Nêçîrvan Barzanî: Kurdistan ji me hemûyan mezintir e

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Foruma Silêmaniyê gelek peyamên girîng dan.

Foruma Silêmaniyê li Zanîngeha Amerîkî ya Silêmaniyê tê lidarxistin.

Forumê îro saet 10:00an dest pê kir û dê sibe (18ê Nîsanê) xelas bibe.

Di çarçoveya Foruma Silêmaniyê de dê bi taybetî li ser “Aloziyên li Rojhilata Navîn” were sekinîn.

“Kurdistan ji me hemûyan mezintir e”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, roja yekem a forumê axaftinek kir û peyema “Kurdistan ji me hemûyan mezintir e” da.

Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser aloziyên li Rojhilata Navîn û got:

“Şer û pevçûn û aloziyan Rojhilata Navîn daye ber xwe. Metirsî heye ku alozî berbelavtir bibin, ji bo ev yek nebe pêdivî bi diyalogê heye.”

“Geşbîniya min ji berxwedêriya gelê Kurdistanê tê”

Barzanî diyar kir ku “Herêma Kurdistanê di rewşeke aloz de ye” û got:

“Ez geşbîn im û ev geşbîniya min ji berxwedêriya gelê Kurdistanê tê. Divê em hemû tiştekî biparêzin û li dorê bicivin, ew jî niştiman e.”

 

Serokkomarê berê yê Îraqê Berhem Salih, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û Serokê Tevgera Hikmeyê ya Îraqê Emar El Hekîm jî beşdarî Foruma Silêmaniyê bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê di destpêka axaftina xwe de Cejna Serê Salê ya Kurdên Êzidî pîroz kir û got:

“Hêjano, beriya ez dest bi axaftina xwe bikim ez dixwazim Cejna Serê Salê ya xwişk û birayên Êizdî pîroz bikim.

Li vir li ser navê we hemûyan ez pîrozbahiyê li wan dikim. Hêvî dikim saleke wan a xweş hebe.”

“Em piştgiriyê didin dewleta serbixwe ya Filîstînê”

Nêçîrvan Barzanî herwiha amaje bi aloziyên li Rojhilata Navîn kir û got:

“Êrişa Hemasê ya 7ê Çiriya Pêşîn a sala borî ya li ser Îsraîlê, kuştin û revandina bi dehan kesan li Xezeyê bû sedema şerekî wêranker û kawilker.

Divê Neteweyên Yekbûyî bi lez biryara rawestandina şer bide û dîlên di destê Hemasê jî de werin berdan.

Em di wê baweriyê de ne jî ji bo aştiyeke domdar pêwîstî bi çareseriyeke du dewletî heye.

Herêma Kurdistanê piştgiriyê dide damezirandina dewleta serbixwe ya Filîstînê. Ev rêya aştî û çareseriyê ye.”

“Ne şer, aştî rêya pêşketinê ye”

Nêçîrvan Barzanî di despêka axaftina xwe de  behsa pêvajoya demokrasiyê ya li Herêma Kurdistanê kir û da zanîn ku demokrasî û avadankirina Herêma Kurdistanê sala 1991ê dest pê kiriye.

Nêçîrvan Barzanî  amaje bi pêwendiyên bi welatên cîran û têkçûna rejima Sedam jî kir û got:

“Me li kêleka vê rejîmê statuyeke mezin a demokrasî, avadaniyê û aramiyê çêkir.

Paşê me bi welatên cîran re deriyê geşepêdan û aboriyê vekir. Bi taybetî bi Tirkiye û Îranê re.

Me nehişt Herêma Kurdistanê bibe gef û tehdîd ji bo welatên cîran.

Me pirên hevbeş ên pêwendiyên baş bi welatên cîran re ava kirin.

Me karîbû wisa jî bikin ku rêbertiya me û gelê me ji aştî û demokrasiyê bawer bikin.

Dema ku satatuya Herêma Kurdistanê bi ser ket, hêzên azadîxwaz ên Îraqê jî bi ser ketin.

Herêma Kurdistanê bû cihê civînên mixalefeta Îraqê.

Deriyê Herêma Kurdistanê ji aliyên mixalefeta Îraqê re vekiribûn.”

Serokê Herêma Kurdistanê bal kişand ser girîngiya diyalogê ya di navbera aliyên jî kir û got:

“Pêwîstiya me bi diyalogeke berdewam a aştiyane heye.

Pevçûn û êrişên li ser hev her tim rê li ber êrişên El Qaîdeê vekir.

Eger em di nava Îraqê de yekgirtî bûna, dê êrişên mezin ên DAIŞê jî çênebûna.

Dîktatorî, desthilata yeknavendî û nebûna azadiya siyasî ya Ii Îraqê dîrokeke xwînî ya siyasî ji Îraqê re çêkiriye.

Bi milyonan Îraqiyên bêguneh bûne qurbaniyên rejîmên xirab û gelek dehsalan serweta Îraqê jî ji dest çû.”

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir, ji bo pêşketina Îraqê pir girîng e ku sîstema federaliyê di pratîkê de jî bi hêz bibe.

“Îraqeke bihêz girêdayî Herêma Kurdistanê ye”

Nêçîrvan Barzanî behsa pêbendbûna bi Destûra Îraqê jî kir û pê de çû:

“Divê hemû gel û pêkhateyên Îraqê xwe wekî şirîkên birêvebirina Îraqê bibînin.

Nêrîn û baweriyeke xurt a Mihemed Şiya Sûdanî bi destûrê Îraqê heye.

Nêrîna Sûdanî îstiqrareka baş di birêvebirina hikûmeta Îraqê de çêkir. Gelê Îraqê van guherînan hîs dike.

Ev nêrîn û şêwaza rêveberiyê Îraqê bi pêş ve dibe.

Îraqeke bihêz girêdayî Herêma Kurdistanê ya bihêz e.

Herêma Kurdistanê ya bihêz jî bi Îraqeke federal û aram ve girêdayî ye.

Eger destûr bê bicihkirin, ti pirsgirêk li Îraqê nîne ku çareser nebe.

Destûra Îraqê hemû pêkhateyan diparêze.”

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *