Nivîskarên hêja Can Bapîr û Helîm Yûsiv

Di 10.07.2021, li Holanda bajarê Arnhem, li Komela Çanda Karkerên Kurdistan (KOÇ-KAK), nivîskar û rewşembîrên Kurd Helîm Yûsiv û Can Bapîr bi xwendevan û hezkîrêyên xwe re, li ser wêjeya Kurdî û berhemên xwe sohbetek li darxistin û pirtûkên xwe îmze kirin!

Ev xebat bi pêşkêşî û hevkarîya weşanxaneya AVA hat li darxistin. Lema weşanxana AVA bi vê egerê, pirtûkên li weşanxana wan çapkiribû yên nivîskarên Mîna Şahîn Bekir Soreklî, Vejîna Kurd, Merwan Berekat, Baran Bîrdoz û yên din jî pêşkêşî xwendevanê Kurd kir.

Nivîskarên hêja Can Bapîr û Helîm Yûsiv û moderatorê rêvebirê weşanxana AVA Şêrzat Besrawî, ji xwendevanên xwe yên Kurd re, di derbarê wêjeya Kurdî û berhemên xwe de, daxuyanî û peyvînek germ pêşkêş kirin.

Her du nivîskar, behsa rewşa aloz ya ku neteweya Kurd tê re derbas dibe û bi taybetî pirsgirêkên zimanê Kurdî kirin. Gotin: “ji bo nivîskarekî Kurd bi Kurdî nivîsandin, ne tenê jîyandin û pêşdexistina zimanê Kurdî ye; berpirsîyarîyek netewî û ehlaqî ye jî!”

Piştre jî dor hat pirsên xwendevanan û bersîvên nivîskaran. Di warê wêjeya Kurdî de, girîngîya nivîsandina bi Kurdî û bi giştî dîrok û rewşa wêjeya Kurdî, gelek pirs û nîrxandinên watedar hatin kirin. Bersîvên herdu nivîskaran watedar, perwerdekar, dewlemend û hêja bûn!

Ji kar û xebeta rewşenbîrîya bi zaravên Kurdî re em serfirazîyê dixwazin! Xizmeta ji zimanê Kurdî re, xizmeta ji huner û çanda gelê Kurd re ye. Loma çalakîyên bi vî rengî gelek girîng in û divê her Kurdek ji alî xwe de alkarîya van xebat û çalakîyan bikin.

Netewe.com

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *