NEWROZ 2015

Gotara li ser agirê Newrozê, Arnhem
Gelî beşdaran Xwuşk û birayan!
Ez li ser navê Komeleyên HÊVÎ, NARÎN û KOÇ-KAK ê tevî alî û kesayetîyên hevbeş bixêrhatina we dikim, cejna we ya Neteweyî, NEWROZA we pîroz dikim.
Weka ku tê zanîn Newroz ji efsaneyek Kurdî derketîye û cejnek Kurdî ye ku ji berya 2715 salan ji destpêka avakirina Imparatorîya Medya, yan jî, 2627 sal berê ji bidestxistina bajarê Nînova (MÛSIL) destpê kiribe naverok û girîngîya wê naguhere.
Hovîtî û zordarî û xwînmêjîtîya li ser gelê Kurd û herêmê bi serhildan û serketina KAWA bi dawî bûye. Şûna zordarî, hovîtî, xwînmêjîtî yanê ew serdema tarîtî bi dawî hatîye û serdema xweşîtî, azadî, aramî û ronahîyê destpê kirî ye.
Di ware xwezayî û olî de jî; demsala biharê destpêdike, roj û ronahî berbidirêjîyê ve; şev û tarîtî ber bi kinbûnîyî ve diçin! Bi demsala biharê ve xweza, xwe ji nûve diafirîne, deyşt û çîya, dar û devî bi pel û gul û kulîlkan ve dixemilin! Yanê salek nû destpêdike!
Agir û ronî ji kevin ve di hemî olên Kurdî û herêmê de pîrozbûne û her pîrozin!
Ji ber vê jî NEWROZ wek rojek nû, destpêkek nû bi xweşî û nexweşîyên xwe ve buye sembola çarenivîsa me kurdan.

Gelî beşdarên hêja!
Her çend di seranserê dîrokê de meha adarê, yanê meha Newrozê çavdêrê gelek cûre êş, jan, hovîtî û zordarîya li ser gelê me ye, lê her weha ew çavdêrê gelek, hêvî, serketin, kêfxweşî û dilşadîya gelê me ye jî!
Bibîrhanîna Van çend buyeran bi sere xwe jî hest û naveroka NEWROZ ê nîşanê me dide ka ew çî ye!
(1)Destpka Şoreşa Dêrsimê û wefata Serok Berzanî, (6) lihevkirina Cezayir, (8)Roja Jinan, (11) otonomîya Kurdistanê, (12/13) berxwedan û buyerên Qamişlo, (14) Ji dayikbûyina Berzanî, (16) Kîmyabarana Helebçe, (20) Destpêka şerê dij Rejîma BAASê,(21) Cejna me ya Neteweyî NEWROZ û roja dij nîjadperestîyê, (25) Şehîdbûna Serokê Şoreşa Agirî Îhsan Nûrî Paşa, (30) Şehîdkirina Serokê Komara Kurdistanê Qazî Muhamed û hevalên wî û hwd..
Ev hemî nîşana xweşî û nexweşîya meha Newrozê, şîn û şayîya Newrozê, êş û şadîya Newrozê ne!!
Lê di dîroka me ya nêzîk de sê Newroz hene ku bi êş û jana xwe ve nayên jibîrkirin! Sala 1975 lihevkirina Cezayir, sala 1988 barandina çekên kîmyawî li ser Kurdistanê, ev karesata ku li ser Kurd û Kurdistanê didome bi taybet êş û jana ŞENGALÊ, binpêkirina wê axa pîroz, wê hovîtîya li ser şeref û namûsa me Kurdan qet nayê jibîr kirin!
Xwuşk û birayan
Di demajoya nihade jî êş û jana li ser gelê me gelek girane lê hêvîya azadî û serxwebûnê, hêvîya avakirina Dewleta Kurdî jî ji her demî mezintire.
Li Rojhilat Dewleta Îslamîya Îranê hovîtî û zordarîtîya xwe li ser Kurdistanê bêperwa didomîne. Her roj kesên Kurd bi tometbarîyên cuda cuda dadileqîne! Mafên kesayetî û civakî ya gelê me binpê dike!
Li Başûr hêjî êrîş û metirsîya DAIŞ ê didome , her roj agahîyên nemir û birîndarên kurd belavdibe, rewş û gumanên li ser dîlên jin û keçên Kurdên di destê DAIŞ ê de dil û mêjîyên meriv dihejîne, bi dehan pêşmergeyên dîl li ber serjêkirinê ne!
Li Başûrêrojava bêtirê pêncsed hezar (500 000) kurd derbeder bûne li kolan û kampan jîyana xwe didomînin, yê li şûna xwe mayî jî her gav dibin metirsîya birçîbûn û kuştinê dene, ji xwe rewşa Kobanîyê û metirsîyên karesatên wek wê cîyê metirsîyek dine, gelê me ji pêşeroja xwe ya gumanbar dinav wê jîyana dijwar de hebûna xwe didomîne!
Li Bakur perçeyê herî mezinê Kurdistan ji hemî mafên xwe yê neteweyî bêpar, ber bi pêşerojek tarî ve didome, Başe ku xwînrêjî rawestîyaye hinek şîn û girî dûrketîye lê ji maf û xwestekê neteweyî dûr ber bi asimilasyon û kedîbûnê ve dimeşe!
Tevî van hemuyan jî hêvîya me ji her demî xwurttir e!
Berxwedana Kurdan, mêrxasî û şervanîya Pêşmergeyên qehreman li hember van hovên dijminên hemû mirovayetêyê; Kurd û Kurdistanê bi cîhanê danasîn. Dîplomasî û sîyaseta Serok Berzanî cîhanê heyirand! Neteweyek bêdewlet bi xebat û sîyaseta xwe ve bû hêvî û rûmeta mirovayetîyê!
Li gelek deverên cîhanê yên desthilatdar gengeşîya DEWLETBÛNÎYA KURDISTANÊ tê ziman. Ji gelek deveran dengê piştgêrîya avakirina Dewleta Kurdî bilind dibin!
Ev jî hêvîya me ya azadîya Kurd û Kurdistanê ji her demî geştir dike!
Mirin û rûreşî ji bona hemî hov û mêtinkaran!
Azadî, serxwebûn, kêfxweşî, dilşadî, serketin ji bona Kurd û Kurdistanîyan!
Bijî NEWROZ!
NEWROZA WE PÃŽROZ BE!

B Baran

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *