Parlamena Tirkiyeyê pêşnûmayasaya Kurdî red kir

Serokê Parlamena Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş, pêşnûmayasaya ku bi mebesta “Perwerdehiya zimanê zikmakî di destûrê de bê garantîkirin û zimanê Kurdî ji bo zarokên kurd wek zimanê zikmakî bê qebûlkirin” bi egera ku “ne destûrî ye” nexiste lîsta pêşnûmayên nîqaşê.

Parlamentera Partiya DEM’ê ya Qersê Gulîstan Koçyîgît, ji bo misogerkirina mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî, Zimanê Kurdî ji bo zarokên Kurd wek zimanê dayikê qebûlkirin û di hemû astên dibistanan (pêşdibistan, seretayî, navîn, lîse û xwendina bilind) de dayîna perwerdehiya bi Kurdî, pêşnûmayasayekê pêşkêşî Serokatiya Parlamena Tirkiyeyê kir.

“Li xalên destûrê nagoncive”

Lê belê Serokê Parlamenê Numan Kurtulmuş pêşnûmayê “ne destûrî” hesiband û nexiste lîsta pêşnûmayên nîqaş û pesendkirinê.

Numan Kurtulmuş di bersivdayîna ji pirsên Gulîstan Koçyîgît de wiha got:

“Daxwaza we ya ku we di pêşnûmayasaya di 15ê Sebata 2024an de bi ser portala Parlamena Tirkiyeyê de pêşkêş kiribû, ji aliyê Serokatiya me ve hate nirxandin. Di vê çarçoveyê de, wiha hate nirxandin ku daxwaza we, li Benda 3yemîn a Xala 1emîn a Destûra Komara Tirkiyeyê ya ‘Dewleta Tirkiyeyê bi welat û neteweya xwe yekpare ye û Zimanê wê Tirkî ye’ nagoncive.”

Di benda 1emîn a xala 11mîn a Destûra Bingehîn a Komara Tirkiyeyê de, hukmê; ‘Hukmên destûrê, diyarkerên rêgezên bingehîn ên hiqûqê yên ku li ser organên yasadan, rêvebirî, dadwerî, payeyên rêvebirî û kes û dezgehên din in’ heye û ev hukum ji bo parlamen û hemû organên wê jî derbazdar in. Ji ber vê yekê, ne pêkan e ku ev pêşnûmayasaya we ya ku bi zelalî li hukmên destûrê nagoncive, ji aliyê Buroya Piştgirî û Pêşnûmayê ya Serokatiya Yasa û Biryaran ve, ji bo pesendkirinê bê amadekirin.”

PK

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *