêrên rojên giran çima, di sîyaseta xwe de her tim rola Beko Ewan bikar tînin?

Nexweşîyek sîyasî û civakî jî, em pirî caran dîtîn û berjewendîyên xwe (yên şexsî û rêxistinî) bi darê zorê bihev didin qebûl kirin. Em li dijî rexnan pir tengin. Gava hinek rabin me rexne bikin em dixwazin serê wan bipelçikînin… Tu car nayê bîra me, gelo ev rexnê hanê di cîh de ne an na? Kêmasî û çewtîyên me çê bûne an na? Em naxwazin li ser biponijin! Em nizanin hevdû gohdar bikin û dixwazin yên hemberên me, me gohdar bikin! Li dijî wan rexnan em dest davên çekên tawanbarîyê û xwedîyê rexnan tawanbar dikin! Li gor van dîtinan “gava ku kesên me rexne dikin, li dijî me ne. Ew nebaşin, çewt in û neyarên me ne!” Dawîya van dîtinan wekî em hemû dizanin xwekujî, birakujî û şerê navxwe ye. Pişt re, em radibin dibêjin “êdî bese birakujî, xwekujî û şerê navxwe!” Li gor dîtina min ev dîtin û awirên hanê ne rast in û ne ji dil in. Ji xencî vê dîtinê li dijî van geşbûnîyan bêdengî û lal bûna me jî, alîkarîyek mezin dide xêrnexwazan. Ji ber vê yekê, ez dibêjim heta ku em bi van dîtinan bi meşin û biparêzin wê rewşa me ewha be û her tim emê ji hev dûrbin. Ev dûrbûn jî bingehîna siyaseta xwekujî bi xwe re avadike. Lewra di jiyana me û dîroka me ya bihûrî û nêzîk de, ji bo vê mijarê gellek mînakên balkêş hene! Mînaka herî nêzîk jî em dikarin dîroka rêxistina ku îro civat xistîye bin bandora xwe nîşan bidin. Em hemû dizanin ku siyaseta serdest û çavsorîyê manîfestoya xwe ya yekem li dijî rêxistinên Kurd û civata Kurd diyar kir. Di encamê wê sîyasetê de jî, şerê xwekujî û birakujî wek kevneşopîyek di nav qadên jiyanê de ji xwe re cîh dît. An jî gav bi gav di nav civatê de serast kirin.

Nexweşîyek me yê din jî, em hevdû gohdar nakin û ji hev fam nakin. Em her tim dixwazin ku yên li hemberî me, bila me godar bikin û fam bikin. Di kûraya salên bihorî de em pesnê “merxasîya xwe” radixin ber çavan. Gava ku peyv ji devê me derdikeve em dibêjin: “di dema me de” û em di kûranîya salên bihorî de gengeşîya sîyasetê dikin. Rast e, li gor dem û şertan her mirovek li gor jiyana û helwesta xwe merxase. Lê dem her tim diguhere, mirov û civat jî diguherin û bi xwe re tevlîhevên mezin yên civakî pêk tîne. Ji ber vê yekê, ew camêrên her tim pesnê xwe didin divê di xewên salan de nemînin û li gor pêwîstîya demê jî şiyarbin û her tim di nav nifşan de pira dayîn û stendinê ava bikin. Em dibîn ku di van salên dawî de gengeşîyên derheqê pirsgirêka rêxistinî bi nêrîn û asoyên “do” dimeşe û tu encamekî jê dernakeve. Ev jî paradoksek me ye. Ji ber van sedeman divê dilsozên Kurdîstanî li gor şertên pêvajoyê xwe amede bikin û bersîva rojevê bidin û vê paradoksa rûreş ji holê rakin.

Bi rastî, gava ku mirov li rewşa bakûrê Kurdîstanê dinihêre dilê mirov bi mirov dişewite. Bi hezaran sale ku welatê me seranser di bin paletên dagirkeran de, dinale. Roj û şev bi xwîn, bi girîn û di bin sîya tirsa windakirinê derbas dibin. Lê, Îro hinek kesên bêfedî û dûrî rastîyan rabûne keda gelê me ji bo berjewendîyên xwe yên şexsî binpê dikin. Şev û roj derewan dikin, firotina keda xwe û berjewendîyên netewî ji xwe re kirine kar. Karê van kesan her tim tiştên tahl û tirş devlîhev kirine û bi wî awayî jiyana xwe didomînin. Rabûne kûjerên me bi me didin şîrînkirin. Li ser daxwaza dewleta dagirker gelên biyanî û gelên xwe di xapînin û dixwazin kevirê aşê pûç, bi ava derewîn bigerînin. Lê em baş dizanin ku jiyan rê nade wan û av her tim di rîya xwe de diherike.

Ji bo guhertina rewşa îroyin divê berîya her tiştî divê em guherandina mezin di mêjî û ramanên xwe de pêk bînin. Ger em bi dîtin û şertên sî sal şûnde bifikirin ez bawerim em nagihîjin cihekî. Divê rastî û ceribamdinên doyin em wek dersekî dîrokî ji xwe re bigirin û li gor şertên pêvajoya îroyin helwestek netewî nîşan bidin. Ji bo vî jî, ew kesên nêzîkî hev difikirin, helwest digirin û asoyên wan bi berjewendîyên netewî ve girêdayin dikarin bi hev re sazîyan ava bikin; bi hev re bi meşin û hûqûqekî demokratîk ava bikin. Em hemû baş dizanin ku piştî helweşandin û belavbûna kevneşopîyên berê gellek kadro ji jiyana sîyasî vekişîyan, an jî jê sar bûn. Lê ji hemû kevneşopîyan hinek kesan jî heta dawî li doza xwe xwedî derketin û xwestin tiştekî bikin. Di encamê de hemû hêz li hemberî zilma dijmîn qewet û girsa xwe ya polîtîk wûndakir. Bi rastî dewleta dagirker li hemberî rêxistin û partîyên Kurd bi saya cunta 12 îlonê bendavek mezin avakir û dûre ev girseyên polîtîk di bin kontrola xwe de kedî kir. Lê dîsa jî potansîyelek mezin heye û bê rêxistînî ye. Gava ku em bikaribin bi hevre li gor şert û mercên rojê xebatek vekirî pêk bînin ez bawerim wê di demek nêzîk de awazên Kurdewarî di nav gel de, deng bide.

Ji bo rêgehek netewî û nûjen divê em xwe bigihîjînin nifşên nû û tecrûbên xwe bi wan re par bikin. Gava ku asoyên me ne wek hev be û ava me di coyekî de neherike em nikarin bigihîjin qonaxekî. Ji ber vê yekê jî divê pêvajoya îroyin de daxwaz û helwestên gelê Kurd li ser bingehînek netewî û Kurdîstanî be. Gava ku ev pêvajo li gor “êşa poz û qirikê” bi meşe wê gelê kurd carek din fersendên dîrokî wundabikin. Ji ber vê yekê divê em rê nedin neyarên gelê Kurd û wan kefxweş nekin. Divê bi rêgehek netewî em îpoteka li ser mejîyê gelê Kurd ji holê rakin û kolan û sûkan ji bin îpoteka livbazîyên mobîlîze xilas bikin. Ji bo vê yekê jî ev kadroyên kewneşopîyên berîya salên 1990 an divê berîya her tiştî li ser pêvajoya îroyin û çima nikarin bi nifşê nû re têkilî deynin, li ser vê babetê lêkolînek sosyolîjîk bikin û li gor wê encamê ji nûve bi hev re kar bikin.

Bi kurtayî em baş dizanin ku komara metîngeh bi hemû hêzên xwe yên nijadperest li dijî jiyanê, li dijî mirovahîyê, li dijî aşîtî û wekhevî û azadîyê bi sed salane şer dike. Gelê Kurd, ji ber van sedeman, îro ji bo rizgarîya xwe, ji bo jiyanekî azad û serbixwe, ji bo nîrxên mirovahîyê têdikoşe. Mizgînîya vê jiyanê jî, bi hîsên netewî û asoyek Kurdewarî avdana dara yekîtîyê ye. Ayendeya azadî û serxwebûna Kurdîstanê bi vê hêvîya pîroz ve girêdaye.
11:12:2009
Cano Amedî

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *