Xidir Ûso
Ev herdu mijar rasterê bi hev girêdayî ne. Ji bo ku em girêdana van mijaran zelal bikin, divê em li şêweyê avabûna dewleta Tirk binêrin û sîyaseta heta îro meşandîye raxin ber çavan.
Dewleta tirk ji alî elîtekî rêvebirên Îttîhat-Terakkî û bermayên artêşa Osmanî kû di şerê Cîhanê de têkçûbûn hat avakirin. Ev dewlet, li ser navê nîjada Tirk ku li ser erda welatên ku li tu derê miletê tirk ne di piranîyê de bû hat avakirin. Yanî dewleta elîtekî ku bê welat û bê netewe hat damezirand.
Împaratorîya Osmanî, dewletek Îslamî bû. Lê dewleta Tirk, wek dewleta netewî ya Tirk avabû. Ev dewlet, bi giranî ji alî leşkerên ku xwe tirk dihesibandin hat avakirin. Vana, bi destûr û alîkarîya emperyalîstên Înglîz û Fransiz, ji xwe re proje dewletek sazkirin. Li gorî vê projê, dê neteweyek nuh bihata afirandin û ji bo wê jî bi qanûn û rêzikname, bi zept û rept û darê zorê dê tîpek mirovên nuh bihatina afirandin. Ev tîp, divîya him mejîyên wan wek hafiza komputerê bihata paqişkirin û şiklekî nuh bistendana. Di nava sînorên ku vê dewletê ji xwe re danîbû, divîya her kes biba Muslumanê henefî û biba Tirk.
Ji bo afirandina yek tîp mirov, bi mejîyekî qulp û hîle, bi taktîkên komplokarî, bi derew û xapandin, bi bertîl, gef û zor yanî bi her rê û rêbazên leşkerî û zordarî asasê dewleta xwe danin. Li pêş çavê dunyayê jî meclîsek avakirin. Navê wê jî danîn Meclîsa Millet ya Mezin, lê heta dagîrîya Enedol û Kurdistan temam kirin û muxalifê xwe tev Kuştin û berteref kirin, pêşî gotina “Tirk” û “Turkîye” veşartî hîştin.
Piştî Meclîs û hukumet avabû, dest bi derxistina qanûnên “Komara Tirkîye” bûn, her çend milet, kêm netew û cemaetên ne tirk û ne sekuler doza mafê xwe kirin jî vê dewletê bi piştgirîya hevalbendên xwe yên Ewropî bi hemû hêza xwe êrîşî wan kirin. Enedol û Kurdistan bû mîna qesapxaneyekê. Hin hatin kuştin, hin hatin îşkence kirin û girtin û hin jî hatin koçber kirin.
Piştî ku dewleta tirk xwe bi rêxistin kir; proje, peyman û hevkariyên xwe bi Ewropa û dewletên cîran re qedand, dest bi yek tîp kirina xelkên bin destê xwe kir. Berî Peymana Lozanê dawî li rejîma Siltanetê anî û piştî wê jî Xelîfetî rakir. Qanûna şewqe, ya cil û bergan, ya zîyaret, dergah û medresan, ya alfabe û piştre qanûna piştnavê Tirkî derxistin. Makezagonek nîjadperest sazkirin û qanûnên nayên guhertin tê de bicîh kirin: wek yek dewlet, yek welat, yek milet, yek al, yek ziman. Vê dewletê, temamê rêvebirîya xwe, li gorî vê makezagonê sazkir. Qanûna hilbijartinên giştî û yên xwecîhî jî li gorî vê makezagonê hatîye çêkirin. Dema xebat û rêvebirina şarederîyan jî ji dervî van zagonan derkeve; dewleta nîjadperest û mêtinkar derhal destdirêjîyê lê dike û qeyûm davêje.
Li dij vê zir-dewleta bê welat û milet ku hebûna me, welatê me, dîrok, çand û zimanê me înkar û qedexe kirîye, bav û kalê me qetil kirîye û tu guhertin di xwe de çênekirîye û di vê sîyaseta xwe de bi israr e. ji bo ku gelê Kurd bi rêxistin nebe, ji bo armanca maf û azadîyên xwe nebe hêz, serî li her provokasyon û êrîşê dide. Ev sed sal in ku miletê Kurd terorîze dike, îşkence û qetil dike. Loma divê em bi çi helwestê tevbigerin?
Em wek partî û rêxistinên Kurdistanî, divê em pêşî di nava neteweyê xwe de bi rêxistin bibin û van rastîyên ku li meydanê ne, bi gelê xwe bibidin famkirin. Em destê xwe bidin hev û ji lîstikên van zordaran hayidar û şîyar bikin. Dema em serî ji qanûn û nîzamnameyên wan yên nîjadperest, ne rewa û ne heq re serî deynin û li gorî wan tevbigerin, em wan meşrû dikin û xwe jî ne meşrû dikin. Dema em mecbûrî helwestek di çarçova qanûnîyeta wan de tevbigerin jî divê em wê derfetê ji bo gehîştina armancê xwe bi karbînin.
Wan tunekirina miletê Kurd li demê belav kirîye. Bi qanûn, dezgeh û sîyaseta înkar û asîmîlasyonê, hemû rê û dirb li ber me girtine, me diawiqînin. Zemîna ku me kişandinê, wek Gomeyê Sîsîfos e! Em tu demê nikarin bigehîjin serê kaş. Her ku diçe em her rûmta xwe wenda dikin û ji bîr dikin. Her roj ziman, destan, çîrok, folklor, çand û dîroka me tê jibîrkirin û tune dibe. Mejîyê me gotinê bav û kalên xwe jibîr dike, bi çend gotinên rojane yê zimanê ji pîneyên zimanan hatiye afirandin xirek û kor dibe.
Dewlet wek hêzek kole me bi kar tîne. Me wek kole dibe leşkerîyê. Baca em didin, ji bo tune kirina me tê xerckirin. Îro rêya me ya berxwedan û çalakîyê, ya herî guncaw bê îtîetîya sîvîl e. Ji vêya re jî pêşî rêxistinkirin û yekîtîya miletê Kurd û dûvre jî yekîtîya hemû alîyên neteweya kurd, partî, rêxistin û sazîyên Kurd pêwîst e.
Çênabe partî, rêxistin û sazîyên Kurd, ji sîyaseta tirk ya asîmîlayon û tunekirina civata kurd re xizmetê bike. Partîyên Kurd, bi rêya endametîya meclîsa tirk û seroktîya çend şaredarîyan, tu demê nikarin dewleta tirk biguherînin. Lê bi rêxistinî, hevkarî û berxwedana gelê xwe kare dewletê zorgayî guhertinê bike û peyderpey gelek mafan bi dest bixe.
Divê beşdarbûna hilbijartinên şaredarîyan û daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê an dersa hilbijarte ya kurdî xizmetê ji tekoşîna rizgarî û azadîya gelê Kurd re bike.
Çênabe partîyek kurd, di nava sînorên qanûnîyeta Komara Tirk ya înkar û tunekirina gelê Kurd ji xwe re kiriye armanc tevbigere.
Çênabe partîyek Kurd, tenê bibe partîya hilbijartinê. Armanca her partîya Kurd divê serxwebûna Kurdistan û azadîya miletê Kurd be.
Zimanê Kurdî, zimanê bi mîlyonan yê neteweya Kurd e ku bi hezarên salan e ku li ser xaka xwe dijî. Loma dersa bijarte ne armanca sîyaseta Kurd e; taktîka awiqandina asîmîlasyonê ye.
Sîyaseta Partîya Welatparêzên Kurdistanê, îro xwedî vîzyon, armanc û sîyaseta herî guncaw e. Him ji bo hilbijartinan û him jî ji bo dersa bijarte, xwedî helwest û armancek sîyaseta netewî ya Kurdistanê ya herî nêz û giştî ye. 19.02.2024