Barzanî: Em bi hemû şiyanekê piştgirî li Fuad Husên dikin

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî peyamek bo piştevaniya li Dr. Fuad Husên bo bidestxistina posta serokomariya Iraqê belav kir û têde ragihand: “Ji ber şiyan û jêhatîbûna wî min bi baş dît ku birêz Dr. Fuad Husên bo vê postê kandîd bikim.” Serok Barzanî herwiha dibêje: “Em bi hemû şiyanekê piştevanî li Dr. Fuad Husên dikin û hêviya serkevtinê jê re dixwazin.”

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) duh roja Yekşembiyê 23ê Îlona 2018 bi awayekê fermî Dr. Fuad Husên jibo posta serokomariya Iraqê kandîd kir.

Serok Mesûd Barzanî jî di peyamekê de piştgiriya xwe bo berbijêrkirina Fuad Husên bo posta serokomariya Iraqê diyar kir û ragihand: “Polîtboruya PDKê ez serpişk kirim ku kesekî diyar bikim jibo kandîdkirina bo posta serokomariyê. Ji ber şiyan û jêhatîbûna wî, min bi baş dît ku birêz Dr. Fuad Husên bo vê postê kandîd bikim.”

Di peyama xwe de Serok Barzanî dibêje: “Min baweriyeke temam bi şiyanên wî heye û di vê qenaetê de me jî ku dê erkên xwe bi başî cîbicî bike û di posta serokatiya komar de him bo gelê Kurdistanê û him jî bo Iraqê û pêkhateyên Iraqê kesekî sûdbexş û xemxor dibe.”

Serok Barzanî behsa wê yekê jî dike, ku bi wan baş bû ku aliyên Kurdistanî bi hev re li ser kesekî li hev kiriban û dibêje, lê mixabin ew yek pêk nehat.

Naveroka peyama Serok Barzanî wiha ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Di derbarê diyarkirina kandîdê Partiya Demokrata Kurdistanê ji bo posta Serokomariya Iraqê, me pê baş bû ku aliyên Kurdistanî pêkve li ser yek kesî rêkevtiban, lê belê mixabin ev yek pêk nehat. Ji bo yekalîkirina vê babetê jî Polîtboruya PDKê ez serpişk kirim, ku kesekî diyar bikim ji bo kandîdbûna posta Serokomariyê. Bi sedema şiyan û jêhatîbûna wî, min bi baş zanî ku birêz Dr. Fuad Husên ji bo wê postê kandîd bikim.

Dr. Fuad Husên çi di qonaxên şoreşa Eylûl de û çi jî di Serokayetîkirina Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û qonaxên din ên jiyana xwe de kesekî dilsoz û destpak bûye û min baweriyeke temam bi şiyanên wî heye û qena’eta min jî heye, ku dê erkên xwe bi başî pêk bîne û di posta serokayetiya komar de him ji bo gelê Kurdistanê û him ji bo Iraqê û pêkhateyên Iraqê kesekî bi sûd û xemxor dibe.

Em bi hemû şiyanekê piştevaniyê li Dr. Fuad Husên dikin û hêviya serkevtinê ji bo wî dixwazîn.”

Fuad Husên kî ye?

1949 Li Xaneqîn ji dayîk bûye.

1971 Koleja Perwerdeyê li Bexdayê qedandiye û demekê li Xaneqîn mamoste bûye.

1967 Çûye Bexdayê û peywendî ligel PDKê daniye.

1974 Bûye Pêşmerge û piştî “Nisko” çûye Holanda.

1976 Peywendî ligel YNKê daniye û bûye sekreterê Yekîtiya Xwendekaran li derve.

1984ê Dest ji YNKê berdaye.

1987 Bûye Cîgirê Serokê Enstîtûya Kurd a Parîsê.

Beşdarî kongreyên Opozisyona Iraqê bûye.

2004 Vegeriya ye Iraqê û cîgirê endamekî Meclîsa Hikûm bû.

Ji 2005 heta 2017ê Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê bû.

http://www.rudaw.net/mobile/kurmanci/kurdistan/240920188

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *