Bêşîkçî: Heta kurd nebin dewlet dê her di bin zilmê de bin!

Îsmaîl Bêşîkçî: NY ti carî qêrîna kurdan nebihîst!

BasNews – Pisporê tirk û dostê kurdan Îsmaîl Bêşîkçî dibêje, Netewên Yekbûyî ti caran qêrîna kurdan nebihîst û heta razî nebû di bin nîrê dagîrkeran de jî mafê kurdan nas bike.

Li Duhokê konferansek li ser serxwebûna Kurdistanê hat lidarxistin. Di konferansê de Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Şêwirmendê Encumana Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî, gelek rayedarên din ên Kurdistanê û mêvanên navdar ên biyanî beşdar bûn.

Yek ji mêvanên konferansê, Îsmaîl Beşîkçî bû. Bêşîkçî di konferansê de gotarek pêşkêş kir û got: Netewên Yekbûyî (NY) ji roja ku hatiye damezirandin ta niha tenê li Afrîqayê serxwebûna 57 dewletên, ku di bin destê kolonyalan de bûn nas kiriye, lê kurd hêjayî vê yekê nedîtiye.

Îsmaîl Beşîkçî herwiha got: Zilma herî mezin ji bo kurdan ew bû ku axa kurdan bi axa kolonyalîstên Kurdistanê ve girêdayî bûn. Ji ber vê jî tim rastî êrîş û qirqirinê hatine.

Beşîkçî bi tundî rexne li NY jî girt û got: Neteweyên Yekbûyî ji berê de denge qêrîna kurdan nebihîst û heqeq biçûk jî neda kurdan. Bi dehan dewletên biçûk yên di bin sîwana kolonyalan de bûn, îro bûne xwedî statû, lê kurd hîn di bin zilmeke mezin de ne. Heya ku ew ji kolonyalên xwe neyên veqetandin ne mimkun e ku ev zilm û zordariya li ser kurdan bidawî bibe.

Îsmaîl Beşîkçî her wiha diyar kir ku milletên ku bê dewlet bin her daîm neçar in rastî qirqirinê bên û got: Şingal di bin sîwana Iraqê de bû lê Iraqê nekarî êzîdiyan ji qirkirin û êrîşên hovane rizgar bike.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *