EZÊ RABİM.!

Kalo Şado Şado

5 uur · 

EZÊ RABİM.!

Kefen bi kefen biçirrîn im
Gorr bi gorr Alê bigerrîn im
Li Agirî, Gelîyê Zîlan,
Paşê Dêrsim û Mehabad
Bi rebena bihesîn im..!

Qeşmer, qeşmerîya dikin
Hêvîyê me perçe dikin
Neyar pîkolîyê dikin
Nexweş û serxweş kom bûne,
Ji wan wetnê siyasetê dikin..!

Rûmetê Welêt her difroş in
Dujmin guhanê wan didoş in
Ev qorrik pahn û serberoş in.?
Serxwebûn bernixûm kirine,
Bazirganê rûmet firoş in..!

Ezê rabim..!

Bigerrim li herçar alîya
Şiyar bikim hemî jinbîya
Tifaqê têxim nav gêwîya
Li hespa Dewrêş sivar bibim,
Mizgînê bidim Êzîdîya…!

….26 – 04 – 2020….
__// Kalo Şado \\__

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *