PAKê li 4 bajaran Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî bibîr anî!

PAKê  li Amed, Batman, Mûş û Stenbolê bi konferans û semîneran Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî di 70yemîn salvegera darve kirina wan de bibîr anî.

Roja 31.03.2017an li Teşkîlata Amedê ya PAKê  Serokê Giştî  yê PAKê Mustafa Özçelik û lêkolîner-nivîskar Seîd  Veroj di derbarê Komara Kurdistanê, rola Pêşewa Qazî Mihemed û wateya wasîyet û helwesta wî ya ji bo nivşên îro yên Kurdistanê de Konferansek dan.

Roja 31.03.271an li Teşkîlata Batmanê ya PAKê Serokê Teşkîlata Batmanê yê PAKê Aziz Özdemir semînerek da.

Herwiha Mamoste Xelîl Sasonî di çalakîyê de helbest xwendin û Mamoste Keko Osman jî axaftineke di derbarî jîyana Pêşewa Qazî Mihemed de pêşkêş kir.

Roja 01.04.2017an li Teşkîlata Mûşê ya PAKê bi beşdarîya endamên Komîteya Birêveberîya Navendî ya PAKê Abdullah Özten û M.Nurî Erdoğan semînerek hate lidarxistin.

Roja 01.04.2017 li Teşkîlata Stenbolê ya PAKê bi beşdarîya Cihgirên Serokê Giştî yê PAKê Mehmet Gül û Kasım Ergün semînerek hate lidarxistin.

Di bibîranînê de Kurdê Rojavayê Kurdistanê Melê Kurdî jî helbest xwendin.

01.04.2017

Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê

 

PAK 4 Şehirde Pêşewa Qazi Muhammed ve Arkadaşlarını Andı

PAK Diyarbakır, Batman, Muş ve İstanbul’da idam edilişlerinin 70.yılında Pêşewa Qazi Muhammed ve arkadaşlarını konferans ve seminerlerle andı.

PAK Diyarbakır İl Teşkilatında 31.03.2017 günü, PAK Genel Başkanı Mustafa Özçelik ve Araştırmacı-Yazar Seid Veroj’un katılımlarıyla, Kürdistan Cumhuriyeti, Pêşewa Qazi Muhammed’in vasiyetinin ve görüşlerinin bugünkü Kürdistan değerleri üzerindeki etkisi ve anlamı hakkında bir Konferans düzenlendi.

PAK Batman İl Teşkilatında 31.03.2017 günü, PAK Batman İl Teşkilatı Başkanı Aziz Özdemir tarafından bir seminer düzenlendi.

Ayrıca etkinlikte Mamoste Xelil Sasoni de şiirler okudu ve Mamoste Keko Osman da katılımcılara Pêşewa Qazi Muhammed’in yaşamı hakkında bilgiler sundu.

PAK Muş İl Teşkilatında 01.04.2017 günü, PAK MYK üyeleri Abdullah Özten ve M. Nuri Erdoğan’ın katılımlarıyla bir seminer düzenlendi.

PAK İstanbul İl Teşkilatında da 01.04.2017 günü, PAK Genel Başkan Yardımcıları Mehmet Gül ve Kasım Ergün’ün katılımlarıyla bir seminer gerçekleştirildi.

Anmada Batı Kürdistan Kürtlerinden Melê Kurdi de şiirler okudu.

01.04.2017

PAK Basın ve İletişim Bürosu

Axaftina Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik ya di konferansa bibîranîna Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî de:

Serokê Komara Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên xwe 70 sal berê li Meydana Çarçirayê ji alîyê Dewleta Îranê ve hatin darve kirin.

Em bi rêzdarî Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî û hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin.

Wasîyet Û parastinnameya li mahkemê ya Pêşewa Qazî Mihemed di eslê xwe de rêbaz û hişmendîya Kurdistanî pêşkêşî me dike.

Wasîyet û parastinnameya Pêşewa Qazî Mihemed jibo îro jî wazîfeyên me yên netewî û dîrokî nîşanî me didin.

Pêşewa Qazî Mihmed dibêje li Ala Kurdistanê xwedî derkevin.

Dİbêje hebûna miletê Kurd, hebûna Kurdistanê, parastina mafê dewletbûnê bila bingeha sîyaseta we be.

Pêşewa Qazî Mihemed dibêje, dijmanatîya hev nekin, bi dijminan neyên xapandin.

Dibêje hevkarî, yekbûn, tifaq, piştgirî, alîkarî bila ji nav we kêm nebe.

Dibêje rêzê  li xwîn û ked û xebat û têkoşîna hemû şehîd û dilsoz û kedkarên doza azadîya Kurdistanê bigirin.

Pêşewa Qazî Mihemed digot “Ala Kurdistanê rojek were li ser vê mehkemeya ku ez lê tême darizandin jî dê bê hildan’’.

Ew ala ku Pêşewa Qazî Mihemed teslîmî Mele Mistefa Barzanîyê nemir kirîbû bi xwîna dehhezaran şehîdan , bi têkoşîneke qehramanane, bi tifaqa rêzdaran Kak Mesûd û Mam Celal û ya hemû partîyên Kurdistanê,  îro li ser Parlementoya Dewleta Federa ya Başûrê Kurdistanê li ba dibe.

Ew ala di 27ê Adara 2017an de bi biryara Encumena Bajarê Kerkûkê wekî fermî li her alîyê Kerkûkê hate hildan. Em jibo vê biryara dîrokî, Encumena Kerkûkê û Parêzgarê Kerkûkê rêzdar Necmedîn Kerîm pîroz dikin.

Bilind kirina ala Kurdistanê li Kerkûkê, bicihanîna wasîyeta Pêşewa Qazî Mihemed û ya Mele Mistefa Barzanîyê nemir e.

Kerkûk Kurdistan e.

Niha jî Pêşewa Qazî Mihemed bangî Serokê Herêma Kurdisatanê Rêzdar Mesûd Barzanî û hemû partîyên başûrê Kurdistanê dike û  dibêje:

Ew nakokî, pirsgirêk û nexweşîyên navxweyî deynin alîyeke û ya ewil , wan navçeyên mijara maddeya 140î ye wekî  fermî  vegerînin ser Herêma Kurdistanê û bi yek dengî referandûma serxwebûnê lidarbixin.

Û bangî nûnerên 50 milyon Kurdên cîhanê bikin.

Wekî ku me bi xwişk û birayên  xwe yên her çar perçeyên Kurdistanê li Mehabadê Komara Kurdistanê îlan kir; hûn jî li Hewlêrê bi nûnerên hemû Kurdên cîhanê re serxwebûnê îlan bikin.

Pêşewa Qazî Mihemed bi jiyan û helwest û wasîyet û parastinnameya xwe, bangî PKKê dike û  dibêje:

Rêze li hikumranîya  Parlemento û hikûmeta Başûrê Kurdistanê bigir e. Û dibêje ji Şingalê vekêş e.

Pêşewa Qazî Mihemed bangî PKK û YBŞê dike, dibêje:

Nabe ku tu hêzeke çekdarî  beyî  desthilatdarîya  Parlemento û Hikûmeta Kurdistanê, li Başûrê Kurdistanê bernameyeke xwe ya taybet hebe. Ew axa ku bi xwîna deh hezaran şehîdan hatîye rizgar kirin, ew axa ku bi xwîna şehîdan û bi qehramanîya Pêşmerge û şervanan tê parastin dê tu kes careke din nikaribe bi navê Şedî Şehbî an bi navekî  din, bi Bexdayê ve girê bide. Şingal Kurdistan e.

Pêşewa Qazî Mihemed ji PKKê re dibêje rêze li ked û xwîna bi hezaran şehîdên xwe û yên hemû Kurdistanê bigire; û mafê dewletbûnê, mafê çarenusîya miletê Kurd red nek e, tune nehesibîn e, nebêje dema dewletbûnê derbas bûye.

Pêşewa Qazî Mihemed dibêje: Ala Kurdistanê nirxeke netewî ye û lê xwedî derkev e.

Pêşewa Qazî Mihemed bangî partîyên Rojavayê Kurdistanê dike, dibêje:

Mitabaqatên Hewlêr û Dihokê pêk bînin. Îdareyeke hevbeş ya eskerî, sîyasî, aborî damezrînin. Rêya statuyeke sîyasî ya Kurdistanê bi tifaqa nevxweyî  xurt bikin.

Pêşewa Qazî  Mihemed ji PYDyê re dibêje:

Mitabaqatên Hewlerê û Dihokê kilîda azadîya Rojavayê Kurdistanê ye.  Dibêje, bi hemû partîyên Kurdan re şirîkatîyekê pêk bîne. Dest ji qedexekirina partîyan û girtina sîyasetvanan berde.

Pêşewa Qazî Mihemed ji partîyên Rojhilatê Kurdistanê re dibêje:

Yên wek hev û nêzî hevin bibin yek. Yên bername û sîyasetên wan cuda ne jî tifaqê bikin. Careke din wekî sala 1946an firsendeke dîrokî  dikara bê ber derîyê we. Bi tifaqê hûn dikarin pêşewazîya vê firsendê bikin. Û ez bawerim vê carê ew Al dê ji Meydana Çarçirayê neyê xwarê.

Pêşewa Qazî Mihemed ji Partîyên Bakurê Kurdistanê re dibêje divê hûn hişmendî û xeta Kurdistanî xurt bikin. Dİbêje yên dikarin bibin yek bila bibin yek. Yên nabin yek jî bila hevkarî û tifaqan li ser nirxên netewî û Kurdistanî pêk bînin.

Pêşewa Qazî Mihemed ji Serok, rêveber û endamên partîyan re dibêje:

Ne Serokatîya we, ne rêvebertîya we, ne navê  partîyên we ji doza azadîya Kurdistanê ne bi qîmettir e, ne pîroztir e.

Pêşewa Qazî Mihemed ji me hemûyan re dibêje:

Bixebitin, fêr bibin, bixwînin, têbikoşin, di nava gelê xwe de bin, bi gelê xwe re bin, gêncên xwe,  jinan, hemû civata xwe bi rêxistin bikin. Bibin partî û rêxisinên girseyî, netewî.

Bîr û doz û bernameyên xwe bi gelê xwe bidin qebûl kirin.

Belê pêkanîna wasîyeta Pêşewa Qazî Mihemed  herweha rê lêvekirina rêya azadîya Kurdistanê ye.

Gacva ku em vê wasîyetê pêk bînin dê ruhê Pêşewa Qazî Mihemed, yê Mele Mistefa Barzanîyê nemir, yê Seyid Riza,  Îhsan Nûrî Paşa, Xalid Begê Cibrî, Şex Seîd û yê hemû şehîdên Kurdistanê şad be.

Em Pêşewa Qazî Mihemed û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîrtînin, cihê wan bihuşt be.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *