NEWROZ 2021

Ez li ser navê Tevgera Demokratîka Kurdistanê TEVGER ê, Cejna neteweyî, cejna têkoşîna azadî û serxwebûnê li karmendên Deng TV, li we mêvanan, li têkoşer û xebatkarên doza azadî û serxwebûna kurd û Kurdistanê, dîl û girtîyên zindanan, her weha li hemî kurdistanîyan û gelên herêma naverast ji dil û can ve pîroz dikim!

Ez hêvîdarim ku cejnên me yên pêş, di nav azadî û serbixweyîya welatê me û neteweya me de, ji tirs û gumanên girtin, kuÅŸtin, daliqandin û talan û wêrankirinan dûr bên pîrozkirin! Dîsa em hêvîdarin ku pîr û kalên me,  jin û mêrên me,  qîz û xortên me û ji hemuyan girîngtir zarokên me azad û kêfxweÅŸ, ji pêşeroja xwe bibawer bijîn!

Ji bona neteweya Kurd, ji bona gelên herêma naverast  Newroz di gelek waran de cejnek pîroz e!   Ev pîrozbayî  ji kevneÅŸopîya dîrokê virde, bi hezaran  salin ku didome.  Bê guman, ji bona rojek weha, di dirêjayîya dîrokê de  karibe pîrozbayîya xwe bidomîne gereke azmûnên wê yên girîng û bingehîn hebin.  Jiber ku NEWROZ xwedîyê ewçend azmûnên bingehîn e ku karibûye hebûna xwe, pîrozbayîya xwe bêyî ku ji girîngîya xwe tiÅŸtekî hunda bike, heta roja me bidomîne.  Em li vir tenê van çend  egeran bînin ziman, wê di warê mezinahî û pîrozbûyîna wê de balek bide me:

Navên ku di efsaneya Newrozê de dibuhurin ne navên kesane, rengdêr in.  Di kurdî de; Kawa jî, Dehak jî rengdêrên kralîyê ne. Wek paÅŸa, çar, sultan û hwd.

Di warê xwezayîyê de;  21 Adarê de dirêjayîya ÅŸev û rojê wek hev e, lê ji wê û şûnda roj û ronahî ber dirêjîyê û ÅŸev û tarîtî jî ber bi kinbûnê ve diçin! Demên tengasî û tunebûnîyên zivistanê li paÅŸ dimînin, rojên firebûnî û xweşîyê destpêdikin.  Her weha ev dibe destpêka salek nû, û NEWROZ dibe Sersala Kurdî jî!

Di warê olî de; li gor kevneÅŸopîya Herêma naverast û bi taybetî gelê Arî û her weha ÃŽranî arperestbûn. Di ola ZerdeÅŸtî de agir mînaka paqijkirina gunehan e û pîroz e!  Nîşanên vê pîrozîyê hêna jî di nav gelê Kurd de gelek in. Her weha di efsaneya Newrozê de jî agir nîşana komunîkasyon û têkilîyê ye nîşana serketinê ye. Gava agir li ser qesra Dehaqê hov tê pêxistin ev nîşana serketin û azadîya ji zordarî û hovîtîya Dehaq wek mizgîndayinê li deverên bilind yên welat bi hilkirina agiran ve di ÅŸevek de tevahîya welat bi vê mizgînîya pîroz ya azadîyê ve tê hesandin! Jiber vê jî agir dibe beÅŸek girîng û bingehîn ya Newroza pîroz!

Her weha mixabin cografya (erdnîgarîya) welatê me rêdaye ku ji her deveran ve êrîşên bê hempa bi ser welatê me de werin û welatê me di demajoya dîrokê de tim bûye qada ÅŸer û bihevçûnan. Gelek caran welatê me ji alîyê dijminên hov ve hatîye dagirkirin, talan û wêran kirin.

Niha jî bêyî  Kurdistana Başûr (ew jî tenê beÅŸek jê), welatê me Kurdistan dibin zordarî û hovîtîya dijminan de dinale. Bi hezaran jin û zarokên me di destê DEIÅž ê de dîl in, qîzên me bi destên wan tên firotan. Bi sed hezaran kesên me koçber di kampan de, li kolanan bê serûberin.  Her roj qîz û kurên me tên girtin, îşkence kirin û daliqandin. Welatê me hêjî tê talankirin û wêrankirin! Hê jî zarokên me nikarin bi zimanê xwe yî xwezayî perwerdeyê bibînin! Em Kurd nikarin zimanê xwe di jîyanê de bi hawekî xwezayî bixebitînin!

Hê jî welatê me perçekirî, parvekirî dibin darê zordar û hovên mêtinkarên Surîyê, Tirkîyê û ÃŽran de dijî. Bi hindikayî nîvê Kurdistana Başûr jî her roj ji ber hovên Ereban tên pelçiqandin di nava axa Kurdistanê de, lê di nav tirs û lerza dijminan de dijîn! 

Vê rewÅŸa hovane tim hest û daxwaz û hêvîya azadî û serxwebûnê, di nav gelê Kurd de jîndar hîştîye! Her weha vê hovîtî û zordarîyê kîna li dijê mêtinkarên rojane tim şîyar hîştîye!  Ev jî egerek girîng e ku; wê hesta  Newrozê ya pîrozbayîya azadî û serxwebûnê, hesta Newrozê ya ji zordarî û hovîtîya Dehaqan rizgarbûnê tim geÅŸ hîştîye!

Newroz, ewçend di jîyana Kurdan ya rojane de bûye xwedîyê bandorek mezin ku seranserê Adarê bûye çavdêrê xweşî û nexweşîyên me. Gelek bûyerên dîrokî yên girîng çi yên xweşî, kêf û ÅŸayî, her çi dilÅŸikestinî xwîn û hêş û girî di vê mehê de gihîştine hev, ketine nava hev û bûne perçeyek ji jîyana neteweya Kurd. Ev bi serê xwe jî hîştîye ku Newroz û Adar bibe perçeyek ji jîyana Kurdistanîyan. Ew pêre bijîn, him bi xweşîyan him bi nexweşîyan, him bi kêf û ÅŸayîyan him bi şîn û girîyan. Ew nikarin bê Newrozê bijîn!

Herîma naverast di nav hêzên desthilatdarên dinê de bûye qada hemberî û dijberîyê. Her dewlet ji alîyê xwe ve gelên cî li gor fêda xwe dixin nav hesabên vê hemberîyê. Ev dikare fersendên baş derxe pêşîya neteweya me. Gava em kurd hevgirtî nebin, amade nebin emê van fersendên ku derkevin pêş me dîsan ji dest berdin wek demên şerê cîhanê yekan û dudoyan. Ez hêvîdar im ku Newroz bibe şîrêza hevkarîyê, dostanîyê, biratîyê, bi hevre xebat û têkoşînê. Pêwist e rêxistinên siyasî di her qadên jîyanê de hevkarî û hevxebatên xwe xwurttir bikin.

Ez  dubare dibêjim: Bira cejna we ya Neteweyî, cejna azadî û serxwebûnê, cejna hêvîyê xweÅŸ û geÅŸ yê pêşerojê, li we, li tevayîya gelên Kurdistanê, li gelên herêma naverast û hemî bindestan pîroz be! SerÅŸorî, rûxandin, pelçiqandin û mirin tim para Dehaqên rojane, yanê  para zordar û hovan be! 20-03-2021

 Li ser navê TDK TEVGER

M B Boskan

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *