PAK li Stenbolê beşdarî pîrozbahîya 60emîn salvegera damezrandina PDK-S yê bû

Cîhgirên Serokê Giştî yê PAKê Kasim Ergun û Mehmet Gul roja 18.06.2017an , li Stenbolê beşdarî civîna pîrozbahîya 60emîn salvegera damezrandina PDK-S yê bûn.

Li ser navê PDK-Syê, ENKSyê û gelek partîyên din axaftin hatin kirin.

Li ser navê PAKê Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Kasim Ergun axaft. Kasim Ergun di axaftina xwe de PDK-S ji ber xebata wê ya 60 salî ya di rêya azadîya Kurdistanê de pîroz kir û girîngîya vê xebata 60 salî  ya di dîroka Kurdistanê de anî ziman.

Kasim Ergun got ‘’Li Rojavayê Kurdistanê gelê me di pêvajoyeke dîrokî de derbas dibe. Ji bo ku em bikaribin feydeyê ji vê rewşa heyî bigirin, gava yekem tifaqa navxweyî ye. Mitabaqatên Dihok û Hewlêrê hêvîyên baş da gelê me. Lê mixabin ev pêk nehatin. Nuha PYD , ji alîyekî pêwîstîyên van Mitabaqatan pêk nayne, ji alîyekî jî endamên ENKS yê û yên partîyên digire, xebata partiyan qedexe dike’’.

Kasim Ergun rola dîrokî ya Referandûma Serxwebûna Başûrê Kurdistanê anî ziman û got ‘’Em piştgirîya referandûma serxwebûnê jî, piştgirîya serxwebûna başûrê Kurdistanê jî dikin. Divê hemû Kurdên cîhanê, di vê meşê de li gel xuşk û birayên xwe yên başûr bin’’.

19.06.2017

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *