Pêşmergeyekî xwebexş ê 63 salî

Duhok (Rûdaw) – Li Başûrê Kurdistanê, bi taybet piştî hatina DAIŞê, gelek hemwelatiyan weke xwebexş berê xwe dane çeperên şer. Yek ji wan jî pêşmergeyê xwebexş OmerAbdullahê 63 salî ye.

Omer Abdullah di destpêka şerê DAIŞê de, çeka xwe ya BKC girtiye û li Eniya Newêran tevlî rêzên pêşmergeyan bûye.

Omer Abdullah dibêje, “Dema pêşmerge ji Mûsilê vekişiyan û hatine vê eniyê, min ji malabata xwe re got, ez diçim şer. Eger metirsî çêbû hûn jî herin. Bi çeka xwe hatim û heta niha jî li eniya şer im. Pêwîstiya min bi ti meaş û alîkariyan nîne. Her tiştê min heye, hêviya min tenê avabûna dewleta kurdî ye.”

Her çend, li eniya ku Omer Abdullah xizmetê dike metirsiya DAIŞê nemaye jî ew her roj çavdêriya herêmên hatine rizgarkirin dike.

Ew dibêje, “Temenê min çû, lê bi rastî jî xweş e ku mirov xizmeta welat û gelê xwe bike. Heta alaya dewleta xwe bilind bikin jî em ê berdewam bikin.”

Hevalên wî yên pêşmerge dibêjin, ji bilî erkê xwe yê xwebexşiyê, ew miroveke dilsoz, xweşsohbet û dîwangir e li gel hemçeperên xwe.

Fermandarê pêşmerge Hazim Îsa jî dibêje, “Ji yekemîn rojên şer ve Mam Omer hatiye cem pêmergeyên supaya 3. Em çi bêjin û çend pesnê wî bidin kêm e. Gelek bi sebr û zîrek bû. Di şer de jî morale wî bilind bû.”

Omer Abdullah nîştecihê navçeya Kelekê ye û di salên 1970ê de pêşmergetî kiriye.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *