Li Holland bajarê Arnhem pîrozbahiya Newrozê

Wek her sal, di êvara Newrozê de, li Hollanda paytextê eyaleta Gelderland Arnhem, ji her çar parçeyên Kurdistanê bi girseyek mezin Kurd beșdarî ahenga Pîrozkirina Newrozê bûn!

Li vî bajarî, her sal Newroz li qadek ku ji bo ahenga Newrozê hatîye veqetandin, tê pîrozkirin. Îsal disa li heman qadê ji alî partî û komeleyên her çar perçeyên Kurdistanê hat pîroz kirin.

Șahîya Pîrozkirina Newroz, bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurd û Kurdistanê û sirûda netewî Ey Reqîb destpêkir. Piștî axaftin û daxuyaniyên di derbarê wate û girîngiya Newrozê, ahenga Newrozê, bi deng û awazên kurdî, bi govend û dîlan, bi girse û coșek mezin bi dawî hat!

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *